Selewat, şeref û kesayetî ya Muhemmed aleyhiselam e. Ku ew di jiyana min de be, ez jî bişerefim. Ku netê de be ezê di nav çirav û vê ava girikî de bim.
Her Helepçe, fetisandina îmanê ye. Dema ku min ji dil selewat anîba gerek dest neçûba dimançên birakûjîyê. Ku şerê Muhemmed şerê minba ummet ne dibû felqe felqe. Ji petrolê me hevdû nedifetisand. Ziman û qewitî pêş nediket, biratî û nasitî pêş diket. Ji bo Helepçeyên din xew li min nediherimî. Ji bo axê me hevdû ne dikuşt. Te ji bo nejadperestîyê min ne dikuşt. Welat ne yê te tenêbû, welat devereke dûrbû, ji nefsê bêterbîye dûrbû. Ne li ser zimanbû ne bi çavê sorbû bi dilekî safîbû. Selewatên ne ji dil nagihên xwarê, danakevin bîra dil. Di şerê birakujîyê de çala Yûsif xelata min.
Her Xezze, hejmartina Misilmana ye. Wextê ku min ji dil selewat aniba gerek tenq vekişyabana ji kezeba minî şewitî. Ew der nêzîkî dilê min e, gerek li Filîstînê Dîn li ser xwe ba. Biratiya mumînan gerek zindîba ku zarokek girîba, gerek em rabûbana ser xwe. Ku tesîra selewatan li hilbijartinan hatiba wê serokên me hatibana guhertin. Me herekê tif kiriba niha Tağut fetisîbû. Çawa Filîstîn tevde dora wê hatibe pêçandin û bûbe hepsa welatekî; îmana vê ummetê jî wilo di hepsê deye. Têlên hepsê gihaye dilê me, xwe lê xin bela xwîn jê bê, belkî em ta’ma îmanê hîs bikin.
Fîgana min ji nefsa min e. Çi tiştê nebaş ku tên serê min ji nefsa min e. Min erdê xwe kir efyon; lê li ser efyonê cîhat şîn nedihat. Ku selewatê min ji bo murweta Mihemmed ba, wê şerê min serkeftba. Di nav wan çiyayê Efganîstanê, di nav wan serhişkên sertahd de, di wê mekteba hovan de Muhemmed mamostê me.
Kurtûba wilo bêdeng nedima ku min ji dil û kezebê selewat anîba. Sevîlya li hêvya we ye ku hun rojekê derkevin werin ji aliyê Qubleve. Herdû çavê Elhamra ji girî sor bûne, xwîna qahrê jê diherike. Hemû ji hezkirinê hate serê min. De werin belkî gumlekê Yûsif bi we re be. De werin bêhna şerabê û şehwetê paqij bikin. Di vê qahra hezar salî de Yaqûp sebra min.
Ku min ji dil selewat anîba, gerek min ji du serokan yek neqandiba. Herdû li hev nakin di malekê de. Yek jê gazî agir dike, yek jê gazî Cinnetê. Du efendîyên min hene. Dilê min geh bi ser vî diçe geh bi ser yê din. Ez nizanim kîjan baş e. Min azadî ta’m nekiriye, ez nizanim bê huzûr çiye. Ez bi qanûnê dijminê xwe tevgerê dikim. Ez perestê hezkirina xwînmijê xwe me. Ya Rab ! Furqanek ji min re lazim e. Ji bo derketina koletîyê, ji bo koça azadiya gel, Mûsa rêberê min.
Selewat, şiyar kirina dil e. Vejîna min e. Ku selewatên me nemirîbana emê li ser xwe xeyîdîba. Me ne dihişt ku henekê xwe bi Dînê me bikin. Dev nediavêştin mêja me. Em nedibûn pêkenokê wan. Ku selewat şipyaba wê mele jî li ser xwe bana. Selewatên bi dev, li ser lêvan tenê, qiyama me di qirikê de dihêle. Mûsîbeta Bosna- Hersek, ji nûve dayikbûna wêye. Xwedî derketina Bosnayê, bîr anîna Muhemmed’e. Weke darê ku xwe ji bîr kiribin ku darin, tu wan ji nûv de şîn bike. Weke ku merovek di sikratê de be û tu cîhakî bidê û ew rabe ser xwe. Selewat, ji xelas kirina welatan re derman e. Di wê xistexanê de Loqman hekîmê te.
Di nav wanqas putperestan de tu hindike lê rindik e. Tu bi xwe tenê ummeteke. Çeçenîstan, tu lingê minî ku nayê cebirandin. Lê tu li ser xwe ye, serbilind e. Tu xwe bi murweta Muhemmed digire ew xwe bi bav û kalên xwenî mîtolojîk digirin. Li çiyayê Qafqasya top û tifing neman ku navêtin te. Lê agir, nikare îmanê bişewitîne. Di agirê Newrozan de Brahîm hênkaya te.
Selawatên min, şerefa min in. Ez xwe pê rast dikim; Rabb, min bilind dike. Di xaniyê axî de û di nav marmarokan de yê ku li Muhammed xwedî derdikeve, li şerefa xwe xwedî derdikeve. Pişta me ji Muhammed aleyhi selam rast e. Cihê ku ew dikevê rast dibe, fen, dek û dolab tê de namînin. Bertîl namînin, neheqî namînin. Li wê dewletê, Silêman fermandarê te.
Ku min di ser karê xwe de selewat anîba, wê dengê ezanê hatiba min, ne yê weswesê.
...
557 defa okundu...



















ŞEREFXAN CİZİRİ
ABDULBAKİ AKBAL
MELAYÊ TORÎ
RAİF YAMAN
ZÎWER İLHAN
BÜLENT DEMİR
HASAN TAYFUR
ABDULKERİM KOÇHAN
KECİKA BERZENCÎ
GÜLTEN GÖKÇE
BA QOSERÎ
DİLCİWAN
ÖMRAN GÜNDÜZ
MELAYÊ OMERÎ











19 Mayıs Atatürk'ü Anma, Gençlik ve Spor Bayramı Nusaybin'de kutlandı