Edaleta Mîr Qendo

 
Edaleta Mîr Qendo
Dibêjin: Mîr Qendo hebû. Lê belê Mîr Qendo kî bû, li kû bû?
         Emê niha bûyera Mîr Qendo ji were ser rast biki

Emê ji were bi cî û war bikin, bê çi kes bû û cî û warê wî kû der bûn, emê ji were rêzbikin.

Mîr Qendo li gundê Deywan bû, Deywan gundekî bi Eşîra Erebîyan ve girêdayî bû dikete nava tixûbên navçeya Kerboranê. Dibêjin: Mîr Qendo bû Qend ê eşîra Erebîyan tevan, ew bû him bû Mîr Deywan û dûra jî bû Mîrê heremê tevdi. Mîr Qendo xerç û bêş ji xelkê sitandin û perê wî çêbûn, qesra xwe bilind kir, li dora xwe nerî  ku li dîwana wî çend xityar û xort hene. Helbeta herkes dibêjinê: Mîrê min ferman bike em amade ne. Çend kalê aqilmend jî heyeta Mîr Qendo bûn. Mîr Qendo bang wê heyeta xwe kir, ji wana re got: “Divê em sinorê xwe hîna fireh tir bikin, xerç û bêşa bêhtir bidine hevdû.” Heyetê got: Tu dizanê, tu çi bi bêjê em dibin fermana te de ne, ka bêje fikr û ramanê te çi ne?”

Mîr Qendo ku: “Ez dixwazim, em dewletekê çêkin!” Heval û hogirê wî gotin: “Dewlet tiştekî mezine em nikarin, ka emê çawa dewletê çêbikin?” Mîr Qendo got: Na ne tiştekî zor e, va melayê me heye û mela Şirî’étê zanê wê ji me re bibêjê şiklê edaletê çi ne, em jî, emê wisa bikin.” Heyeta Mîr Qendo biryar dan ku, wexta wisa hesanî bê ma çima em naxwazin, belê em hî dixwazin. Mîr Qendo bang melê kir, mele anî nava meclisa xwe got: Mela ka ji me re bibêje, edalet û xalê edaletê çine?” Melê got: Mîrê min xêre, tê çi bikê ji edaletê, ma çima tu li edaletê dipirsê?” Mîr Qendo got: Mela ez jî wekî Xelîfe ê Bexdayê, wekî Şahê Îranê, ez jî dixwazim dewletekê çêkim. Bila xelk bibêjin dewleta Mîr Qendo û Edaleta Mîr Qendo heye.” Mela jî, ne gelkî xwende bû, çend pirtûk xwendi bûn. Melê got: Wexta yek yekî bikujê, divê  ê qesas jî bê kujtin, wexta yek çavê yekî derxê divê çavê yê din jî derxin; yanî hertişt himberî hevdu ye.

Mîr Qendo got: “Bila edaleta me jî wisa be.” Tevan biryar dan ku, ev edaleta ku yek şeqamekê li yekî xinê pêwîsta şeqamek li ê din jî bikevê! Mîr Qendo çend peya pêwîrdar kirin û navê dewleta xwe jî kirin Edaleta Qendo.

Di hindur wê Edaleta Qendo de, yekî cûmikcî heye pîş pîşeye, di her tiştî de hewcedarîya gel çêdikê. Cûmikcî di xebitî û ku bû êvar cûmikcî pîş betal kir û singikê ku pê di şixulî xistine qula dîwar de. Cûmikçî deriyê xwe girt û çû male xwe.
Yekî diz jî dizî dikir, çû ku wan firaxê cûmukcî bidizê, reşbû ne didît wexta ku derî vekir ew singik kete çavê wîde çav teqand! Barîn ji diz hat, çavê wî kor bûn. Lê ma wê çibikê? Diz bihîst bû ku Mîr Qendo dadgeh çêkirıye ê ku xeletîyan dikin wa di darizîne. Diz berê xwe da cem Mîr Qendo. Diz çû dadgiha Qendo û giliyê xwe li cem Qendo kir, Got, cûmikcîyê we çavê min derxistiye. Mîr Qendo hema ban du peya kir ku, hema cûmikcî bînin. Peyayê Qendo Cûmikcî anîn dadgehê. Mîr Qendo got: “Cûmukcî te ji bo çî çavê vî feqîrî teqandiye?” Cûmukcî Got: “Wele heya min ji çavê wî nîne, min çavê kesî dernexistiye, ev derewa li min dikê.” Diz ku: “Belê welahî te çavê min derxist, singikê te kete çavê min.” Cûmukcî ku: “Haaa demekî tu çûye diziya alavên min ku tu bidizê û singik ketiye çavê te.” Diz ku: “Na weleh ez hatim ku ez bêjme te bê ji min re merşekê çêke, te singik kiribû devê derî de û singik kete çavê min.”

