Min ji wan ra xwend hin ilm û edep,
Çav li nava serêwana bûn lep.
Di wirde hebûn çend î heb,
Ew lawê zîynê ê neseb.
Derd û xemê wan parî gep
Îşê wan tev fitne û seb.
Evan kirin tev çûr û çep,
Tev hîla xapadin û tep.
Bi wî riwê qebih û fahş,
Qerewat girêdan qumaş.
Ha dibêjin min ji menaş,
Li çikevê ev ji mer baş.
Bi keda oraş û qere qaş,
Her bûn xwedî soz û miaş.
Di bê bi gorna Şehîd ê baş,
Em di bêjin ka birhan û laş!
Ew dibêj nekin bahs û nîqaş
Ji mera tê gelek şerm û şaş.
Dikin vira wek bablîsok ê,
Xwe dikin wek Şehîdê Bagok ê.
Ji berjewendîr dibê okê,
Na fikirin hesabê rokê.
Ji xwer nepixîn weke gokê,
Xebatkar man fato fehokê.
Evê bûn parî xwer, naçna şer,
Nîna ferqa wan û viroker.
Ku tirşikek hebê li kû der,
Nan bi deste di qedimne ber.
Tê dengê defê û zirna zer,
Hertim ew di reqisin li ber.
Govendê digirin sera – ser,
Çequber dixwunin ji ezber.
Bûn qurban simbêl sor, kezî zer,
Ew li sûk bi qundra motkemer.
Amade bû bênder sekinîn li ser,
Ne sûal ne xeber çiwal dan ber.