Aqil çiye û Aqil çawaya ? Bikêrhatina wî û bi karanîna vî Aqilî bi çi weznê tê feslandin,
bersiva vêna çiye? Dibêjin Îmamê Cahfer ji feqhê xwe Ebû henîfe pirs kir ku Aqil çiye ? Ebû henîfe fikirî bîstekê, dîsa Îmamê
Cahfer pirs kir ku aqil çiye? Dîsa Ebû henîfe bersiv neda, derba sisiya ji nûde Îmamê Ebû Henîfe got: Aqil xêr û şere yani qencî û xerabîye. Îmamê Cafer got: Nexêr ne wisaye, wexta ku tu qencîkê bikê anî xerabîkê bikê herkes zanê ku te qencî kir anî xerabî kir. Ebû Henîfe ku ji vê zêdetir ez nizanim ka tu bêje, aqil çiye? Îmamê Cahfer got: Aqil ewe ku xêr û şer qencî
û xerabîyê jihev cidwa dikê pisporê nav biri ye, Însanê qenc û
pîs jev di vewajêrê Aqil eve!
Aqil Hiş û fêhm koka wî ji sê xala tê bingihê. Aqilê seyar biharî heye, aqilê sabît yanî dicîde heye, ê normal heye. Ev hersê made çawana ? Aqlê diciyê xwede her wextî şiyara qadire, qadir cewabe, rêberekî pispore, çeke ku tu xwe pê
biparêzê, xeletiya nakê, hertim di riya rastde dimeşê! Lê ev aqil herwextî û bi herkesîre peyde nabê, ji hezarî yek pêre heye, ev dana Xwedaye, Xweda nadê herkesî. Aqilê duyemîn bihariye seyare kêlîkna di şuxulê dikevê xulobata bi têştê xerîp dilebikê di hundurwê wî qalkê serîde gelek tîşta tênê rojevê. Ew xuwdyê wî aqilê biharî seyarjî di wê kêlyêde li xwe bahwerdibê, dibêjê ez gelek zaneme û ez karim her tiştî bikim.
Ew feqîrê ku aqlê wî jêre xweş dıkê berê xwe didê dîwana nav Zanyar û Rewşenbîra Pispora ku peyvekê an dudûwan axivê, ew aqil tevan dibê girrik li nav hev diqelibê nema tiştik tê
bîrawî xwe di hetikênê! Aqilê sêyemîn bi piranî normalin bi xilbeyî aqil tijbihne hev. Ev Aqilê ku bi piranî tijbihne hevdû pêwîste ku ev bêne perwerde kirin. Çawa perwerde? Ezê ji were mînakê bêjim, ev masa ku ez li ser di xebitim berê qormê darêkêbû û
bi çi şêweyî bû çiqas kirêk û xwehr bû. Lê di çend tezgeha û xîzara re derbasbû heta ku hate vê rewşê û xweşikbû ez li ser di
xebitimîşê min dimeşê gelekî xweşe!
Aqil divê perwerde bibê gelek lezgîne ku ê vî welatî, gelême perwerde bibin, ji bo ku emjî bighêjne xelkê cîhanê, ku emjî karibin wekî siyasetmedar û rewşenbîrê Alemê emjî zanibin Heq û
Huqûq çawane û Aşîtî wek hevî çiye ? Aqil ne di bedil û qerewatê
deye aqil ne di berîka tije pere û difrê deye, aqil ne di şaş û cibê
dirêj deye, aqil ne ji piçûkatî û meznatiye. Pêşî aqil dana
Xwedaye û dûvere di perwerde û xwendinê deye di nava civînê mezinde serpêhatinê, aqil distewihê.
Dewlemendî çiye û feqîrtî çiye? Feqîrê malê dinya yê hene û feqîrê aqil hene. Ji van herdû xala kîjan zore ? Ew feqîrê malê dinya yê gelek zor û zahmetî di kişênê lê nakevê teqanê bê qam
û riyê bê şerfîtiyê hey ji xwe heye! Lê ew feqîrê têr pere lê mixabin aqil nîne ev siûdeke Xweda pere danêde lê aqil nebê ti
fêdê ji wan pera nakê, ji xeynî ku zikê xwe wekî dermala dagrê başqe nizanê, ku ev tenêjî bê dîsa normale lê carna evê têr pere dikevine teqanê mezin û riyê pîs û bê şeftî, amalviritî eve! Birayên delal raman gelek dûvdirêje ku ez berdewam bikim dih
rûbel têrê nakin, emê hinekî kurt lêxin ku mere lêkolînerbê daxwazbê hindik jî mere fêmdikê. Birano min helbestek nivîsye di nivîskar . com de li ser Ahmeqê ji xwe razî. Gelê me gelekî vê
helbestê di xwînin. Îşê vanê ku herwextî ji xwe razîne gelek zore bi wanre derbas nabê
Belê hevalno sietne ku bi pîla dişuxwulin hene wexta pîla wan ziîf dibê siet şeşe ew dibê duwazdeh an siet dibê deh ew hîn pênce gelek însanê me aqlê wan bûye wekî wan sietê kelp, heroj tu dibê tamîrê çêdikêjî dewama wê sieteke, ev însanê ku
serêwan bûye wekî wan sieta, bi wanre hevaltî nabê. Ezê dawya axavtinê bînim şad û bextewarbin.