Reklam 10 saniye içinde kapanacak. Reklamı geçmek için tıklayın.

RAİF YAMAN

raifyaman@hotmail.com 25 Kasım 2017 Cumartesi 16:07 DİĞER KÖŞE YAZILARI

SERKUNDİRNAME - 1

Serkundirino!

Qîmetê medin zindîtî û zindîyan. Bibin dijminên zindîtîyê, yarên mirdarîyê. Zindîyan bikujin. Mirîyan pîroz bikin. Bibin bengîyên çavên mirîyan. Bira cîhan we bi mirîperwerîyê nas bike, ne zindîperwerîyê. Goristanên bi nav û deng ava bikin. Buhuşt û Dojexê bikin benîştê qanikan û ji devê xwe dermexin. Gund û bajaran tev şênîyên wan wêran bikin. Daristanan tevî hêlîn û lanên di nav da, tevî qulên her awayên şênîyên wan bişewitînin. Li her derê pesnên axîretê bidin. Ji cîhanê ra xeberan bidin. Mirdarî li we tê. 

Mebin meriv. Mebin milet. Mebin dadwer. Mebin dîndarên rîya heq. Guh medin heram û helal. Kelheram bin. Parîyek nanê helal mexwin, bi zar û zêçên xwe jî medin xwarin. Heramînyê bikin. Heram bigerin. Heram bijîn. Heram bimirin. Heramî li we tê. Mebin bêdînên rîya rast. Mebêjin va şaş e, va rast e. Mebêjin va bikêr e, va bêkêr ye. Ji rîya şaş dermekevin. Bi navê xwe şaş, bi paşnavê xwe bêkêr bin. 

Tim ji dawîyê ber bi sêrî herin. Ji serî ber bi dawîyê merin. Rast merin. Paşberkî herin. Her kes kane pêşberkî here. Yan jî ji nîvî ber bi dawîyê herin. Navberkî herin. Berwarkî herin. Gavên xwe rast mehavêjin. Xwaro maro herin. Heta bi ningan merin. Xwe xîj bikin. Ê xelk û alemê sor û zer be, bira yê we tim ji dinê der be. 

Xweş mebin. Tim nexweş bin. Hûn nexweş nebin jî, xwe li nexweşîyê daynin. Bibin nexweşên nexweşîyê. Dilxirab bin. Dilê xwe xirab bikin. Dilê xwe bi xwe bişewitînin. Kê rewşa we pirsî, hema dest bi girî bikin. Xema kesî nebe jî, hûn dîsa lê bixebitin dilê wan bi xwe bidin şewitandin. Ji rastîyan dûr, jîyanek derew bijîn. 

Zar û zêçên xwe li cem heval û hogirên wan pîs bikin. Pê ra pevbiçinin. Tazîran bidinê. Wer bikin ku bira heft qat bikevin bin erdê. Bi vî hawayî hûn dikanin çêtir dilê wan bişkînin. Hûn rindtir dizanin serê şikîyayî xweş dibe, lê dilê şikîyayî mîna şûşa şikestî ye, birîna lê bi derizkî be jî heta mirinê xweş nabe. 

Zarên we bira ji we bitirsin, lê bira hêç ji we hez nekin. Tim awiran bidinê. Carekê be jî bi rûyekî xweş lê menihêrin. Bi zar û zimanekî xweş pê ra deng mekin. Dema hûn lê dinihêrin bira tim mizûrê we tirş be. Hûn jê hez bikin jî di dilê xwe da jê hez bikin. Medin xwîyakirin.
267 defa okundu.
DÖVİZ KURLARI
USD 3.8638     EURO 4.5501     IMKB 109330     ALTIN 155,894    
13°NUSAYBİN