Dadgeha Qendo biryar dan ku çavekî Cûmikcî derxin! Cûmikcî li dora xwe nerî ku wê çavekî wî derxinin. Cûmikcî ji Qendore got: “Hûn çavê min derxinîn ez nema karim bi şixwûlim, ezê dev ji pîş berdim, wî wextî we temamê hewcedarîyên we kî çêbikê?”

Mîr Qendo got: Du çavên tene, yek herê, yek dimêne, yek besî teye.” Cûmikcî got: Nabê wexta ku ez bi destê rastê gulokên xwe diavêjim, ez bi çavê rastê lê dimeyzênim, gava bi destê çepê ez gulêokê biavêjim ez bi çavê çepê lê dinerim, heger hûn çavê min derxinin ez nema karim bi xebitim. Werîs û xwircezîn û benik û qetiq ê we kî wê çêbikê?” Heyeta Qendo li hev nerîn û gotin: “Îşê me wê tev xerabê. Ji hev re gotin, em çawa bikin û çawa nekin?” Yekî ji nav wan got: Wa li gundê Xelîlan Hiso’yê dirêj heye, wexta diaxivê çavekî xwe digirê, madem kî çavê xwe digirê û wî çavî bi kar nayînê, hema wî werînin emê çavê wî derxin, wê her tişt bicî werê! Ji hev re gotin: tiştekî wilo hebê ev başe emê edaleta xwe bînin cîh. Mîr Qendo bang du peyan kir û got: “Herin Xelîla wû Hiso werînin.” Peyayê Qendo ketine rê de û çûne gund, pirsîn, mala Hiso ê ku çavekî xwe digrê li ku ye? Mal naskirin, gotin Hiso ku, ew were edaleta Qendo. Hiso got, xêre bira? Gotinê: Dirêj neke, Qendo ferman daye. Feqîrê Hiso mecbûre bi wan re hat, gihana cem Qendo, derbasi hundurê Dîwana Edaleta Qendo bûn. Hiso got, Mîrê min va ez hetim xêre tu çi ji min dixwazê? Qendo lê nerî ku, welahî raste çavekî xwe digirê. Hiso’yê dirêj got, ma te çi ji çavê min e? Qendo got: Temam, çavê wî yê nuqsan derxinin û wê îş xelas bibê.” Hiso fêmkir ku wê çavê wî derxinin, hema xwe li devê derî xist û bazda.

Haha ha wele Hiso bazda, ketine dûv Hiso’de. Celebek peyayê Qendo ketine dûv Hiso de. Serok’ê Dadgehê jî qeherî û got: vîna li pêşberî dadê bêedebî kir, raperîn kir, divê ku em wî îdam bikin! Werîs anîn û sê darikê şenaqa ji Hiso re çêkirin. Werîsê şenaqê çêkirin, lê yê ku werîs çêkiribû qama wî kinik bû, li gorî xwe çêkir. Hiso jî li berxwe da lê xilas nebû, feqîrê Hiso girtin. Bi şiva bi radorî rihê Hiso ketin, te çima bazda ye. Hiso anîn cem cîyê şenaqê. Qama Hiso dirêje bû, nêzî du metre bû. Yê ku şelîta  şenqê çêkirî bû qama wî kinik bû, qama wi metre û nîvek bû, li gorî xwe çêkiribû. Yê dozger got, çê nabê ev Hiso dirêje û werîs kine. Kê ev werîs çê kiriye? Ewê ku şenaq çêkirî jî ewê qam kutik jî va li vire. Yekî ji nav wan got: “Kuro ka vî yê kinik bi xenqinin, şelît li gora wî ye, wî  bi xenqinin ferq nakê, ma çi ferq heye?” Tevan bi hevdu re gotin: Erê welah xebera te ye, bi çengê tê kinik girtin berbi werîs birin, yê qam kutik  got, kuro ez hevalê we me, yaho min ev şenaq çê kir, ma hûnê çawa min bi şeniqênin? Çiqas kire hewar û gazî lê xêr nekir. Mîr Qendo got: Wî bi xenqênin ji bo ku Edaleta me ci yê xwe nasbikê!” Yê kinik xeniqandin û kirin ku ziman ji devê wî kişiya!

Erê birano yanî îro li vî bajarê me eceba edaleta me kêmî ya Qendo’ye. Ez kêmî ya Qendo nabînim. Bahwerbikin, Qendokên me yî nû derketine, şêle bêle bîlmîyorlar. Dibêjin min ji menaş xara xwe berdidin ser de kaş li çi kevê ji min re baş. Evên xwedî kab û xar dem nîne ji ware, her sibeh û her êvare, dikin  wekî hercar, emê roj bi rij bêjin ax ax xwezî bi par.