Gelî miletê delal û hêja. Gelî Dayikê bi rûmet! Devême nagerê ku em we rexne bikin; an gazina ji we bikin!
Lê belê gelek girînge pêwîste; ku em bangewazî wekin, ji bo ku em tevan xeletyê xwe fêmbikin! Hewqas ked û xebat û bedel ji bonî vî zimanê dayikê şêrîn bedel dan! Lê mixabin ez balê dikşênim ku dayik di malêde ew bi xwe zarokên xwe asmile dikin zarokên xwe dikin Tirk. Ev sûcekî gelek mezine, gunehe! Ku mere zaroka xwe ji asaleta wan qutkê, ji qewmiyeta wan dûrbixê, ji kultur û adetê dûrbixê wekî ku ji ser Dînê xwe heqîqî herê ser dînekî qelp! Ev gunehekî mezine, em rica ji we dikin zarokê xwe pîşafî nekin bi zimanê Kurdî şêrîn û dewlemend bi zarokên Xwere bi axivin. Silav û rêz ji were ezê helbestekê jî pêre bi rêkimm.
EM JI KÊRE BÊJIN?
Em ne hirçin û em ne gurin
Bo çî li çol û çiya dimirin?
Em li ber çema tev di zûrin
Em li serê çiya di kûrin.
Em xwedî Îlim û awazin
Bi şev û roj em qet ranazin
Bo çî em kewin û xelk bazin?
Ev qederin anî mecaz in?
Ey bira em ne kor û kerin
Em tevan li cîhan binerin
Em xwedî dîrok û cewherin
Em egîdin û şoreş gerin.
Bo çî em ne xwedî ziman in?
Em bo neyar nê çîr û talan in
Ji neyar re rêncber û şivan in
Mal xera kirî tev wêran in.
Heyfa Retsem Şadî û Merwan!
Pir şerme ku emin tovê wan
Em bûn kolê Moxol û Tûran
Me winda kir Sûbar û Mîtan.
Dora me pêçana sê mar in
Tuxmê gura hirç û keftar in
Ji bo me bi xwin pir şiyar in
Dev bi xwînin li me xedar in.
Bo ku em ne nêçîra gurabin
Em nel pey koledar û dizabin
Rêber tev zane û xwendabin
Bi xîret û ji asilzadabin