Xal yek. Emê bêjin û bi nivîsin! Birano divê ku em her wextî berhem û bernemê xwe, rexne û pêşniyarê xwe, engeşt û doznemê xwe van tevan bi kurdî em bêjin? Neb tirkî , neb zimanê biyani bêjin. Wexta ku mere bi zimanê xelkê xwe bi difre bikê gelek şerme! Pêşî fêrî zimanê xwe î dayikê bibin dûra hûn çiqas zimana bizanibin başa qence.
Ku ew zimanê me î dayikê nebê em wê kultura xwe windabikin; ev tiştên din tevan valane! Gava pêşî koka darê riknê esasî zimane. Bingeh û hebûna qewma û nasnema mileta zimane! Ku gultur û ziman nebê bela Dewleta Tirk û Erep û Ecem jî bêjin em hemî Kurdin; ne hêjaye nîv qurûşî! Emê derbasî xala dudûwan bibin. Gelî miletê Kurd: Ey Gelê hêja jin û mêr bi tevahî bi fikirin tilya xwe bidin cênîka xwe û biryarek ê bidin. Gelek mûhîme girînge pêwîste; ku em bi tevahî li halê xwe bi pirsin? Kurd no qenç binerin, fekin em di çi halîdene? Em di çi rewşêdene? Em gîhane çi astê û çi qûnaxê? em vê di ber çavanre derbas bikin.
Gelî bira: Em gîhane asteke gelekî xerab û talûke; newaleke tarî! Lê belê carna mişrqê rojê jî di navre tavêjin, evanjî işaretê serkeftinê ne! Heger em yekîtiyê û hevkariyê xwirt bikin; em hevdû himbêz bikin, em xwe nas bikin; wî wextî serkeftin û azadî ameye! Lê belê ku em li hevdû hinceta bi gerin! Em li pêşya hevdû telîka bi kolin, dûra em bi du hevdû gazina bikevin û berjewendiya kesatiyê ve bi bezin ku em hevdû arzan bifroşin wî wextî îşê me gelek zora! Pêwîstî û girîngiya me çiye? Divê ku em hemî bi hevdûre lingê xwe li erdêxin. Em bêjin yan mirin yan azadî. Ku em çareserîkê nekin, em li halê xwe ne pirsin; wî wextî emê têk herin, li ber linga bi perçiqin emê bi helin asimle bibin, emê bên bi şaftin! Geli bıra ma ne şerme ma ne gunehe ku mere xaintıyê li hevdû bikê, hevdû bi xapênê? Wexta ku gelê mere bahwerî yê bi mere bînê, xwe bispêrê mere, em rabin xaîntiyê li wî gelê xwe bikın gelo sûcê ji vê mestir hene di dinyayêde? Berjewendiyeke şexsî çi rezalete?
Qismê berjewendî menfîeta şexsî heta qûnaxekê dimeşê, heta nuqtekê ji wir û pêde nameşê, dewama wê nîne, di wextekî hindik de wê ew rezalet derkevê . Divê ku em tevan qenc bizanibin çi hattiye serê me vî miletî û bav û kalê me tevan. Ku em divê dawê de têk herin hîn ji bûyerên bav û kalê me xeraptir wê werê serê me vî miletê Kurd! Boçî hemî ji bê tifaqî û nezanî û ne xwendî ev têne serê me. Bela herkes bizanibin bûyer û dîrokê derbasbû yî . Ew rêzan û rêberê me ê olî û axa reysê eşîran bê çawa bi rihetî hatne xapandin bi berjewendîne hindik bê rûmet ketne xefkê neyerde! Ji qewmiyeta xwe dûr ketin. Di demekî hindik de cardî neyar ban wan kir ku werin êku xeniqandin, êku sergom kirin di zîndana de mirin, êku revîn derve yî welat, bûn muhacir sêwî û berçî! Gelî Milet ma we ev tişt çi zû ji bîr kirin ma hûn nizanin? Şerm bikin xwe nasbikin bese yahu heta gengî hûnê bi dû parya de bin.
Gelê delal Xweda hûnjî însan bi dest û ling û çav û bi aqil dane dinya yê! Boçî hûn xwe dikine kole û xwilam dibine diz û derew van? Çi hewceye xwe nekne wekî pisîkan li ber paryê xelkê ne vekevin. Kuro hûnjî mêrin bi simbêlin heta bi jinê kurda jî jine mêrin! “Gotinek pêşiyan heye dibêjin şêr şêre çi jine çi mêre.” Bela ev mînak li bîra jina bê bizanibin ku ewji hene! Şeref û hisyet Qewmiyet û adalat ji mera ferze pêwiste girînge. Bihisênin ezê şîreta dawî li we bikim: Kuro dev ji parya bedrin wexta ku ev daw û doz têk herê ew paryê wejî wê li we bibne jahr! Wexta ku qewmiyet nema şeref û namûs jî namênê, ku ziman çû dîn jî wê herê, ev zimanê ku em taqîba dînê xwe bi vî zimanî dikin; ev zimanê ku em pê îbadetê dikin, em govend û dîlana bi vî zimmanî dikin, ku ziman çû ti tiştî me namênê! Hûn tevan vê qenc bizanibin ku qewmiyet ne Belediye. Zimane kulture .
Hevalno xwezka ku me mahkemeka adaletê danîba û hesab ji gunehkara standiba, dosyayê xaîna derketiba, qenc û pîs jev cidwa bûba, çiqas başbû wilo lê ma kengî? Va dawî hat bi vî rengî. Însanê baş hene lê mixabin tişt di destê wande nîne. Ji qahra diza û xaîn mileta nava wan di kelê weke beroşê dikî ku bi fûrê û qelpax bavêjê. Mutleqa wê roja hesab û kîtab wê werê. Hemû tişt tomarkirîne di arşîvê camêrade not kirîne heta wê rojê…