Gilî û Gazin

Bi gilî û bi gazin em dixwazin,
Boçî em bi şûnde man û lewaz in.
 
Ku îş tê karê em naçin buwarê,
Derbas dibê nû em dibê hewarê.
 
Em ji xwe re nezan û tevî kor in,
Ji xelkêr jêhatî agirê sor in.
 
Îrana ku dijmine bi hezar sal,
Çare nîne ku bibê dost û heval.
 
Ew dijminê ku bi kîn û pir xedar
Çawa wê ji mere bibê dost û yar.
 
Ev xapandineke, gelekî mezin,
Ewê Kurdîstan têk bibê ser û bin!
 
Şanî Kurd didê qedehek ava sar,
Lê belê di navde heye gelek jahr!
 
Çawa hûnê bahwer bibin li Îran,
We zû ji bîrkir Qasimlo û Şerfgan!
 
We Jı bir kırin Qadi û Mahabat,
Ewqas kom kujî sergom û karesat!
 
Ev Kurdê xwelî li ser û tev reben,
Ji dijmin re dibine çarox û ben.
 
Di şerade jêhatîne wekî cin,
Lê li ser masê tev têne xapandin.
 
Boçi Kurdê fêris û mêr têk diçin?
Li ser rîya çewt, bê serî dimeşin.
 
Parîxwer û geprevên dibin rêber,
Ewê çawa dawê bikin çare ser?
 
Gelek dibînîn zor kotek, tar û teng,
Dikin berxwedan, tekuşîn şer û ceng.
 
Ku dor hat pênus û lênus ser tewlê,
Nabakin rewşenbîr zanyar û melê.
 
Dibakin darvanî cotkar û şivan,
Tevî belengaz û reben û nezan.
 
Berê xwe didine riyê çewt û şaş,
Dikin wek savara nekelî bê tewaş.
 
Dibakin e hevdû jevre di bêjin,
Em terka Ecem nakin heta mirin.
 
Ji berê de em ji wanre kolene,
Ew pêlewanin, taca serê mene.
 
Hûnê pirs bikin bêjin ev kîne,
Di nav mede rêber û biyanî ne.
 
Tevan jîr û jêhatî û şiyarbin.
Nerazayî çav girtî û xewarbin.