Apê Hafûnî

Ew gurê çelengî û jîr, Bûye apê hafûnî, pîr.

Ew gurê cewrî cefûnî,
Rast hat, li apê hafûnî.

Got: Boçî tu bûyî lewaz?
Tu hewqasî bû belengaz.

Got: Ya birazyê minî Rewz,
Ez nema karim bixwim pez.

Ku tu wer apê perîşan,
Bide pey min bi dil û can.

Hema dighim, pez û şivan,
Ezê çêkim ew yek kerman.

Apê Hafûn got: Kurê tirê,
Ka tu ji kîjan kune gurê.

Got: Apê Hafûn gelek noj,
Ezim cewrê kuna beroj.

Got: Ew her demî war û wir,
Dernakevin fêris û gur.

Ku ev gotin a te wek kevir,
Ez ji hemê gozê hîn mêrtir

Ku tu gernasekî wekî şêr,
Heydê li peyte, ezim mêr.

Dane rê wekî hespê rewan,
Li pêş wan heya pez û şivan.

Got: Apê Hafûnî pir xedar,
Tu li vir bimîna her şîyar.

Ez ji ter tînim bizin an kar,
Êrîş berda pezê sor bi xar.

Belê   hena    deqo   û  siwar,
Wekî   piling  û  wekî   keftar.

Herdû êrîş kirin pir dijwar,
Lê kirin wekî mij şev û tar.

Berê wî dan lat û her zinar,
Li pêşya wî guher bû mişar.

Di apê Hafûn bûhurt bi xar,
Apê hafûn mabû bê ne çar.

Hafûn ket pêş deqo û siwar,
Veçirîn heta ku bû eyar!

Şivan jî hat bilez gîha ber,
Şivan şikêrek kevir da ser.

Du roja wilo ma bê mefer,
Bi halekî xerab, hate der.

Bi çi halê xerab çi rewşê,
Ew hişke - hişk, heta dimeşê.

Rast hatibû li gurê gernûs,
Gotî: Mamo bo çî tu qulûz?

Mamê hafûnî ê dev kulot,
Herî ser û binî jêre got:

Ku ew pêzeveng ê bê qudoş,
Ew dola pîs ji kune beroj.

Xweş jê dipirsî mamê izêr,
Tu ji ku kunê, ku a nizêr.

Gotî: Bav û kal, fêris û mêr,
Her û her î dikin şîv û xêr.

Ew gur ê kunegura nizêr,
Ku apê hafûn tu wekî mêr.

Tu bide peymin lê ezim şêr,
Ji tera çêbikim, çetilxeyr.

Li pey ker hebû sofî  İniz,
Herdû gura da pey bûne diz.

Barê kerê hemî teva sêv,
Dahşik bi dûvde herî bi kêf.

Dev avêtin xafka xweş û nerm,
Heta sofî   dît   wê  kirin  term.

Sofî bi lez û bez her bi meş,
Gur berê xwe dabû ker a reş.

Sofî bezî dil bi kul û hewar,
Dan erdê tevî bar, kirin mirar.

Sofî bi haw - haw gîhabû ser,
Sofî iniz  kişand çend keser.

Liser sekinî, ma bê mefer,
Ji destê wîna çûn dahş û ker!

Hewarî şêx û sadata kir,
Evan jî jêra tiştik nekir.

Barê sêva tevî vala kir,
Meşî her dest bi nifira kir. 

Ji nû cewrê ku jêr dibê gur,
Ewî xweş ban apê hafûn kir.

Gotî: Mamo bixwe dahşa pak,
Yan jî bixwe sêv û kera mak.

Tu temaşek li lawê İzêr,
Bi bîne çawa derdikevin mêr.

Ev serpêhatîke wekî zêr,
Ev tişt  der dixin  rovî û şêr.
                              Dilciwan