YAZILAR Haber Girişi : 14 Ağustos 2011 12:52

Yazarımız Ciziri, İskandinavya ülkelerinde özerklik modellerinin durumunu kaleme aldı

Yazarımız Ciziri, İskandinavya ülkelerinde özerklik modellerinin durumunu kaleme aldı
Kürt Aydın Yazar Şerefxan Ciziri, Diyarname.com 'Li Skandînavyayê rewşa modelên xweseriyê' (İskandinavya'da Özerklik Modellerinin durumu) konulu Kürtçe bir makale kaleme aldı.
Arif Altunkaynak
Kürt Aydın Yazar Şerefxan Ciziri, Diyarname.com 'Li Skandînavyayê rewşa modelên xweseriyê' (İskandinavya'da Özerklik Modellerinin durumu) konulu Kürtçe bir makale kaleme aldı. Diyarname.com yöneticilerinin isteği üzerine yazı kaleme alan Ciziri, 25 yıla aşkın kaldığı iskandinavya ülkelerindeki Özerklik modellleri hakkında ayrıtılı bilgi veriliyor.
    Aynı zamanda DTK'nın daimi üyesi olan ve Demokratik özerklik kararın onaylanmasına da evet diyen Ciziri'nin yazısı şöyle;

"Li Skandînavyayê rewşa modelên xweseriyê
Nav çiqas xweserî be jî, di bingehê xwe de em dikarin bibêjin desantralîsazyon. Ango ji navendê bidûrketin. Xwe bi xwe debarkirin, xwe bi xwe birêvebirin. Navenda deverekê hinek wezîfeyên xwe dewrî hereman an jî saziyan dike û di têkiliyan de pêvajoyeke nû vedike. Ev pêvajoya ku em jê re dibêjin ji navendê bidûrketin wekî dîroka mirovahiyê bi xwe jî kevn e. Xweserî her gav di rojevê de ye. Dem dem ev pêvajo derketiye pêş û carnan jî av ji ser xwe zelalkiriye. Ji rojevê wextekî bidûrketiye. Lê dûre dîsa derketiye ser rûyê avê…

Nûha di nava tevgera kurdan de ev pêvajo tê nîqaşkirin, lê atmosfer qîr û qiyamet e. Em kurd di vê mijarê de hîna baş zelal nebûne. Her kes li gora zanebûna xwe û li gora dilbijandinên xwe pênasiyeke xweseriyê dike. Lê xweserî û desantralîsazyon xwediyê pênasiyên gelek dûr û dirêj in. Bi hezaran lêkolîn û model di vê mijarê de hene.

XEBATÊN KU ŞAREDARÎ DIKIN
Li welatê Skandînavya desantralîsazyon û xweseriya herem û şaredariyan bi nav û deng e. Şaredarî li gora Qanûna Bingehîn xweser in. Tu hêz nikare xweseriya wan ji navê rake. Partiyên siyasî ji xwe li ser vê peymana xweseriyê li hev hatine û ji sedsalan û vir de jî ev peymana siyasî derbas dibe.

Ji sedan salan û vir de ev rastî wiha ye… Di civatê de hatiyê pejirandin…

Şaredarî bi xwe biryar didin be ka çi pirsgirêkê şaredariyan hene. Ango şaredarî bi rastî xweser in. Dewleta navendî mecbûr e bêalî tevbigere. Hemû xizmetên dewleta navêndî hatine desantralîzekirin. Perwerde, tenduristî, xizmetên sosyal, çand, bajarvanî, personel, avadanî û gelek xebatan din hatinê desantralîzekirin.

BACÊ ŞAREDARÎ BERHEV DIKIN
Şaredarî bacê digirin û dikarin bi hêsanî tevgera xwe ya ekonomî birêxistin bikin. Plan û programê xwe li gora vê rastiyê deynin. Ango ji aliyê malî de jî şaredarî xweser in. Lê dewleta navendî jî li gora hinek pîvanên neteweyî alikariya hemû şaredariyan dike. Ew pîvan ji bo hemû şaredariyan derbas dibin û li gora krîterên debarî bi rê ve diçin.

Ev mafên xweseriyê ku em li vir qala wan dikin hem li wîlayetan û hem jî li şaredariyan dimeşin.

