Werin werin va kengê,
Her bi kêfû bi rengê,
Emê bikin wekî pengê
Xelasbê ji toz û zengê.
Tu pir dolemend û rindî
Xwedî rêbiwar û gundî
Keç û xort şêrîn û cindî
Her demê tu ser bilindî.
Tu xweş cî û xweş war î
tu bi ebor bi debar î
Bi dîrok û pir kevnar î
tu xerabû bi çend car î.
Werin - werin va kengê
her bûy cîyê şer û ceng ê
Tu nis û bis an tu keng ê
Ez dibêj tu şoxû şeng ê.
Tu her bi av hem bi çemî,
çele ser û havîn germî
Payiz bi hinar tev hirmî
Tu her bi def û her bizirnî.
tu qûnaxî tu ji bo miletî,
Tu mekanû bi ziyaretî,
Tu bi hudûd û bi serxetî
Tu bi dergehî bi binxetî.
Va bin tere qamişlok a
Di ser tere xweş bagok a
Bi xweş dîmen û dîrok a
Tev bîr û deng aş û cok a.
Ji mêvanre tu xweş malî,
Tu seyrangeh û sentiralî,
Ez lê di gerim çardeh salî
Axînek tê min kûr dilalî.
Resenê te tev qedîmîne
tev kurd û erep yaqûbîne
Tev hevre dêr û camîne
Kengê xweş cihe û zêrîne.
tu xwedî eşîr axa begî
Ser û bin bû tev bi derbekî
Boçî her roj tu li hawekî
Bûne parsek û newêrekî.
Ji tere bêjim yek xeberê
Ez digerim li çare serê
Emê te bikin wekî berê
Gul û çîçek wekî emberê.