Çareserî û pêvajo Ev heşt salin ev mijar wekî tezbihê diçê serî û di vegerê binî. Ne kurda û ne tirka tişt jê fêm nekirin! Ji sala du hezar û çara de Erdoxan vê bahsê û vê mijarê ser hevre û bin hevre dibê û tênê. Lê ciwate lev nayên. Dinya tê guhertin mejbûr me bihedinê nê. Erdoxan di xwazê li gorî xwe bi fesilênê, nel gorî me. Li gorî wî emjî qebûl nakin hingî pêvajo wext di xwazê.
-Em carna dibê çima ev dawe safî nabê? Hemî ji ber ku rastî nîne! Ku rastî hebana çozim çareserî şeş mihin, wî fesil çêbê; Ev bûye mesela perê qelp û koştê heram! Dibêjê çözüm çözüm çıye? Çözüma wi ji bonî me çozmîş bikê, me xelas bikê, me asmîle bikê û hin bihin pêde tê. Ber bi daxawaza wî diçê, wexta ku li Şirnexê bi tirkî bi axivin wê Erdoxan bi serbikevê, vê bizanibin. Em hin bihin têne xiş xişê! Bê qeyid û bê şert em şer disekinênin; Wekî wan peymanê devkî berya niha bi not salî ji wan xeletya me ders negirtin.
─Bahsa dadgeha bingihî dikin; bi temamî wê bê guhertin an na? Di hundurwê wê xelekêde navê kurd û Kurdîstan heye an na? An gelo ev Lozana duyemîne? Em dibêjin li Lozanê em xapandin hîle lime kirin, em vê qebûl nakin. Lê vê carê emê çi bejin ji Gelê xwere, ji Gelê dunyayê re, bêjin çi? Em dıbêjın em xapandin, çilo em xapandin? Em dibêjin: Pêşîmam û serkêşême nexwendî û nezanbûn heyawan ji siyaset û gulobalbûna dinyayê tunebû, ji vê yekê em hatin xapandin. Lê vê carê emê bêjin çi? Emê bêjin kê em xapandin, me xwe xapand; Îdî dermanê wê li kû heye?
─Bi salan girtin û kuştin û berxwedan. Hertim em dibêjin demokrasî . Wexta ku bahsa demokrasî tê gotin em dibê belkî dinya wê bibê Mehdî! Lê demokrasî werêjî nej mereye, ev demokrasî ne ameye. Boçî nej mereye? Demokrasî bi derewa, ne serbixweye, ne hure, ê ku bahs dikê û êku demokrasî çêkê, ne serbixweye û ne raste jî!. Heta ku bêjin kirmizî çizgîmiz var tu demokrasî çê nabin! Ev ne derbek û dudo, ku dibêjin emê demokrasî bênne Tirkî emê Kurda jî bixne nav vê demokrasîyê de. Lê di zîvirê diftilê ku nepoxeke valaye. Armanc ewe ku me asmîle bikin demokrasi eve. Dibêjin:
─Aşîtî wek hevî, wexta ku em bûne tirk, jixwe em dibine wekî hev, tiştik di nabeynemede namênê! Dibêjin:
─Ha emê demokrasi pakêti çêkin Doğu Güney doğu ebori perwerde bırayên me kurd û Laz, Çerkez, Erep, Suryanî wek hevî bi dev pir xweş dikin! Lê ezê ji were mînakê bêjim: -Yekî sazbend mitirp çû oda axê sitranek got, xweş kir, axê ku welahî te heland ezê du zêra dime te, wesfê axê da hê xweştir kir, axê ku vê carê ezê çar zêra dime te! Dawî hat xelasbû, civat belabû; mitirp ku Axa ka şeş zêrê min li cem te çêbûn. Axê ku zêrê çi kuro çi zêr? Mitirp ku axa te ku ezê hevqas zêr dime te . Axê got:
─Lawo te wê kêlîkê xweşkir kêfa min anî, minjî ji tere xweş kir kêfa te anî; va civat xelasbû em bûne wekî berê! Evjî peymanê me û tirka bi vî şiklîne. Heta ku wê zagona bingihî wê dadgehê, ne guherin, di dadgeha nûde navê kurd û mafê kurd neyê tomar û qeyd kirin ev gotinê devikî tev belatewşin. Ew her me di xapînin lê çima emjî xwe dixapînin? Em xwe dixapînin û em xeletyê xwejî qebûl nakin; ku rexnek werê me - em xwe har û dîn dikin! Kesek nikarê bêjê kesî heval ev xelete, ji hev çavreşî dibin, ji hev dûrdikevin.
-Nivîskar û rewşebîrê me diçin dunya tv, heyat tv , anjî qenalê turka bi tirkê bahsa kurd û Kurdîstan û demokrasî heq û edaletê dikin. Em nikarin li cem hevdû rûnin ji hevre bêjin tiştê baş rê û rê bazê qenc, em nikarin şanî hevdû bikin. Herkes di bêjin ez û ne tu kes! Ji kultur û ziman û dîrok û nexşeya xwe dûrin, ne egehdarin. Carcaran dibêjin zimanê me hebûnameye, lê tobebê heke ew bi zimanê xwe di axivin, ne li mal û ne li sûkê ne li cihê dain û sitandinê, nedi bazirganî û nejî di civînêde. Civîna dikin bi zimanê xwe na axivin, bi zimanê dijmin di axivin û bi serde xwe bi difrejî dikin, bi zimanê xelkê. Dibêjin filankes çi tirkîya wî heye, wesfê wî didin, henekê xwe pê nakin nabêjin bi zimanê xwe î dayikê nizanê, xwe dikê pêşkêşê kurd, şermbikin lo bese lo!
─Xal 2. Berya çend salekî li gunda gelê kurd gelek pez xwedî dikir, îca şivan digirtin bi qewl şeş mih qewlê şivanbû. Wexta ku bazara xwe dikirin pêşî digotin şivantî kirye an na, çend qewla şivantî kirye? Wexta ku şivantî nekirba xwedyê pez digot:
─na bavo na ev bi kêrîmin nayê, wê pezê min hemî bidê gura û diza. Ez vê dibêjim ji yuzbaşî û bi xwarde, ji nefer heta bighê yûzbaşî, hinek diçine çot gêsin dişkênin, hinek dîwarê xwar di pêçin, di hêrivê, hinek di çine ber pez, tev didine gura û diza. Ev tavan jî ji sersariya fermandarê jore! Ez dixwazim tijkî dî bêjim û dawya nivîsê bînîm. Gelê kurd ji hevdûre nankorin! Lê ji gelê biyanîre sadiqin, ku yekî ku ne ji nîjadê wanbê qencîkek bi wan kiribê heya sedsalî ji bîr nakin. Lê mixabin ji hevdûre nan korin, evjî nexweşîke bê dermane, bi pêşde emê dermanê wê bibînin!