Bajarê bê xwedî kûdere? Gelo hûn nasdikin , Boçî bê xwediye? Em jêre li xwedîkikî digerin. Lê em nabînin. Belê birano di dunyayê de Nisêbînek heye! Ew Nisêbîna pir bi nav û deng. Dewlemendiyeke Nisêbînê heye! Bi berferehî. Ev dewlemendî li her cî û wara tuneye. Nisêbîn bi heft şaxa dewlemende: Bi eborîke xurt dewlemede, hem çol û hem çiya, çem û seyrangeh, bazirganî û turîst, hem rez û werz, dewar û pez, zîraat bexçe zêrzewat. Çele hem havin hem bihar hem payız. Nısêbîn xwedî dîroke, xwedî çand û hunere, xwedî Kultûreke edebî ye, xwedî nexşîye, navendî û çav kaniya çand û hunerê û xwedî dîrok a şahristanî û îlime….
Ev Nisêbîna hewqas bi nav û deng û dewlemend, boçî bê xwedî ye? Welatê bê xwedî dibine qada çi? Ew ciyê bê xwedî : Wekî Afrîqa tije dibin ji gura, hirça, ji keftara, ji rovî û şêra, hetta torîka tije dibin. Teyr û tulûrê goşt xwer, heywanê gîha xwer, tevan li wirin. Ew heywanê gîha xwer ji bonî eborî ya xwe li wirin. Ewê goşt xwer, ji bonî nêçîra xwe li wirin: Lê Nisêbîn ne Afrîqa’ye. Li rojhilata navîn parçekî ji Mezopotamye ‘ ye: Însan lê dijin: Lê mixabin Nisêbîna pir bi nav û deng tije bûye ji gura, ji hirç û rovî û pisîka; belê gur çiddikin û hirç çi dikin, Rovî û pisîk çi dikin? Gur daîma xwe di qelizênê pez, ji bo ku yekê bi revênê. Gotinek bav û kala heye: “ xwe gurikî tê werkir û revand.” Îşê hirçê jî hirç daîma lepê xwe bilind dikê; rovî jî îşê wî xapandine, fêlkê pîsik dikê. Pisîk çawana? Hûn tevan pisîka zanin. Ez ji wer bêjim: Pisîk gelek bê ziravın, lê ku piçik xwarin hestîkek goşt ku devê pisîkê gihiştyê bi tifing û xençera jî nema karin jê bistînin. ku baskî de herin dinanê xwe qîç dikê dibê nirrrr, niyeww, tu wê têxê tengahî yê xwe di nav çavê mere werdikê.
Belê, axlebê hinek insana heraketê wan wekî pisîkane. Ji tiştê başre dûr direvin lê ji parî re agirin. Gelî bira bi bûrînin min bahsa şêra nekir . Lê mixabin lê Nisêbînê şêr nînin! Ji xwe ku şêr hebana, wê ev tiştê din tunebana . Heger şêr hebana ne hedê gur û rovî bû ku li qada çirk dabana. Heyf û mixabin ev Nisêbîna bi nav û deng, ciyê serhildan û berxwedanê bû. Hewqas ked û bedelê giran biha dan. Navendî û Paytextek ji ê Mezobotamya’ ye. Lê mixabin kes hey ji van tiştan tuneye, kes li miletperwerî û hevkarî û hevparî, xweşî , pêşketin û aramî yê tuneye . Pirs û pirsyarî tuneye . Lê bajarê Nisêbîna bê xwedî ê berjewendî û çep û çûr pirin. Lê ê adalat û heq û huqûq demoqrasî, aşîti yê tune ne. Ji toz û tirap bîhna qelezyona û ava çem , kortalê li kolana, êvara ji tivêna pêşiya xew tune ye. Diz û tînêrcî , bê edebî bê pîvane.
