Di hiş û şaristaniya Misilmanan de reform

Biryara ku rast be û di cihê xwe de be ew, hikmet e. Hemû Misilmanan fêm kirine ku divê guherînek çêbibe; lê hingî hikmet winda kirine hew dizanin bê wê di Dînê xwe de guhertinê bikin an di jiyana xwe de. 
 
 
Ne ji ber Îslamê Misilman berepaş mane; ji ber ku ji Îslamê dûr ketine berepaş mane. Mezheb, Tasavvuf û şîroveyên din; ne Îslam bi xwe ne. Ev, ji ber hin sedemên siyasî, aborî û psîkolojîk ketine çanda Misilmanan de û bûne şaristaniya wan. Lê Îslam, Qur’an e û fitrata mirovan e.
 
 
Li gorî Qur’ana Kerîm, Dîn hatiye kemiladin û tekûz e. (Maîde-3) Misilman nikarin Îslamê biguherin. Ji ber ku Misilman xwe teslîmî Allah kiriye; divê Misilman, ji dilê safî, Îslamê li gorî Allah tenê bijin. Ev jî îxlas e. Ji  ber ku dîn yê Allah e û hemû qanûn û ferman yê Wî ne; Misilman jî bin, ti kes nikare tiştekî têxe Îslamê û jê derxe. Lê mixabin dîroka Misilmanan, bi tevayî şarîstaniyeke dûrî Qur’anê ye. Ji ber van sedeman Misilman nikarin “Di Îslamê de Reform”ê bikin; lê dikarin di hiş û şaristaniya xwe de guhertin û serastkirinê bikin.
 
 
Resûlê Allah, jê re çi hatibe gotin bi wê tevgeriyaye. Jiyana wî ya piştî peywira Resûltiyê hemû li gorî wehyê ye. Ehlaqê  Muhammed, Qur’ana Ker’im bû. Resûl kitêb e, kitêb jî resûl e. Lewra li gorî Erebî jî tiştê ku hatiye şandin, mirov be jî kitêb be jî Resûl e. Lîteratûra ku li ser peyv û tevgerên cenabê Muhammed hatiye çêkirin, hişmendiya mirovan e û ne çavkaniya baweriyê ye; lêbelê dibe çavkaniya zanistiyê. Lewra ji ber ku derew û rastî, di nav hev de ye û lêgerîn û lêkolîn jî li ser “Hedîs û Sunetan” berdewam dike. Qur’an ji aliyê Allah ve hatiye parastin; lê riwayet û meseleyên ku bi devkî gihaştine Misilmanan ne hatine parastin; lewra Hedîs ne wehya Allah e. Ji ber ku bi tevayî Misilmanên nasnameyî, hikmet winda kirine; hew dizanin ku Sunnet ango tevgerên cenabê Resûl, fermanên Qur’anê ne. Ku riwayetek ne li gorî Qur’anê be wê rast qebûl dikin. Îcar ew niqir dibe destpêka zilmê.
 
 
Mezhebên Misilmanan, ne Dîn bi xwe ne; lêbelê şîrove û şêweya Îslamê ne. Ev mezheb, her çiqas li gorî hin mirovên zaneyê Îslamê derketibin jî van aliman bi xwe mezheb îcat nekirine. Piştî mirina wan, li gorî rêvebertiya serdemê û xebata hezkerên wan li ser navê wan mezheb hatine sazkirin. Xwedî mezheb her çiqas bibêjin, mezheb rehetî ye jî di dîroka Misilmanan de mezheb bûne sedema hevdû kafirkirinê. Ji nakokiya nav mezheban de, di gotinê de bûye rehetî. Ango tu wê jî bike û vê jî bike tu serbest î. Dert ku tu bê mezheb nemînî. Îcada hin mezheban siyasî ye û dûvra naveroka wan hatiye dagirtin. 
 
 
Cenabê Muhammed û rêhevalên wî, bê mezheb bûn. Li gorî Qur’anê dijiyan. Eger ku reformek çêbibe divê di van mezheban de çêbibe; lewra bûne sedema şerê nav Misilmanan û hew kêrî çanda Misilmanan tên. Li gorî Qur’anê jî, yên ku Dînê xwe perçe perçe kiribin tiştekî Misilmanan bi wan re nîne an jî Misilman ne ji wan in.(En’am-159) 
 
 
Hin Misilmanan, mezheb ji xwe re kirine dîn. Bi ya wan gotinên nîv çewt û nîv derew dikin. Çîrokên mîtolojîk ji xwe re dikin referans û siyaseta xwe li serê dimeşînin. Tola bavûkalan ji nevîçirkê piştî hezar salî distînin. Newêrin li mirêka Qur’anê binerin: “Ew ummetekbûn derbasbûn çûn. Tiştê ku wan bi dest xist, yê wan in û tiştê ku hûn bidest dixin yê we ne. Tiştê ku wan dikir, hûn jê ne pirsiyar in. (Bakara 141)” Mirov di tiştên çewt de serastkirinê dike ne di tiştên têkûz de.
 
 
Tasavvuf, jî şîroveyek e û beriya Qur’anê jî hebû. Ji ber ku Misilmanan ew xistiye nav şaristaniya xwe, eva hezar sale weke Îslamê xuya dike. Baweriya Hulul’ê ku Xwedê di şiklê mirovan de xuya dike, hişmendiya ku dibêjin “Ji Xwedê pêve ti hebûn nînin.”, welî ji pêxemberan mezintirin û ji aliyê hin mînakên din ve divê bên paqijkirin. Her çiqas hin pispor, ji ber “Terbiya Nefsê” Tasavvufê biparêzin jî Tasavvuf, ne rêya Cenabê Muhammed e. Lewra Wî nefsa xwe bi rojiyê, bi nimêjê û ayetên Allah terbiye dikir. Burokrasiyeke dînî saz nekiribû, evdîtiya wî jî ne li gorî hiyerarşiyê bû û ji Allah pêve pesnê ti kesî din ewqas nedida.
 
 
Di her çaxî de dibe ku bergeha Misilmanekî ji ber berjewendiyên aborî, siyasî û psîkolojîk ve ji Qur’anê dûr bikeve. Lewra dilê mirov dibe ku herdem biqulipe. Bergeha yekî ku nexwaze ti bedelê bide û bitahibe, li Mislimantiyeke belaş digere. Bi ziyareta tirbeyekê, bi şefaeta hinekan, bi meh an jî rojên pîroz, li hêviya mehdiyekî dixwaze xwe xelas bike. Mixabin vê psîkolojiyê, dîroka Misilmanan ava kiriye. Heta ku ev bergeh neyê guhertin pêşeroja Misilmanan jî nayê guhertin.
Cîhat çiqasî ferz be, îctîhat jî ewqasî ferz e; lewra ji heman kokê tên. Namzetê muctehît, bila deriyê ku ji aliyê hin şîroveyan ve li ber hatiye girtin veke; lewra Qur’an û fitrat li dijî bêaqiliyê ne.
Ji bo jiyaneke bi rûmet û çandeke paqij ma Qur’an ne besî me ye?
Ma ne emê ji vê Kitêbê bên pirsandin?