Li dinyayê me zimanek heye,
Ew zimanê me hebûna meye,
Zimanê dayîka me bi xweye,
Dayîk nexweşe li benda meye.
Boçî em li ziman nebxwedîne,
Zimanê dayîk piroz û şêrîne,
Dayik berdewama Med û arîne,
Kahnîya gula bexçekî rengîne.
Heger em dixwazin ziman hebê,
Bela destê me ser pênusa me bê,
Tu çend ziman bizana ête serek bê,
Her wext nasneme li bîrate bê.
Divê pênusa bisaz û ewazkin,
Bo aslu pesnê xwe tevî naskin,
Hingî em karibin rê serraskin,
Xwe ji xeletîya tev xelaskin.
Zimanê dayîkê tevî yeke,
Bi zimanê xelkê difrê neke,
Dem û dewrane çex û feleke,
Dayîk bi rûmete fedî neke.
Bi zimanê xelkê ne galgale,
Ew ziman ji tere qet ne male,
Xwedî bi tere tucar ne hevale,
Berê te, didê şer, ew li male.