YAZILAR Haber Girişi : 25 Ağustos 2011 14:03

Kürt Aydın Şerefxan Ciziri'nin ‘Edebiyata Devkî û Sosyalîzasyon’ kitabı çıktı

Kürt  Aydın Şerefxan Ciziri'nin ‘Edebiyata Devkî û Sosyalîzasyon’ kitabı çıktı
Kürt Aydın Şerefxan Ciziri'nin Edebiyata Devkî û Sosyalîzasyon (Sözlü Edebiyat ve Sosyalleşme) adlı kitabı piyasaya çıktı.
NUSAYBİNİM.COM HABER SERVİSİ
Kürt  Aydın Şerefxan Ciziri'nin ‘Edebiyata Devkî û Sosyalîzasyon’ (Sözlü Edebiyat ve Sosyalleşme) adlı kitabı piyasaya çıktı.

Azadîya Welat gazetesinde haftalık kültürel köşe yazıları da yazan Ciziri'nin kitabı Aram yayınları tarafından baskısı yapılarak piyasaya çıkarıldı. Azadîya welat gazetesitarafından kitapla ilgili kaleme alınan yazı şöyle;

‘Edebiyata Devkî û Sosyalîzasyon’
Lêkolîner û nivîskar Şerefxan Cizîrî ku endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Swêdê û Cîgirê Şaredarê Stockholmê ye (Huddinge) eşîra xwa ya Omeriyan bi her awayî di pirtîka xwe ya bi navê ‘Omeriya Mirsom’ de vegotibû. Piştî vê pirtûkê jî niha pirtûka xwe ya bi navê ‘Edebiyata Devkî û Sosyalîzasyon’ nivîsand û bi Weşanên Aram da çapkirin.
Nivîskar û siyasetmedar Cizîrî bi salan li Ewropayê jiya û di pêşgotina pirtûka xwe de bal kişand ser zor û zehmetiyên ser xebata xwe. Cizîrî dibêje ku kesên ku li ser wêjeya devkî ya kurdî xebatê dikin tenê li ser berhemê kur dibin û jiyana civakî ya kurdan û çanda wan paşguh dikin. Cizîrî diyar kir ku kesên ku bi seranser nêzî wêjeya devkî dibin bi aweyekî seranser nêzî rastiya dîrokî ya welatê xwe jî dibin. Cizîrî nêzîkatiya hin nivîskaran ku tenê ji bo reklamê vî karî dikin û ji bo kar dikin amûr di pirtûka xwe de rexne dike.

SOSYALÎZASYON
Di pirtûkê de tê gotin ku wêjeya devkî di atmosfera civakî dê tê afirandin. Cizîrî di pirtûka xwe de dibêje dengbêjiya di çanda kurdî de yekem car di nava eşîran de ango li cihên civakî derketiye holê. Di Edebiyata Devkî û Sosyalîzaysonê de tê dîtin ku Cizîrî ji kesên ku hakimî dîrokê û erdingariyê ne alîkarî girtiye.
Cizîrê di pirtûka xwe ya kolektîf de berhemê li gorî cewher dinivîsîne.
Di pirtûkê de sosyalîzasyon weke civaki bûn tê naskirin. Ev pêvajo jî tê gotin ku riyeke dînamîk, bi zehmet û şerekî îdeolojîk e. Tê gotin ku civakîbûna li Kurdistanê jî pêvajoyeke geleke bi zor û zehmet e. Cizîrî sedemê vê yekê jî bi serdestiya ziman, ol û çandên biyanî ve girêdide. Cizîrî di pirtûka xwe de dibêje ku sedema ku li Kurdistanê jixwe dûrneketin ji ber dengbêjî, gotinên pêşiyan û her tim bikaranîna kurdî ve girîdayî ye. Ji ber ku ev hersê mijar her tim zindi bûne kurd xerîbî xwe nebûne.

‘Xecê-Siyabend, Mem û Zîn, Cembeliyê Mîrê Hekariyan’
Cizîrî di pirtûkê de dibêje ku wêjaya devkî bingeha wêjeya nivîskî ye û di civaka kurd de jî berhemên wêjeya devkî ewil li herêmeke derketiye holê û piştre li her derê belav bûye. Mînaka vê yekê jî weke Xecê-Siyabend, Mem û Zîn, Cembeliyê Mîrê Hekariyan nîşan dide. Cizîrê dibêje ku wêjeya devkî bûyeran estetîze û xweşik dike lê rastiya civakî nikare biguherîne.
Cizîrî di pirtûka xwe de dibêje ku wêjeya devkî xweza çavkaniya jiyanê ye, ango xweza çavkaniya wêjeya devkî ye. Ji bo wê jî weke mînak navên weke ‘Karê, Beybûn, Xezalê, Qumriyê’ dayîna jinên ku di wejê de bûne aşiq nîşan dide.

‘WEJE ÎDEOLOJÎ YE’
Cizîrî di pirtûkê de dibêje ku kurd di warê wêjeya devkî de pir dewlemend in û ji ber ku ev mîrate nehatiye nivîsandin jî rexneyên xwe dike. Tê gotin ku gelek stran hê jî weke gotinên xwe mane. Cizîrî dibêje ku ji ber vê yekê jî xetereya guhertina çîroka stranan hena û ji bo vê jî mîtosa Kero û Kulîlkê dide. Cizîrî tîne ziman ku wêjeya devkî bingeha îdeolojiyê ye û zemîna civakîbûnê ye. Cizîrî di dawuya pirtûka xwe de dibêje ku wêjeya devkî ji ya nivîskî dewlemend e.