Nısêbina xwedî dîrok , berya heft Hezar sal ji dema Aryan û Sûmeran û Babîlyan , Asûra: Ev sê împeretorê mezin li roj hilata navîn dest hilatdarî kirine. Lê belê BZ bi sê hezar sal yanî ji pênc hezar û virde ji Sumer û Babîlyan, Gûtî hebûn. Ev Gûtî jî şaxek ji ê babîlyan bûn. Heqîqî nav Kurdî bû ji wê rojê û virde navê vî Gelî Kurdin. Sûbar, Sît, Hûrî, Mîtanî, Ûrartu, Neyr, Med û Kardok. Ev hemî Raburdûyî kurde û dema Îslamê heta şadî û Merwan Dewletî. Di dema Silhettîn Eyûbî de Mîra desthilatdarî li Nisêbînê dikirin. Mîr jî nîv serbixwe bûn. Wexta Selçûkî û Osmanî jî ew Mîr ê Kurd li Nisêbînê desthilatdar bûn. Du asrê dawî de hindirê bajêr Kurd kêmbû bûn jî lê der û dorên Nisêbînê bi piranî Kurd bûn. Li Bajarê Kengê Bajarê Nisêbînê çar ol hebûn. Ola pêşî Zerdeştî’ bûn, dura Yahûdî’ bûn, dura Mesîhî’ bûn dawî a gelek bi hêz Ola Îslamê bû. Li gorî van ola her gelê girêday ola, zimanek wan kulturek wan û adetên wan hebûn. Lê mixabin dagirkeran hin bi hin ziman û kultur zeîfkirin li ber helandinêne. Lê Zimanê Kurd, dewlemende zû bizû windanabê. Lê mixabin û sed mixabin ew kultur û ew zimanê şêrîn li Nisêbînê li ber helandinê ye û ned bala kesîde ye:
Herkes çavên wan li berjewendiya ku liber çava dibînin hicûm dikinê. Lê sibe wê çi bibê heyjê tunene, lê ku bi qasî çerrxîkî menfîet hebê xwedî pirin hemî şûrê xwe dikşînin dibêjin: “ Kuro, ji bav û kalê xwede em xwedyê vî cîhî û vî warîne. Kalkê me bi çar ton zêr ev Nisêbîn kiribû. “ Lê mixabin ku tirs û tahlîke zerar li meydanê hebê xwedî û berpirsyar Kurdê feqîrin, ê bi xîretin. Ewê berjewend çî herkes li mala xwe paldayine. Lê ku ferehîbê tê bibînê ku herkes bûne swcî û hakîm wekî rasta bahsa demokrasî û aşîtî yê jî tênin e ziman. Ev kengî bahsa van tişta dikin, wexta ku valahî hebê lê qadê tişt tunebê, goterê bi xeyal hene. Lê ku sinyalê berjewendî xwiya kirin, ew celebê ku dibêjin: “ Em û ne tu kes “ wê dest bi hinceta bikin, hineka virde dahfdin , hineka wirde dahfdin, lı gorî xwe di fesilênin, levadikin. Naxwazin ku kes li dora wan xwiyakê heta ku hesab û kîtabê xwe temam kirin, ji nû dibêjın: “ Hevalno, werin em hemî wek hevin! “ Cegerxwîn ku: “ Gundîno binerin, wexta şera axa dibêjê werin, lê wexta şûva dibê heydê herin.” Îca ezê ji wer Mînakê din bêjim: Gotinê pêşiyan: Welatê bê semyan li wir derdikevin derd ê bê derman. Sibê û êvarê heqê jina bahs dikin ha heqê jina , heqê jina wekî rasta. Ji xeynî perapoxanda tişki din tunaye.
Ne heqê jina heye û ne heqê mêra heye. Ciyê bê xwedî heqê menfîetçî ya û ê rentçî ya heye ê Gel xapêna û dolap gerêna elb û dar di destê wandeye, wê çi hêvî di vande hebê êgep revên û parîxwer ne hêvî ya ji wan bikin ne gazina ji wan bikin. Gelî bira em gelek hêvîdarin ku ew şêrê xwedî şan û şeref nêzîk wê werin, ev rovî û gur wê tev herin. Ew vir û derew wê pey hevde bibne rêz . Hingî însanê rast serbilind cidwane û ewê berjewendcî cidwana, nêzîk nedûr em serbir dikin. Birano goter û pev xilas nabin lê ku me fêm kirbê ev bese dawî.