Bîsmîllahîrrahmanerrahîm
Miletê delal û hêja! Di dest pêkê de merheba ji Nusaybînim.com re.
Û nivîskar û xebatkaran re spas . Gelî birayên delal û hêja . Ez di bêjim divit mere bi zimanê xwe ê dayikê fêrbe û binivîsê û bixwunê dûra zimanê biyanî bizanibe başe. Belê her nivîskarek li gorî zanîn û hebûna xwe hin tişta dibêjin. Wexta ku mere bi nivîse bi axive bêje gelek an hindik îlla mılet wê hinka ji nav vewejêrin , ji xwera her alimek û her nivîskarek li gorî zanîn û xwendina xwe û daxwazê xwe bi kar tînin. Gelek tişt hene ku nel gorî daxwazê mere ne . Tuxûp û pîvan hene tuxûba derbas neke û qapana xwe jî ne sivik û ne giran bike normal bike! Ev xalek derbas a duyemîn 2.
Belê hevalo , ka were ezê bi te bi şêwirim? Ez di xwazim tiştna bêjim hema pêşî musadê û destûrê ji te dixwazim , ji bo ku tu bibê alî karê min . Boçî gelek qedexe li hêla me û li ser gelê me nivîskarû helbestvanê me qedexe gelekin. Qedexa mezin a dest hilatdara ye a duyemîn a cahil û nezana ye a sêyemîn a berjewend dêr û dolab gerêna ye. Kuro de ka bêje tu çi bêjê bêje ma qey tu di tirsî hemen bêje ne bi tirse û nejî bi pirse fikrû ramanê xwe rexne û pêşnîyarê xwe teva bide xwîyakirin? .
Erê hevalo , tu van navtêdana didê min de ka ezê mînakê ji ter bêjim , Dibêjin: Rovî meyze kir ku wa kewek dixwunê dilê rovî gelek bijya goştê kew rovî ku wa birakê kew wele tu xweş dixwunê hema tu wekî bavê xwe nikarê bi xwunê. Bavête çavê xwe miç dikir û heta bîst deqîqa di xwend çavê xwe venedkir! Kew ku ejî karim çavê xwe bigrim û heta seatkê jî çavê xwe venekim. Rovî ku de ka bê raste tu karê wisa bikê, kew çavê xwe girtin û ku qaqebu xwend!
Rovî lê qelizî xwe çend kiryî zeft kir. Ji nû hişê kew hatin serê wî hema rovî wî zeft kirîye ku rovî ez xapandim, eceba ezê çawa wî bi xapînim? Ku birakê rovî başe tu min bixwe efyetbe hema malxerab ma tu nabêjê “ elhemdû lila” rovî ku elhemdû hîn temam ne kirî, devê wî vebû kew ku pirr firaya! Rovî wisa poşman bû!
Ku kuro ê ku têr nexwar bê û bêjê elhemdû lilah ez di qebra bavê wanim.
Erê bira ê minjî hela bismilah ema belê ezê bêjim lê belê ka wekî te ez bêjim an wekî xwe ez bêjim yanjî wek gela an wek edaleta Xweda an li gorî kotek kerû zordara ez bêjim? Herkes karê bêjê hema divê mijar û wate yê wên hebin, divê ku zad têde hebê, nego pûşê valabê, wexta ku mere da ser rêkê pêwîste ku mere zanibê ew rê diçê kûderê û mere bi çi armancê daye ser wê riyê wexta ku mere nizanibê ew rê a kîderêye û mere nizanibe bi çi meqsedê day ser wê rîyê? Mere wê bi betilê û bi kevê petaxlika herî û virkê em ji hevdûre di bêjin bira em birayê hevî misilman in anjî em dibêjin . Heval ka em çiqasî bi hevdûra rast in? Heta kîjan astê û kîjan qûnaxê em karin bi hevdûra bi meşin? Çiqasî bahwerîya me li hevdû tê ku em ji pişt hevdû nerevin ku em hevalê xwe di teqanê de ne hêlin! Ew
Soz û peymanê ku mere bidne hev eceba çiqasî emê li wan soz û biryarê xwe xwedî derkevin; eceba emê çiqasî bi çavê cuwamêrtî insan î yê li xwe û li hevalê xwe bi nerin. Bi wî şêweyî bi meşin gelo ev ra di mede hene?
Şertê pêşî çiye ku mere karibê bahsa edalet û huqûqa demokrasi û aşîtî yê wek hevî yê bikê! Girîngî û pêwîstî ya wê çîye divê ku ev tiştê ku tu bixwazê ev tişt hemî di tede mewcûd bin ev xal û ev damar di mede hebin hingî em karibin van tişta bi xwazin: Li gorî min heger olîbe û heger sîyasîbe bela civakî ûrfîbe jî ez dibêjim bê xwendin û bê perwerde û bi rist û bê bahwerî tu Milet ne gihişt ne armancê xwe , Gotinek bav û kala heye di bêjin çûka tevan di nîyandne tilûrî tilûrî diçû di hêlînê de di nîyand çêlîkê xwe miletê dunyayê tevan me di xapînin emjî hevdû dixapî nin . Melayê me olî waza dikin di bêjin ,Peyxemberê me ( s e v) Dibê men xeşena leysa limenna. zel wecheynî wel binafiqî! .Dibêjê çi. Ewê ku insana bixapîn in ew neji mene ewê ku du rûne ew binafiq in! Hinek ji vanê ku van tişta dibêjin û wateya vî tiştî zanê miletê xwe di xapênin ew binafiq hîn ji wan Cihûwê İsraîlê xerab tirin her yekî di bin perdekê xeftanekîde bi şêweye kî em hevdû di xapîn in demek wisa hatiya ku gurjî xwe dixî eyarê mîha û bi serde miletê mejî wesfê wanê wilo didin di bêjin kuro ma çi jê hatî ya hindik maye ku wesfê şeytên jî bi din bêjin şetan çi başe .Adem xapand zora wî bir hindik maye wêjî bêjin .
Jı xwe evê ku li ser navê İslamê û mele Seîdê Kurdî xort û xwende karê me di xapandin niha maske wan ketin erdê .Hişkere bûn ew xeftanê ku li xwe dikirin her kes îdî wî xeftanî nasdikê! Tiştê feşartî di dînê mede nînin her tişt xwî ya ye.
Gelî birayê delal û hêja em hêvî darin ku miletême bi her ewayî şiyarbe ne razayî be riya olîbe welew siyasîbe bazirganîbe netewîbe bila bi çi şêweyî be
Di serîde jî min got: Her tiştekî pîvan û tuxûbê wan hene ku mere wan pîvan û tuxûba zanibe mere ji derb nakeve bimên ne di xêr û xweşyê de.
Dilciwan