─Kîn û fitna û berberîya gunda, zikreşiya mihelê û pevçûna li ser zarokan, başqeye û dawa Netew başqeye! Van tişta nexne nav hevde. Ku van herdû mijara bêne cem hevdû emê jê bi jahrîkevin, emê herne textora tedawî wê dirêjbibê, devê vê defterê bigrin. Xala dudu-wa li zimanê xwe xwedî derkevin, qîmet bidne zimanê xwe , ji kultura xwe dûr nekevin êku wêja kurdî zanibin, nirx bidne wan, rewşenbîrê xwe ji xwe dûrnekin, rêza nivîskara, bigrin.
─Amadebin bi kar û barbin, xebatê ku we kirin bela riknêwa ji esasbin. Rojekê êku bi şûnwede hatin aferîn û spasîkê bidne we. Li xwe guhdarbin ku hûn nekevne xeletiyê wekî Kor Huseyn Paşa û Diyab Axa. Çerxa cîhanê gih li jêr û gih li jor, wê hesab werê her kesî bi dor!
Bira herkes xweşîyê dixwazê. Lê xweşî çiye? Me tam ji xweşîyê fêm nekir, xweşî çawaye? Li gorî ku me tiştikin fêm kiribûn, me bahsa rasti û xweşîyê kir, kevir û kuçik lime barîn! Divê ku hêjî em bixwînin; tecrûbene dî, bistînin hingî emê tiştna fêmbikin ji vî gelî, vî gelê nezan. Wexta ku mere Kural û qaîde, tabîet û heraketê vî gelî fêm nekê, mere nikarê tutiştî bikê. Divê ku em fêmbikin xweşî bi çi şêweyîye? Gelo xweşî ku em têr koşt û fêkî bixwin û em palvedin gelo xweşî eve?
─Li gorî min xweşî huzûre. Ka ezê ji we bi pirsim; Huzûr, eramî çiye? Li dinyayê li deverna heye, an tuneye? Ya me navê wê bihîstye, dibêjin xweşe! Gelî bira xweşî û huzûr di destê medeye, di nabeyna du livê medeye. Eva ku em huzûr û xweşîyê bi karnayênin, ev ji zikreşîye, ji bexîltiye. ─Ezê mînakê bêjim: Wekî (Hz Musa) wexta ku çû serê tor û sîn feqîrekî ku ya Musa, bêje Rebêmin bere tişkî bidê min. Ezê kin lêxim wexta ku Musa vegera feqîr çû peşya wî; ku ka Rebêmin çi got?
Hz. Musa got: Rebête ku ezê kerekî dime wî û hêstirekê dime cîranê wî. Ewê feqîr ku na na na, bela kerê nedê min û hêstirê nedê cîranê min! Îca bira, min gellekî li ser vê çîrokê lê kolîn kir. Ez gihame nêzîkî agahîna, tijbihê ku hinek ji van însanê me ji wê esaleta wî zikreşîne! ─Ezê ji were tiştê gelek girîng bêjim. Hema derewa tenê nekin emê bi serkevin. Ku sê miha evê derûvan derewa nekin, ewjî wê bi elimne tabîetê însana; hebkî bahwerî wê liwan werê, emê tiştna ji hevre bêjin, qenc û xerabiyê ji hev vewejêrin.
─Ev peyv carne dîjî min gotiye. Ezê dîsa bêjim ─Gelek tiştê me hene ku bi şirîkatîne û em nikarin leva jî bikin. Wexta ku hinek bêjin ême hinekaye, şirîkê me nînin; wî wextî wê li ber me teva xerabê. Ev tiştê bi şirîkatî çine? Ma hûn nizanin ku Al zimanê dayikê xwezaîya welat nexşî û sermedî, ba û baran, bihar û havîn ême tevane. Ev xwezaî, çar wext û dem li her welata tunene. ─Ez hêvîdarim ku em riya tarî û aronî jev vewejêrin, di pêşe rojêde çi pêwîste, me çi amade kirye, ev hesab û kîtab hebin?