Gefê çewt û şaş gotinê dev belaş !

XEBEREKÎ PÊŞÎYAN  HEYE DIBÊJIN, Ê ELIMÎ JI Ê CEHEMÎ XERABTIR E! TÛRK DE  DIYOR KÎ  ALIŞKANLIK  KUDUZLUKTAN BETERDIR! 
 
Demekî  evê ku vê bitrîtî û van pîkolan dikin heta niha çi kirine ji wan re serifye  ê jixwe wê van hinera bikin.  Lê her tiştekî wextekî wê heye.  Ku qelandina gêrikan tê perê wan çêdibin û difirin, îca çûk ban hevdû dikin dibêjin, kuro werin va zîyafetek mezin çêbûye, gêrikan tevan dixwin dewya wan tînin xelas dikin, ev tişkî birastîye ev ne çîrok û heneke !
    Nafikirin ku êvarî digotin em birayê hevin bi hezar sala em bi hevre dijîn, li dora Çenekela û Kafakas bi hev re bedel dana, ev wexta ku pêdivîya wan hebê vê bahsê dikin sibeha vê dibêjin lê ku bû êvar  sibeh çû êvar hat deftera zirt û pirta divekin  bîçerîm keserîm asarim  têbê belkî li ber cebanê mirîya ne  gefa li mirîya dixwin.  De ka  werin xwe berdne  qadê emê hingî temaşe bikin wê hingî  kî şêr e û kî rovîye û kî çeqele xwîya bikin, hingî wê dîya hinka bilîlîyênê û dîya hinka jî wê ronika bibarênê.     
Ku li we teng dibê hûn dibêjin em demokrattin, em aşîtxwazin bariş severin, çavê me ne di axa kesîde ye.  Lê ku derfeta wen tên dibêjin emê di patkê bavê temamê dinyayê gin, bê hûn çi liab û cambazin lawo!  Lê vêna qenc zanibin ku ev dek û dolabên we nema dimeşin ku hûn li ser du şelîta dimeşin nîzêk ne dûr ew şelît wê ji hev dûrkevin hûnê li ser serî li erdê bibin kerx û mex.
Vî Gelê Kurd her wextî hurmet û fedekarî pêşkêşî we kirîye, dipêşya we de êrîşî dijmin kirîye canê xwe feda kirîye hûn xelas kirin e, her wextî bi biratî ber bi we tên li mixabin hûn bi dijminatî hem jî dijminatîke tûnd û tûj êrîşî Gelê Kurd dikin.  Kurdê Başûr  ned hundurwê sînorê wede ne, girêdayî dewletek e  başqe kar û xisarên wan bi hevre ne ,  pêwendîyên wan li cem wane, lihev werin yan li hevxin  ew biryar ne a weye, aw biryar  a Hevler û Bexdayê ye.   Xew bi çavê we nakevê  ha emê êrîş bikin ha emê wan serjê kin, ha emê wan daleqînin, emê wan bi qelînin.  Ev ne uslubê sîyaset û poletîqacîyan e, ev peyvê gundîyan li kolana ne bese bes.
   Ê ku xezebê bixwazê wê xezebê bibînê,  mezlûm wê bighin armancê xwe. Ev tûnd û tûjî wê  Gelê Kurd bighênê hevdû wê yekîtîyek di nav bera me de çêbîkê !  Emê karlîbin û dujmin wê bixesirin hem jî gelek.
     Gelê Kurd hûn tevan his dikin û bi çavê xwe dibînin, ewê ku berya niha dost bûn qaşo û niha hûn xweş dibînin bê çiqasî xedarin li gelê Kurd.  Wan çîrok û çîvanokê pûç di nav xwede bixne kîsik kî devê wan gêrêdin bavêjne serê bên. Bibne  yek bibne bend û sed û keleh, bela  zimanê çete û diza kin bibê