Dewleta Me

Kak Mesut Barzanî bi minasebeta şehit Sait Çürükkaya ji birayḕ wî Selim Çürükkaya re gotiye; li ser axa gundeki dewleta me hebe, gelekî çḕtirḕ ku mirov li ser axa welatekî bḕ dewlet bijî. Ev ditin hilbet amaje bi rewşa netewa Kurdistan dike. Amaje rasta rasta bi bḕdewletbûna Kurdan dike. Kurd îro di welatḕ xwe de bḕdewlet in. Ev tiştekî eşkere ye û nayḕ veşartin û gelekî şerm e.
Tiştekî dinî eşkere jî ev e; hemû sosretḕn ku di dîrokḕ de bi serḕ netewa Kurdistan hatine ji ber bḕdewletbûna wana ye. Kujtin, nefîkirin, çewsandin, perçikandin, qirkirin, bḕrumetkirin, biçûkdîtin, înkarkirin, perçekirin hemû ji bḕdewletbûna Kurda ye. Rastiya welatḕ me ev e. Ji bedela ku Kurd xwe bi xwe bi rḕ ve bibin, dewletḕn dagirker ev erk bi darḕ zorḕ girtine ser milḕ xwe. Lḕ dîsa eşkere ye ku divḕ hefsarḕ kurdan bi serwerî di destḕ Kurdan de be. Ew ḕn ku hefsarḕ Kurdan bi darḕ zorḕ xistinḕ destḕ xwe “qaşo birayḕn” me yḕn Musliman in. Lḕ qirkirina Kurdan jî heta nuha ji hḕla dîrokî de hergav bi destḕn wan dagirkeran lidarketiye.
Ew dewletḕ dagirker jî dibḕjin ku ew Musliman in!
Dibḕjin; Musliman tadḕ li Muslimana nakin!
Xaltika Hefso jî ji wan derewan îca nema bahwer dike!
Ji ber ku Xaltika hefso jî nuha bûye Kurdperwer!
Em dizanin ku civat û jḕhatbûna Kurdan hatiye qurmiçandin. Rûh û hişmendiya Kurdan dîl hatiye girtin. Ruhḕ Kurdan ketiye qefesa polayî, hişmendiya wana jı belawela bûye. Li çar aliyḕ me zebaniyḕn cehnemḕ hene. Zirekiya wan zebaniyan ya helî baş, bi rastî dijminayetiya wana bi Kurdan re ye. Di vir de ew baş zirek in. Mirovḕ Kurd jî di dawîya dawî de ji aliyḕ derûnî û siyasî de ketiye bin fişara wan hḕzen biyanî û dagirker.
Potansîyela netewa Kurd, dînamikḕn ekonomik, mirovî, perwerdeyî, derûnî, çandî û huquqî, hḕz û zîrekbûna mîrovḕ Kurd, heta nuha bi haweyekî azad derneketiye holḕ. Gava ku Kurd bibin xwedî dewlet, wḕ çaxe wḕ cewhera netewa Kurd bi haweyekî eşkere derkeve ber çavan û şḕnber bibe. Ev rastî wḕ bḕ sepandin û formata xwe ya netewî bigire.
Em dizanin ku pergala Cîhanî iro li ser bingehḕ dewletan bi rḕ ve diçe. Ew dewletḕn ku di vḕ pergala Cihanî de cihḕ xwe digirin, netewe dewletin. Netewe dewlet bi zimanḕ xwe, bi ala xwe, bi statuya xwe cîh di nava netewḕn Cîhanḕ de digirin. Huquq, bazırganî, spor, temsiliyet, sembol, leşker, huner, teknoloji, heta pere jî li ser wî bingehî nirxa wana bilind dibin. Çima ewḕ Kurd bi nasname û pasaportḕn biyanî li nav welatḕ Cihanḕ bigerin gelo? Çima ew ḕ 50 milyon Kurd li Rojhilata Navin bḕdewlet bimînin gelo?
Ma Kurd ji Eyşika Ereb in?
Ma Kurd Bacolî ne?
Kurdḕn ku van rastiyḕn netewî, şḕnber û dîrokî nebine, cihḕ xwe di pergala Cîhanî de zelal neke, netewa Kurd di pergala Cîhanî de bḕ maf û azadiyan bihele, bila dev ji sîyasetḕ berdin û herin ber garan e!
Ewḕn ku bi siyaseta Kurdperwerî jî dakevin divḕ bi dildarî, weke helbestvanḕ hḕja Biro Omerî ji dilḕ safî bibḕjin;
“Tew lo dilo, tew lo dilo
Agir kete senca çilo
Xelk û alem bûnḕ dewlet
Kurdistana me ma wilo”
Heçḕ ku Kurdistana me wilo bihele, Xwedḕ ji wana re nehele. Heger ew Kurd bin; Xwedḕ aqil bide wana, heger ew dagırker bin Xwedḕ aqilḕ wana biavḕje ser sergoyan, heger ew dost bin Xwedḕ rḕya rast pḕş wana bike!
Bi rastî îro di siyaseta Kurdan de du xetḕn sereke hene; yḕn ku dewletbûna Kurdan dixwazin û yḕn ku Kurdan bi tiştik û miştikḕn xwaro maro dixapînin. Ew xeta Kurdḕn netewî jî bi xwe dewletxwaz in neteweperwer in û Kurdperwer in lḕ Kurdḕn din nasname û pḕşeroja wana ya siyasî ne baş diyar e. Li ser projḕn vingîvala xwe diwestînin…
Ma gelo mirov siyasetḕ tenḕ ji bona sîyasetḕ dike? Kurdperwer divḕ hergav ji Kurdḕn wilo re bibḕjin û bipirse; ma hûn Kurd in çawa ne gelo?
Netewa Kurd divḕ ji bona xwe bibe netewe, ne tenḕ netewe be. Tenḕ netewebûnî di warḕ navnetewî de tu nirxḕn xwe yḕn bilind tüne ne. Netewe weke tḕgehek sosyolojik heye, ev rast e, ew tenḕ di hundirḕ xwe de heye lḕ ew ne ji bona xwe ye! Ango hişmendiya wana ya netewî lawaz e. Em dizanin ku netewḕn ji bona xwe jî di encamḕ dawî de netewe dewletbûnḕ dixwazin û diparḕzin. Divḕ em Kurd bibin netewe ji bona xwe, ne ji bona xelkḕ!
Ma tḕgiştina vḕ rastiya dîrokî û civatî ewqasî zehmet e gelo?