Reklam 10 saniye içinde kapanacak. Reklamı geçmek için tıklayın.

ŞEREFXAN CİZİRİ

nusaybinimcom@hotmail.com 13 Kasım 2017 Pazartesi 15:38 DİĞER KÖŞE YAZILARI

HEWCEDARî Bİ YEKİTİYA PDK

Li vir bi tevahî ezê qala yekitîya netewî nakim. Ev pirseke stratejîk, berfireh û mezin e. Ev yekitîya netewî pêwiste çêbibe lê beriya vê daxwaza niştimanî û stratejîk divê yekitîya siyasî ya kevneşopiya PDK baş were nîqaş kirin. Ev yekitiî çima heta nûha ava nebûye? Gelo çima kevneşopiya PDK li Kurdistana Bakur bi haweyekî berfireh, çalak û afirîner nikaribû rola xwe ya siyasî û netewî bileyista? Çima ev partiya ku li çar alîyê Kurdistanê xwediyê nasname, siyaset û helwesteke netewî ye, li Kurdistana Bakur nebû navenda siyaseta milî û demokrat? Li Kurdistana Mezin PDK bûyê sembol û mohra netewî, bûye merqe, bûyê rûhekî çalak û ketiyê dilê Kurdan. Lê li Kurdistan Tirkiyê per û baskên wêna şikestine.
Gelo pêşengên vê partiyê di vê lawazbûnê PDK de rola wana qet tuneye gelo? Heger ev partiya xwedî nasname, xwedî siyaset û xwedîyê xeta netewî karibana pirsgirekên navxweyî derbas bikirana, xwe ji rewşeke mezintir re baş amade bikirana, hişmendiya Kurdayetiyê bilintir bikirana, xwe bi haweyekî nûjen nû bikirana, wê bêşik PDK berfireh bibûya û bibûya xeta serdest û girseyî li Kurdistana Bakur. 
Hilbet rola pêşengan di vê lawazbûne de heye lê ev rengekî şexsi dide siyasetê. Lawazbûna kolektif ji di qelsiya hişmendiya netewî û rêxistinî de hebû. Helwest û taybetmendiyên kolektif rê nedane ku PDK li Kurdistana Tirkiyê biberfirehî pêş de here. Helwest û taybetmendiyên kolektif rê xitimandibûn, xendekên kûr di rêya nistimanî û demokrat de kolabûn û gunehê vê yekê jî xistibû stuyê şexsan.
Ya helî hêsanî jî ev helwest bû. Gava ku mirov pirsên netewî û civakî bike stuyê şexsan, mirov amadekariya hinek qurbaniyên din jî dike. Di vê siyaseta şaş de em hinek şexsan dikin sucdar û qurbanî. Em bi siyaseta xwe rê li ber xemilandineke sexte vedikin û vijdanê xwe rehet dikin.
Barik Eleh û Meşeleh ji Xwedê re! 
Yên ku dixwazin bibin qurbani jî, bi kelecan li bendi dora xwe ne! Bi vî haweyî ji şaşî dubara dibin û Kurdperwer jî nifiran li feleka xaîn dikin! Lê ji bêdela nifiran divê kurdperwer analîzên zanistî bikin.
Eşkereye  ku PDK li Kurdistana Tirkiyê tucara nebû bajarî, nebû tevgereke sosyal û entelektuelî…
Ma mirov dikare vê qelsbûnê tene bi helwesta devleta Tirk a kolonyalîst ve îzah bike gelo? Naxêr! Rast e, dewletên kolonyalîst li her çar aliyên Kurdistanê zalim in, hovin, nejatperestin û dijminatiya Kurdan dikin. Lê li gelek deverên din yên Kurdistanê PDK girseyibûna xwe winda nekir, çalak bû, bû yek ji wan hêzen siyasi ku cıvata Kurdan rêz jê re digirt û piştgirtî didaye.
Nûha mirov dikare dirok û siyaseta PDK li Kurdistan Tirkiyê bi qelsbûna hinek şexsan vê girêbide. Lê bi raya min ev ne rast e. Qelsbûna PDK li Kurdistana Tirkiye rasta rasta bi tunebûna teoriyeke Kurdistanî  û netewi ve giredayî ye. Netewayeti lı Kurdistana Bakûr tucara ji aliyê siyasî û ideolojî ve kûr nehate afirandin. Felsefeyeke mili di nava PDK li Kurdistana Tirkiyê baş pêş de neçû. Felsefe, proje, program, pêşeroj wê lİ Kurdistana çawa be, kûr û dûr nehatin nîqaşkirin. 
