2. Berxê xelkê di koza me re de mezin nabe.
3. Çavên li deriya xwelî li seriya.
4. Dinya bihara lawan e xwelî li serê kalan e.
5. Emrê leglegê çû bi teqreqê.
6. Evd dike xeyal xwedê dike bettal.
7. Golikên malê ji gayên malê natirsin.
8. Heçî ku jinekê bîne divê tûrek pereyê wî an jî barek derewê wî hebe.
9. Ji dê û bavan dikeve sed awa.
10. Kinca ku kete ber pîneyan ,serê ku kete ber şîretan tu xêr jê nayê.
11. Li gor makê golik pak e.
12. Mastê biharan bidin neyaran,mastê payîzan bidin ezîzan.
13. Nanê xwe bi nanpêja de berav nanekî te zêde biçe.
14. Her çêlek tê dotin;lê her peyv nayê gotin.
15. Qûrîna hespê nêr ji bin lingê gayê coht e.
16.Rovî nediçû qulê hejek jî bi xwe vekir.
17.Salê herî siltanî,mehê herî mêvanî her roj herî li cihê sa’nî.
18. Şûf xezal û xirab mal.
19. Te deve(hêştir) nedît li rêza ma te pişkul jî nedît li pirêza.
20.Varikên nû rabûne hêkên sor dikin.
22. War ew war e;lê bihar ne ew bihar e.
23. Xerîbî ne tu çek e;piyê xwe tê rameke.
24. Zikê dêya bîstan e.(werz e)
25. Ne sala dubihar û ne jî pîra biguhar.
26. Aşê dîna bêav digere.
27. Bi şêx û pîr re neçî dîwana mîr daku tu nekevî halê feqîr.
28. Çira nezana ji avê vêdikeve.
29. Donê genê nabit rûn;qereçî nabit xatûn.
30. Ew çi ye tu diçînî;dema şîn hat tu yê bibînî.
31. Ê ne li şerra be şêr e.
32. Gundê bêrez,konê bêpez û mêrê dibê ez û ez ne tu tişt in.
33. Her kezîzerek simbêlsorek li pey e.
34. Ji hebeke tirî mahsereyekê datîne.
35. Ken ji dilê geş tê;baran ji ewrê reş tê.
36. Kirasê wî/wê yê miyê ye dilê wî/wê yê gur e.
37. Ku rêzanê deveyê ker be wê halê me wiha be.
38. Mêr bêxwedî dibin jar dibin;jin bêxwedî dibin har dibin.
39. Malxwiyê malê Elo be wê halê me halê qolo be.
40. Mirov ker be yên ku kurtên li me re kin zahf in.
41. Nikare bi kerê dibeze kurtên.
42. Ne ji fesada bûya wê gur û mî bi hevidu re biçêriyana.
43. Pere xulamekî qenc e;lê axayekî xirab e.
44. Qorîna quling ji derdan e.
45. Reva pisîkê heta kadînê ye.
46. Siwarê hespê xelkê tumî peyan e.
48. Şekir ne xurdê şivana ye.
49. Şixulkerê xwe be;mehbûbê dilê xelkê be.
50.Tava sibeha nede mirov;tava êvara fêde nake.
Nîşe:Ji kerema xwe re ku hûn gotinên pêşiyan ên ku zêde nayên zanîn ku wekî şîrove hûn li binê nivîsê bişînin ez ê kêfxweş bibim.
...
583 defa okundu...



















ŞEREFXAN CİZİRİ
ABDULBAKİ AKBAL
MELAYÊ TORÎ
RAİF YAMAN
ZÎWER İLHAN
BÜLENT DEMİR
HASAN TAYFUR
ABDULKERİM KOÇHAN
KECİKA BERZENCÎ
GÜLTEN GÖKÇE
BA QOSERÎ
DİLCİWAN
ÖMRAN GÜNDÜZ
MELAYÊ OMERÎ











Bagok dağı yamacında şantiyeye mayın konuldu