Referandûm Mafekî Rewa Ye

Ji bona ku statû û pêşeroja Kurdistana Başûr baş bê diyarkirin hêzên netewî, ev demeke dirêj e qala Referandûma Serbixwebûnê dikin. Weke ku tê zanîn, referandûm rêyeke, helwesteke, tevdireke ku Miletê Kurd daxwaza xwe ya çarenivîsê bi vê yekê eşkere diyar bike. Ev mafekî demokratik e. Rewa ye. Referandûm bi taybetî weke rêyekê, weke çareserkirinekê, weke lêpirsinekê li gelek welatan tê lidarxistin.  Piştî referandûman encameke demokratîk derdikeve holê. 
Ji encamên referandûman re jî rêz tê girtin.
Di mijara Referanduma Serbixwebûna Kurdistanê de hevbeşiyek di nava Kurdan de heye. Em vê rastiyê dizanin. Parlamento, Partiyên Siyasi, saziyên medya û sivil, pêşmerge, hunermend, rewşenbir, kêm netewên Kurdistanê, bazirgan, belê hemû Kurd û Kurdistaniyan helwestên xwe ji bona referandûma serbixwebûnê dîyarkirine...
Ew helwest gelekî giring e. 
Yên ku di vê mijarê de li hicetên beradayî jî digerin û li defa hewarê dixin, zengilê şer li ba dikin, em navên wana nabêjin. Jî xwe ne hêja ku mirov qala wana bike… 
Lê di vir de tiştekê pir xerib heye; ew hêz, derdor û dagirkerên welatê me ji heman çavkaniyan avê vedixwin. Bi heman zimanî diaxivin. Bi heman mînakan sîyasetê dikin. Zirtan dikin, şîretan li dar û beran dikin û bi dengê xwe jî şa dibin! Li ser sergoyên dagirkeran bang didin! Qaşo qala Kurdistanê dikin, qala mafê gelê Kurd dikin, wekhevî û demokrasiyê dikin, xweseriyê dikin lê ku tê ser mijara bingehin, bi zimanê dagirkeran diaxivin… Çivan li xwe dixînin…
Mirov dibêje qey ew berdevkê dagirkeran e. Em hemû baş dizanin ku ew Kurdên çelqîyayîne. Sergêjin, sewsî bûne. Ji zivanoka xwe derketine, ji eslê xwe jî bi dûrketine… 
Xwezî mirov baş bizaniba bê ka armanca wana çi ye… 
Ma mirov tenê dikare bibêje ku ew derdor û serkirde nokerên dagirkeran e?
Xwezî buyêr ewqasî hesanîbaya…
Li aliyê din; li ser navê Miletê Kurd gelek hêz, dewletên cîran, yên navnetewî, saziyên sivîl, şerxwaz, canbazên sîyasetê, kujerên demokrasî û azadiyê, fitne û fesadê kolanan, cewrikên dagirkeran şîretan li gelê Kurd dikin. Yên ku şîretan li Kurdan dikin, her çawa be, xwe jibîra dikin. Hûn carna şîretan li xwe jî bikin, ma ne baş e gelo?  Nûha ne wexta referandumê ye hûn dibêjin. Em yekrêziya xaka İraqê diparêzin hûn dibêjin… 
Ma hema hergav hûnê ajandan ji Kurdan re dîyar bikin lo?
Baş e; çima referamdûmek di nava Miletê Kurd de ewqasi we elaqedar dike? Hûn çima ewqasî ji diyarkirina daxwaza miletê Kurd xofa dikin? Ma mafê miletê Kurd tuneye ku çarenivîsa xwe diyar bike? Ma me xaka welatekî din dagirkirîye gelo? Ma Kurdan êrîşa miletekî din kirine gelo? Ma me Kurdan gotiye li Qibrisê referandum, li Skotlandê referandum, li Katalonya ye, li Kantonên Swîsra ye û li gelek deverên din, Kurdan elaqedar dike? Heger referandum mafekî rewa be, çima ew mafê ji bona miletê Kurd derbas nabe? Xêr e, şer e, dagirkerî ye, binpêkirina mafê mirovan e, demokrasî ye, azadiye? Ka ji kerema xwe re navekî li vê buyerê bikin lo?
Çima wê miletek, kêm neteweyek, gelêk ku hejmara wana bi qasî bajerekê Kurdistanê tuneye dewleteke serbixwe avabikin, lê Miletê Kurd li Rojhilata Navin wê ji mafê dewletbûna xwe bêrî bimîne? 
Ev çi demê ev çi dewran e? Dengên me gîhan ezmanan!
Ji sedsalan û vir de miletê Kurd ev dem û dewran qebûl nekiriye û qebûl nake jî!
Em jî weke her kesî, weke her miletî mafê xwe dixwazin…
Dîroka me li ber çawa ye. Bedêlên ku me dana li ber çawa nin. Lehengiya Kurdan li ber çawa ye. Kî ji bona doza netewî hejmara qurbaniyên ku Miletê Kurd dane baş dizane gelo? Ji bona mafê xwe miletê Kurd bi sedsalan liberxwe daye. 
Wê liberxwe jî bide…
Miletê Kurd ji aliyên maf û azadiyan de ne kemî tu mileta ye. Em li Rojhilata Navin miletekî qadim in. Em mafekî, azadiyeke li vê deverê ji tu miletan zêdetir naxwazin. Li vê deverê kêmtir ji van maf û azadiyan jî tiştekî din qebûl nakin.
Bila vê rastiye kerr bibihîzin, kor bibînin û dagirker jî li mala xwe selawatan bidin