Kere Hertim Şeveder e

 
Kerê heqîqî bi kurtan in û bi barin,
Û ê diling jî, bê hevsar û bê ciharin.
 
Erê Ker kere, ha reş  ha sor û ha zere!
Aqil jêr nîne, her dimîne  şevedere.
 
Erê kere, lê ew jî  bi rih û bi cana,
Bi ling  ser û çava, lê ji aqil wêrana.
 
Kere hem bi kurtan û hevser û cihere,
Ji tevger û hebûna bûyerê, bê xebere.
 
Kerê reş gîha di gerdikînê bi fire fir,
Lê ew ne heydara ku lê diqelizê gur.
 
Êrîş dikê ew gurê bê ûjdan dev ji hev,
Ji kerê reş re  xelasî nîne,  jêr ma rev.
 
Ji bonî wî rihê şîrîn xelaskê ji gur,
Hata karê gazî dikê dibê zir û zir.
 
Lê gurê cûnik zeft kirîye ew kerê şîn,
Lê xêrnakê zire zir û hewar û qîrîn.
 
Gurê cûnik bi dest xist derfetek germe germ,
Dev avêt xafka wî,  li erdê kire term.
 
Ji gur re ne xeme, arvan ê xwedî ma li aş,
Gur dixwê  ew nêçîra gelekî xweş û baş.
 
Bela xwdyê kerê gelek bigerê  gund bi gund,
Cardî  peyde bikê  kerekî şîn  pir bilind.
 
Xwedî digerê sera ser,lê dît kerek zer,
Ji bonî êvara werê mal,nemîn lider.
 
Xwedî dikir, ew kerê serhişk û ser hesin,
Didayê ka û ce, bi ser dakir hin kizin.
 
 Lê fêmnakê ew kerê guh dirêj xwarinxwer,
Ew jî, nehate mal, li çolê ma şeveder.
 
Van şevê bihara rengîn, hat ew gurê şîn,
Kerê avêtne gur çend zîtirk û çend pihîn.
 
Xêr nekir  zîte zît, wekî hecar kir mirar,
Gurê berçî û har, serî û ling tevî xwar.
 
Xwedî vê carê peyde kir kerek sipî boz,
Ji bo ku hinekî fêmbikê ji pev û soz!
 
Ew kerê mezin î boz, bê hevsar û bê gem,
Ew jî,li çolê ma şeveder ber devê çem.
 
Ew  kerê pîr ji gur û keftar re bû nêçîr,
Çend roja xwarin, çirk dan û kirin fîrefîr.
 
Birayên delal hûn tevan zanin ker kere,
Ha sore ha reşe ha şînboze an zere.
 
Ewê  wekî wan kera wêran û hejarin,
Hertim Evê diz û şeytan li wan siwarin.
 
Evê ku  ji aqil û edaletê bê parin,
Hertim bi gazî bi qîrîn û bi hewarin.