Bi gotineke din helwesta entelektueli di nava PDK li Kurdistana Tirkiyê zêde bi hêz nebû. Projeke netewî ji bona pêşeroja Kurdan nehate avakırin. Miletê Kurd li dora vê projeya netewî nehate perwerdekirin. Ji bona vê helwestê fikrên netewî şax û per xwe venedan. Nebişkivin, goşt negirtin, berfireh nebûn. Entelektuelîya netewî di nava hunermendan, niviskaran û siyasetmedaran de zêde koka xwe berneda nava cıvata Kurdan. Ji hêla netewayetiyê de sistemeke fikrî û teorî nehate avakirin. Me qima xwe bi dubare kirina çend gotinên Ehmedê Xanî anî lê me fikra netewayetiyê di warê çend sloganan de zindanî kir.
Pêvajoya netewî di nava cıvata Kurdan de piralî nehate çalak kirin… Medyayeki Kurdewarî li Bakur nehate avakirin…
Ji bona mînak dewleta Kurdî, kultura netewî, mijarên yekitîya Kurdan, sistema idarî li Kurdistanê, pirsa demokrasi di nava partiyên siyasî de, radeya mafê kes û komikan, ekonomiya Kurdistanê, Pirsên Kurdan bi Kurdan re, pirsên Kurdan bi dagirkeran re, pirsa perwerdeya Kurdî û gelek pirsên bingehin baş nehatin zelal kirin…
Mixabin îro ji heman pirs nehatine bersivdan. Kesên ku li ser kevneşopiya PDK siyasetê dikin newerin bi hevdu re baş biaxivin. Diyalogên di navbêna wana de ne ji dil in. Herkes dibêje; ez rastim, ez PDK temsîl dikim. Hemû ali jî ji defterên kevn ditirsin. Defterên ku xumamî mane hene. Ji bona ku mirov karibe reş û spî ji hevdu cudabike, ma ne divê mirov bi hevre biaxive, bi baldarî li hevdu guhdar bike, hewlbide ku hevdu şaş tê negihêje û xwe li ser pirsên netewayetî û demokrasiyê tov bike…
Ji hêla madî û manewî de biranîn û hişmendiyekê Kurdi avabike…
Nûha gava ku mirov di nava partiyeke legal de bixebite, rê û delive ji hemû cûre nîqaş û hevkariyê re vedibin. Di partiyên legal de kongre lidar dikevin, hilbijartin çêdibin, niqaşên fikrî derdikevin pêş, xebat eşkere ye, kî jêhatiye, kî bikêrte, kî dikare li defê xwe, kî dikare li zirnê xwe eşkere dibe. Hemû tişt li pêşiya perde rû didin. Tiştên veşartî tune ne. Serok û rêvebirti bi metodên demokratik karin werin guhertin. Ji ber vê rastiyê ji divê mirovên ku li ser kevneşopiya PDK siyasetê dikin bi hemû haweyî legalîze bibin, xwe di nava rêxistina legal de kom bikin û li derd û kûlên hevdu guhdar bikin.
Bi raya min ev navnîşana legal  li Bakûr îro Partîya Demokrata Kurdistana Tirkiye yê.
Wê gava emê bi zelalî bibin ku tu cudahiyên mezin dinavbêna me de tune ne. Ji ber ku em fêkiyê darekê ne, em pîvaza mişarekê ne, em Kurdên Kurdistanê ne, em eşir in, em malbat in, em bajar in, em herem in, em gund in, em rewşenbir in, em karker in, em sîyasetmedar in, em hunermend in û ji bona welat û dewletbûnê jî kar dikin. Di vê xebatê cîh ji her kesî re heye. Emê di vê xebatê de neteweyekî bi hemû hebûnen wîna ava bikin û cihê xwe jî di nava neteweyên cîhanê de bi serbilindî bigirin. Heçî ji bona vê doza pîroz fedakariyê neke, bîla li mala xwe rûnên û çîrokên kurdewarî ji nevî û zarokên xwe re bibêjin!
Bahwerbikin ev jî erkeke netewî ye!
119 defa okundu.
DÖVİZ KURLARI
USD 3.8713     EURO 4.5671     IMKB 106239     ALTIN 161,321