Gelî Kûrin, Zozan Dûrin

Gelî Kûrin
Zozan Dûrin

Gelî a kûrin zozane dûrin,
Kul û derd dijwarin, wekî şûrin.

Ez heliyam ji kul û van derda,
Feqîrtî jî hat û rist bi serda.

Aliyek min deşte, yek zozan a,
Min erdek hişk, bilind asîman a.

Çiqas hewl didim, qet lev nayê,
Seûd miri ye deng jê dernayê.

Ez mam di binê newalê kûr de,
Kul û derd tevî mana di tûr de.

Çavên min tarîbûn, roj kelî ya,
Xwumîn û nalîn ket van gelî ya.

Ji kul û derdê hogir û hevala,
Min rê windakir, ketim kûr newala.

Min dît bilbil di xwend bi goranî,
Li min gelek cor kir, bi giranî.

Min xweş temaşe kir, hem ji dil,
Derket ku teyrkê rîxo, ne bilbil.

Min ew bilbilê Asîl winda kir,
Ketim civatek li dora min gur.

Ew dahla tevî gul û gulîstan,
Diza talan kirin, hiştin wêran.

Ma kanî ew bilbilê esilzade?
Ew her bi kul û derd ê Welate.

Ez di xwazim ew rez û dehla şîn,
Ku em vexwin ji wê kahniya şêrîn.

Me gelek dît qahr mejî kişand kîn,
Tevî mane bê derman ew birîn.