Kuvîya li ser dara dileyiz.
Bû hevalê kîsokî qûn bi mîz.
-Ez hiç namirim bi vê derbê,
Ezê bi mirim bi vê kerbê.
Ev kovi ya jîr û can sivik,
Çawa bikevê xefk û davik.
Hewqasî jêhatî nû ciwan,
Birîndar bû bi tîra kevan.
Gelekî lê dijwar bû birîn,
Pir bi giranî dikê nalîn.
Ev kovî ya rind û çav belek,
Quloçê xweşik û neqronek.
Berê wê kete kaş û kendal,
Bi tenê bê hogir bê heval.
Ew mexel bû li binê darê,
Ji birîna xwe her di barê.
Sibeh çû esir hat bû êvar,
Dît kîsokek hat wekî mirar.
Dibê ya kovî ya pir delal,
Ejî wek te bi birîn bê hal.
Kovî got: Namirim vê derbê,
Ezê bi mirim bi vê kerbê.
Ez çeleng û jêhatî pir jîr,
Ez bûm hevalê kîsoki pîr.
Di nav di qalikad ser û bin,
Dibê ejî kovî ya wek cin.
Ey kîso yê merdal û xebîs,
Boçî tu bêjê van gotin ê pîs?
Biner li şikl û qilafet ê te,
Neke req û req xiş û xişa te!
Her kes li gorî esaleta xwe,
Zanibin dê û bav û navê xwe.
Însanê xwedî kultur û zane,
Ji xiwer nekin dahol û zurne