Dara Cîhanê

Dara cîhanê kîjane ew çiqlê Kurdîstanê?
Em dibînin em di bezinê boçî ne gîhanê,

Em jî di xwazin darekê ji wê dara cîhanê,
Em bi lezin, bi pênus û lênusin li dîwanê.

Bi sedsal me dane ber xwe ev kaş û gelek newal,
Em dinerin ku em zîvirîn dîsa hatine mal,

Ma ev kîne, evê ku her demê me dixapînin?
Ewê ku bê ûjdanin, bê îmanin û bê dînin.

Evin dijminê ku di nava medene hov û wahş!
Bi haw haw me dibezînin heta bi wî binê kaş.

Me nerî ku newaleke kûr û hişk tevî vala,
Em pîr dibin heroj, hin bi hin dibin wekî kala.

Wexta ku aqilê me tevî ji kîsî neyarbê,
Emê li kolana bigrîn û li serême arbê.

Ku kî ji mer bêjê ço û li cem me, na tunebê,
Emê her wextî xwilam bin û xwelî serê mebê.

Heta hûn rastîyê qebûl nekin em nabin mera,
Wê her wextî neyar bara li wekin wekî kera.

Hêjî em bi hêvîne, em vegerin ji rîya şaş,
Em bidin soz û biryarên bi wate û gelek baş.

Hingî em bizanin ku em xwedî soz û biryarin,
Herkes wê bizanibin, em ne tajîyê neyarin.