WE HEQ LI VÎ GELÎ NÎNE
Bi wan Kêlê kevirî û dûvê qutkirî ! Mesela mar û zilam, mar bi birayê wîve de mir. Birajî tirya mar qutkir bû! Îca mar digot: Were dîsa em bibin dost û heval. Bira ku: Ezê bêjim bi wan kêlê kevirî û tu bêjê bi wî dûvê qutkirî, emê cê dostanî û hevaltî bi hevre bin?
Wexta ku serîkî me bi Eshed ve bê û serîkek bi Kemalîst ê Tirka ve bê û serîkek bi Îranîya ve bê. Bê peyman û bê biryar, ji xwe emê ji gur û rovî û keftara re bine mirar! Çima Beşar Eshed karê bîst û çar dem hijmêra bi bermîla bomba bi ser muhelafetê de, bi barênê, lê nikarê dudu wan li Kobanê bi ser Dehaşi de berdê? Ev hevaltî ma li kû? Vî gelî ev ezyet û ev ceza heq nekirya; nizanin ne li êşin û ne li misraxêne.
Bira emê çi biratî û çi hevaltî û cîrantî yê bi hevdûre bikin? Di bêjin: Piştî tirê kezî kurê! Di dest pêkê de ew gotin û ew daxwazê mey xweş, me ku emê bistînin Kurdîstanek serbixwe, wê bibê biharek rengîn û tev gulê geş. Lê mixabin em bi şûnde vegeran em hatin xiş xişê. Ev demokratik Cûmhûrîyet çîye? Bawer bikin ez nizanim. Ez dibêjim, ev daxwaza Tirka ye CHP û MHP jî vê di xwazin. Her kes wekî hev Tirkin, wekî hev Tûrkiye lîne û her kes bêjin kalkê me Ataturk mezine! Şivqe li serê me tê, Kemal bavê metê, govendê bigrin û çar pîne lê xin.
Dibêjin Herne pêş, nabêjin herne paş Helbeta bi paşde gav avêtin şermeke mezine. Vaye li bakur em gava paşde tavêjin piştî vêqasê birano! Rastî û ne rastî Kurde warî û milet perwerî û hevkarî, berjewendî ya kesatî ev tevan diyarin. Tiştek veşartî nemaye û kesek nikarê xetayê xwe veşêrê. Ewê ku rastiyê di veşêrin û derewa bi kar tînin, ew xwe di xapînin. Av wê bidê bin wajî, nêzîk û ne dûr.
Jınkê ku: Xwezka ez li welatê biyanî bûkba ma, her wextî min wesfê malbavana xwe bidana. Îca ku qelem û defter tunebane, qemera û televîzyon tunebana û qeyd û tomar tunebana, eceba wê hineka ji van kurtîlxwerê me wê wesfê xwe bi çi şêweyî bi dana? Hingî reben û xêzana wê bahwer bikrana. (Di QÛRANA) Kerîm de, debêje: Naletulle allelkazibîn. Dibêje, wey nahlet li wîbê ku derewa dikê. Ê ev bese keko ma ev ne bese? Gelî bira wexta ku ez li vî gelî di hisênim û temaşe dikim, serê min gelekî tevlî hev dibê. Ez benî, mere li wan dinerê korin û ne korin, kerin û ne kerin, lalin û ne lalin. Ev bê qudoşî, her di rastî yê deye. Lê ji derew û bê bextîyan re, qazîkê ne xwendî ne! Bi qasî ku de van derew û qulopazîyan de jêhatîne ku çar yek ji vê di rastî û însanîyetê de bi kar anîbane, şiv li guhê wan ne di ket. Bi çavê serê xwe di bînin, ku nel hesabê wanbê di bêjin, qet me nediye. Bi guhê xwe his dikin nel hesabê wan bê di bêjin, qet me his ne kirye. Ku kî bêje me dît û me his kir, di bêjın, na ev derewin ev ne rastin, tiştê wisa nînin.
Niha ji vî gelî re rahnikik xwîya dikê. Civaka Dewletê nev Netew î dibêjin: Emê arîkari ya Kurda bikin, zulûm û zor li vî gelê Kurd dibê, divê ku em van Rêxistinê Tûnduraw ji nav wan derxin. Wan ji vê belayê xelaskin. Ewrupa û Amarîka dibêjin: Emê çeka bidne wa û hêzê asmanî jî arîkarîya wa bikin. Lê mixabin wekî mesela (Nebî Mûsa) Ê ku: Na na bela Xweda kerekî nedê min û hêstirekê nedê cîranê min jî. Ez gelek di vêna de di fikirim ez di bê, ji sedî sed ew kesê ku wisa bersiva Hz. Mûsa da ez di bêjim, ev Kurde! Na kuro na, sîleha nedne pêşmerga. Ev tê çi wateyê? Em darê dibin xwede di birin, em ava ser pembûwê xwe qut dikin û malikê li xwe xera dikin.
Hinek xwe ji Kurdî tîyê dur dikin, nakevine tebayî ya gelê xwe î Kurd de, xwe dikine bin şemsîya dijmin de. Wexta ku dijmin wan qebûl nakê û wan dikujê hêj nûka dikin hewar û gazî! Ha birano kes nayê bi meve, ma kanî kurdî tî? Divê ku a pêşî mere hey ji qewmîyet û civaka xwe hebê. Wexta ku mere li xwe ne pirsê, her wextî di wextê xwede, ku Penceşêrê avête kezebê derman nema xêr dikin. Îro di vê kêlyê de ji Kurda re derfetek hatiye, derfetek gelek rewa. Bela gelê Kurd qenc bi zanibin ku her wextî ev ferset nayê. Bi sed sala carek derfet tên, ev jî yek ji wan derfeta ye. Wexta ku Kurd vê jî, ji destê xwe berdin, zû bi zû nema keysê wekî vê nema tên.
Hevdû qebûl bikin. Bo çî hûn dijmin ser serê xwe qebûl dikin; lê çima hûn hevdû qebûl nakin? Ma ev jî ne bê si ûdî, bê qudoşîyeke û nexweşîye ke bê bijîjke. Ev nexweşîya ku wicûdê vî gelê Kurd de ber dewam dikê, ev gir û kîna ku bi hevre di meşînin rihetî ji wanre nîne, serfirazî nîne. Ev kul û derd û axîn ma heta kengî bi vî rengî?