ÇIRA BER KORA!
BILÛR A BER GA!
Ji kor re pênex çira û fener,
Jêr xêrnakê, ne kar û ne zerer,
Ku, yek hebê pêre bidê xeber,
Jêre wekî hev, qerwaş û dîlber.
Ew ga ê reş sitrih tûj wekî şûr,
Ew, fêmnakê, ne saz û ne bilûr,
Di xwazê xelasbê ji ber imbûr,
Ku hebê gîha, ew her dagrê ûr.
>>>>>>>>>>>>>>>>>>
Ez dixawzim, tev kurd û Kurdîstan,
Ez na xwazim, ku bibim Encûman.
A herî baş netew û nîjadî,
Ji mer nabê, bê olî û mîladî.
Me, di wextekî de gelek kir haw hew,
Dawî hat, me teva dît ku derew.
Hinek serjêr û hinek ber bi kaş,
Tevan dixwestin, tiştekî belaş.
Werin netewek rast, bikin wek mêra,
Bes rê bidin van hirç û van gura.
Ku rêber diz derwîn û keleş bin,
Her emê bi kul û derd nexweş bin.
Hinek hene, xain û rû reşin!
Bi gelê xwere xaîn di meşin.
Wexta ku rêberê me wisabin,
Ê ku bi şûnde man wê çawabin?
Sibeh, êvar gotin û gale gal,
Em berê xwe didin kaş û newal,
Hin mirin, hin birîndar û kambax!
Hinek li mal palday rihet û sax!
Ey welat ji ber diza revîm dûr,
Lê dîsa dil bi dûvted zûre zûr.
Ez pir dinalim, bi qîr û hewar,
Dil û nav helîyan, kezeb hat xwar.
Cî û war xanî hewş, li min bûn çal,
Ez mam berbend şahnaza pir delal.
Felek ji te ne minet, mal ne ava,
Te ji mer neşîyand kurkî bava.
Bira ji min nekin rexne û gazin,
Şev û roj aqil û mîjî na razin.
Van sofîyê nexwendî har û dîn!
Tev bûne aşiqê derpî yê şîn!
Ez tev dibînim, wan neyarê xwe,
Ez nikarim, bi xwazim mafê xwe.
Ez dibînim dikin fêlê genî,
Lê ez nikarim bêjim ne wanî.
Ew dibê qey dilciwan nikarî,
Diz û keleş tên min bi neyarî.
Ew dizê xedar derdikevin jor,
Ji mer nahilin, ne cî û ne dor.
Dixwazim tev bibin zane û jîr,
Bibin milet perwer û rewşenbîr.
Heger hûn dixwazin ku bi pirsin,
Ji dilciwan, ne revin, ne tirsin.
Ger hûn destûrek nûjen bidin pêş,
Nedin dûv wan dil gemar tev qirêj.
Heta ku we çêkir hewş û xanî,
Xelk bi teyara firîn çûne banî!
Bi vira jevre di bêjin heval,
Wê tev herê ew xaîntî ew mal.
Dixwazin, bi dijmin heval bikujin,
Sêwyê ku man xwîna wan bimijin.
Bi hevdûre wek rast dikin limêj,
Li şûna wan dimîne tev qirêj.
Ji nişkêv dan qîr û selewatan,
Heçî hat ku îw, agir di dadan!
Hûn dilekî çêkin, tev ji pola,
Bo pera, ji dijmin re neb kole.
Gur rovî li dora min zûre zûr,
Fikrû ramanê min gelekî kûr.
Yan ji dexsa ku heye, navê min,
Tev di ricifin, tev bûne dijmin.
Ez wek wan nakim, çiqas bizûrin,
Diz û çeqel ji doza welat dûrin.