Ez û ne tu kes îdî bes!

Berê jî pêşîyên me gotin, ez û ne tu kes dawî hat em xesirîn, lê xelkê fikrû ramanê hevbeş meşandin serketî bûn. Îro jî em dibêjin ez u ne tu kes keko bese bese bese heta kengî bi vî rengî? Kurdê bakur ziman û kûltûra wan li ber mirinê ne, heya wan ji wan nîne razayîne.     
 
Ereb û Ecem û Tûrk û Kurd yanî her qewm bi çi şêweyî jev têne naskirin? Ê ku bi Tirkî diaxivin ew Tirkin, ê ku bi Erebî diaxivin ew Erebin, ê ku bi farisî diaxivin ew Farisin, ê ku bi kurdî diaxivin tev Kurdin tiştekî rihet û hişkereye şîrove jêre hewce nîne. Nexşî çand û tuxûp adet tev ziman e, ê ku jev di vewejêrê safîdikê zimane ê ku qencî û xerabîyê jî dikê zimane, ê ku edaletê û zulmê dikê zimane ku ziman nebê tiştik nîne.     
 
Şibhe û goman li ser vî gelî hene. Zanê û nizanê dibînê û nabînê hisdikê û his nakê, tiştê baş ji xwere na bijêre. Êrîşê dibê ser dijmin dibêjê ev dijmine malik limin xerakirîye tarîx û hebûna min windakirye, em reben û feqîr û cahîl hiştine zor û kotekî lime kirîye li derî hukuk û kanunan ev nayê qebûlkirin, van tişta dibêjin. Lê dizîvirin têne serê sedê ku va dîsa xizmeta dijminê xwe dikin!
 
 Gel Miletek yanî Qewmek ku bêjê emjî hene, em netewekin a pêşî çi pêwîste ji wî qewmî re heta ku bê naskirin li nav netewa dinyayê?  Ji Netewekê re Pêşî ziman û nexşîyek çandek divê hebê. Ev hersê şertê qewmîne ev ferzin ku ev hersê bêdivî nebin netew çênabê. Lê mixabin û sed mixabin Kurda zimanê xwe windakirin nexşîya xwe vala kirin ûrf û edetê xwe ew çanda zêrîn windakirin binpê kirin. Rastiyê qebûlbikin xetere û xetayê xwe quntirol bikin bê we çi afatî biserê xwe û gelê xwe û welatê xwe de anîye. Wexta ku hûn dixwazin xizmeta dijmin bikin,berdewam bikin lê derewa ne hûnin û nebêjin em dawa tiştne dikin ji gelê xwe re gel tev bûne tirk ê go mane jî nîzêk ew jî wê herin nav tirka ew jî wê bine tirk. Heta îro kar û xebata we kirî ji sedî heştê ji Tirkan re çûye ew xizmet!
 
Fikrekî hevbeş Kurdewar netew û hevkar meletperwer, bi hevre bi pejirênin proseyeke di berjewendîya Kurda de pêşkêşî ê pêşberî xwe û netewa dinyayê bikin. Bela gelê dinyayê bizanibin ku em hene em li welatê xwene, em xwedî edalet û xwedî Qewmîyetin, xwedî nexşî û rûmetin. Ji terorê dûr herin ku herkes bizanibê hûn serwer û rêberin. Xebata ku nediberjewendîya gelê Kurde bê ew fêdeya dijmine, heta wekî îro gelê me bedel didê dibê berjewendîya li dijî gel. Her ku em derbekê deynin derb bi cî nayê û em zerpekê di hilênin! A dawî wekî refê kewa ku teyer xwe li nav wanxê her yekî bikevê qulekê de yek nema bixwênê wilo li vî gelî hat, mane bê his û deng ne çit û ne bit.