Reklam 10 saniye içinde kapanacak. Reklamı geçmek için tıklayın.

ABDULKERİM KOÇHAN

nusaybinimcom@hotmail.com 25 Kasım 2017 Cumartesi 16:10 DİĞER KÖŞE YAZILARI

MAMOSTê MİN

Mamostê min, helbestê min
Him bira û, him dostê min

Mamostê min, dilovan e
L’dibîstan ê, dergevan e

Fêran didê, xwendekaran
Him xîzan û him hejaran

Ji zarokan, pir hez dikê
Ji bo hînbin, pir lez dikê

Bîryar a xwe wilo daye
Di vê rê de, can fîda ye

Sibe zûka, l’dibîstan ê
Payîz, bihar, zivistan ê

Mamostê min pir dilsoze
Erk a vî jî, xweş pîroz e

Karbenda vî, perwerde ye
Li her karî, amade ye

Pesnê te dim, bi şayanî
Tu ji bo wan, şirjawanî

Bi pênûs ê, dewlemendî
Li komel ê, ser bilindî

Gulfîdan e, l’daristan ê
Wek bilbilê, gulîstan ê

Serê sibe, zû radibê
Xwendekara herî dibê

Westanî çi? Qet nizanî
Lê hînkirn, xweş dizanî

Him dayike, him jî bava
Hîv û roja, him jî tava

Ne ji te be, em nezan in
Ji bo vê jî, em erzan in

Em bi te re, bextîyar in
Lewma timî, hevîdar in

Hejar; te got, bi hozanî
Şêrîn wek sevên zozanî
466 defa okundu.
DÖVİZ KURLARI
USD 3.8638     EURO 4.5501     IMKB 109330     ALTIN 155,894    
13°NUSAYBİN