Kurd no werin ma qey hûn newir in,
Ne revin hûn tev hemî xweş mêr in,
Hûn hemî bi hevdû ra bibin kom,
Daw û doza welat her bikin dom.
Xwe bikin rêza qewma û milet,
Ji mer hebê jiyanek wek cenet,
Tev bidin rê ji navçe û bajar,
Deynin textê mîr û hem jî komar.
Tirk, ereb, rum û acem, pê bi hisin
Wê nîşanê me, ji hevdû bi pirsin.
Li welatê me î bakur û ba şûr,
Ev dij minê ku ji me wan bikin dûr.
Ji kerkûk û erdehanê bide ber,
Zilm û zora hezar salî derxe der.
Fêlê wan pir genî û nebe dî!
Hingî bikin gelek şerm û fedî!
Van dujmin ê tûnd û pirî xedar,
Bike celeb bir bi bir tar û mar!
Em tevî bêhna welat, bîn bi kin!
Ew derxê welat tevî şîn bi kin.
Em çê bikin zagonek dewletî,
Bes werin zilm û zor û kole tî!
Ev zar û zêç tev herin dibîstan
Nemên in bertîl xwer û cerde van.
Tevî bi xwunin rêz û hem edeb,
Li ber hevdû nekin fitne û seb.
Nîne ferqa ahmed, hesen û alî
Tev bi xwunin bib qadî û walî.
Wexta herkes palvedê li mal!
Ew kahnî tim girik nabî ze lal!
Wexta tu wî tovî nekî wer bêj
Zad şîn bû, lê derket tevî xirêz.
Fermandar teva bike asil zade
Ji bo welat nefroşin, bi liba de!
Hingî dijmin ê xedar nema kar in
Wlatê me bi aferimekê bi ki rin.
Ev teva fikr û raman ê dil ciwan
Hûn navêj in qapanê wisa arzan.