Gelî hevala hûn gepa dixwin û radizin,
Hema ez û welat ji we pir bigilî û gazin.
Ev cûbirê ketin nava bexçê gula, kirin hişk,
Bû bahsa xaînê wek tûpışk, têne me bi unguşk.
Ev xaîn milet, adû qewmê gel firoş, rûreş,
Ev diz û keleş, hûn bi ware bûne parî xweş.
Evan rovîyê qula, çekurxwer û nebedî,
Kirin nobedarê pêwendî, bûna lewendî.
Ev hinek eware, diz û qewad û pîs nefer,
Welat parêz û şoreşger, ji malê kirin der.
Di dest pêkê de, me dikir ew dawakî Kurdî,
Bi girtin û kuştin, em lihev dibûne xwedî.
Ev serdar mane bê his û bê deng û bê goman,
Hin bûn diz, hin şêx û mela axa û cerdevan.
Em man livê navê, xwe hildidin li ber tavê,
Ew bûn xwedyê silavê, em bûna ê jinbavê.
Me gelekî kir xebat û lêkolîn, em bezîn,
Ev tirsonek paşde gav avêtin tevî revîn.
Ji mere hiştin tevî kul û derd jan û şîn,
Em li hekîm geran, heta laleş û efrîn.
Herî me didît yekî Kurd, hem fêris û merd,
Tevî wekî min xemgîn, her bi kul û bi derd.
Tev ji Cizîr û Amed Dêrsim Serhed û Wan,
Rabin ser lingan wekî seyîdê dilciwan.