MECLISÊN HERÊMÎ

Li aliyê din heremên xweser hene. Ev herêm jî ji çend bajarên ku nêzîkî hev in pêk tên. Meclisên wan hevbeş in, pirsgirêkê wan heremî ne û dewleta navendî hemû wezîfeyên xwe yên heremî teslîmî van meclisan kiriye. Meclis û serokê herêman di hilbijartinên giştî de têne diyarkirin.

Ew bi hemû haweyan berpirsê herema xwe ne.

Di nava Yekîtiya Ewropa de jî pêvajoya desantralîsazyon berdewam dike û di bin navê Regîonalîzm de gelekî selahiyetên mezin ji dewletên navendî dixwazin. Li Ewropa her kes Regîonalîst e, bi vê helwesta xwe şanaziyê dike, pesnê xwe dide, ango li vê deverê herkes heremparêz e.

Lê tu kes ji bo vê yekê nayê darezandin!

Ma Ewropa wekî Tirkiyeyê ye?

GIRAVA GROLAND Û FERO
Li aliyê din li welatê Skandinavya kêmnetewe jî hene, weke Samer, an ji Lapon. Hejmara wana li Swêd, Norwec û Fînlandiya wekî navçeyeke Kurdistanê biçûk jî nayê. Lê zimanê wan zikmanekî fermî ye. Zarokên wan bi zimanê dayika xwe perwerde dibin. Zankoyê wan hene. Parlamentoya wan ya etnîkî heye. Tenê Samer dikarin di vê parlamentoyê de cîh bigirin. Tenê partiyên vî gelî dikarin beşdarî hilbijartinan û vê parlamentoyê bibin.

Dîsa li Danîmarka bi dewleta navendî ve girêdayî Girava Gronland û Fero hene. Ew welat xweser in û gelek caran doza serbixwebûnê jî kirine. Jiyana xwe bi xweserî bi rê ve dibin, heger ne serbixwe bin jî wekî dewletê serbixwe tevdigerin.

Wekî van modelan li dinyayê gelek modelên biçûk û mezin hene.

Li bakurê Kurdistanê nîqaşên li ser xweseriyê berdewam in. Hinek ji me daxwaz dikin ku ji Tirkiyê cihê nebin. Helbet ev jî dîtinek e. Li aliyê din jî em baş dizanin ku hejmareke mezin ji kurdan dixwazin bibin dewleteke serbixwe. Hinek ji me jî daxwaza Xweseriya Demokratîk dikin. Helbet ev jî dîtinek e û divê baş were nîqaş kirin. Tengbûn, firehbûn û wateya Xweserîya Demokratîk divê were zelalkirin…

Heger kurd ya dilê xwe bibêjin, Kurdistana Serbixwe, di dilê gelek kurdan de ji xwe re hêlîn çêkiriye. Ma em kêmî kê ne gelo?

LI BAKUR PÊŞNIYAZA JI BO ÇARESERIYÊ

Ez dikarim dîtinên xwe di vê mijarê de bi kurtasî wiha bînim ziman; di navbera kurdan û tirkan de mînîmûm çareserî sîstema federal e an jî Xweseriya Demokratîk e. Ev sîstemên hanê, çi federal be, çi xweser be divê bi navê Kurdistana Federal an jî Kurdistana Xweser werin pejirandin.

Zimanê fermî jî divê zimanê kurdî be.

Heger Dewleta Tirkan mafê federaliyê an jî xweseriyê ji gelê kurd re zêde bibîne, wê gavê jî serbixwebûnê û pêve tu rê li ber me tune ye!

Di dawî de em dikarin li ser metodekî li hev bikin; mafê kurdan yê ku di pêşerojê de çarenûsa xwe tayîn bike heye, ev jî mafekî demokratîk e; di encama vê yekê de heger kurd bixwazin bi tirkan re bijîn, tu astengî li pêşîya vê yekê tune ye. Emê li ser bingêhê sîstemeke federalî an jî xweserî bi hev re bijîn. Na heger kurd bixwazin ji Tirkiyê cihê bibin, ev jî mafê wan e. Cewhera rêzana demokrasiyê wiha bi rê ve diçe.

Heger tu kes ji me vê rêzanê nepejirîne, wê gave emê delalê binê beriyê ji hevdu re bibêjin!  / Nusaybinim.com