─Gûwê bi berfê temirandî, çîye?
Çeleye berfe bi şev derdikevin devê derî dirîn û berfê didineser, di temirênin, xwîyanakê. Lê dibê bihar tav didê wê berfê di helê; ew pîsî tevan derdikevê holê! Hin bi hin berf di hellê wê tiştin derkevine holê.
─Pêşî tilyaxwe bidne cênîka xwe û bifikrin, bi bahwerî û rastîya xwe bi şêwrin; fikrû ramanê xwe bidne hev, dûvre biryara xwe bidin. Hesabê îro û sibe jev cidwaye. Sebir lê heta kengî sebir?
─Sabırlı olin. Ama her konuda değil. Yavaş-yavaş kar eriyor. Eyer gerçek düğün varsa istediğin gibi dans yap. Ama gelin ve damat kim olduğunu beli değilse, ay gölgesinde oynamayin. Düğün evi bilmezsen hemen bir kaşık eline alıp koşuyorsun, dipsiz kuyulara girersin! Abuk sabuk, abur cubur hareketler yapmayın; agresif olmayın, (Kuranı Kerim) yanlış okumak büyük günahtır.
Çîçekek vebûye li beyara, lê bira em tev zanin ku ne bihare, li pêşya me heye demek pir xedare! Bê çawa di dînê îslamêde tiştê veşartî nînin, di demokrasî û aşîtîdejî nînin. Ku em rastî veşêrin û pirsê derewa jevre bêjin, dawya me wê bê çi ?
Me derbas kir gelek wext, sal û dem sermere çûn; me nedî serxwebûn. Roj bi roj dibê xîzanî û nezanî. Îlmo ewazê me nebû giran biha, her em didin bi arzanî. Xem û derdê vî welatê dewlemend û vî gelê feqîr û reben! Ev millet feqîrê du tişta ne aqil û mal ji herduwan bê parin.
Me nîyetek hebû, me hêvîyek hebû, me daxwazek hebû, me proseyek hebû, me riknek hebû me netewek di xwest. Evana tevan berbi xwan û xeyalanve diçin! Li me bû wekî Kelha Babîlê; wexta ku li ser Kelha Babîlê li hevxistin! Her kesekî ciyê xweş ji xwere di girt, bi dev hevdûve ne berdan, pev ketin ji hev tar û mar bûn!
Pêşî xweşe û paşî reşe, ev peyv ne bê wateye, Lê dawya xweşî jî tê û dawya reşî jî tê. Lê ka bêjin em çi qasî pêşî zanin û çiqasî dawî em zanin? Herkes xwarin û levakirin zanin. Lê hevpar û Kurdewarî, netewperwerî, rist û destûr, zagon û pergal di qeyd û defterêde nebin, ber bi çive diçê? Ku dawya prosesê hat û mêşedaneke vala, hingî em li kaboka xwe xin û em ji nûde gaznê bi dû gurade bikin, bê fêdeye.
Helbeta keseki bi gişti gel şad û bextewar nekirîye û nikarê. Lê hinek xet û xal hene, girêday adalet û mafa na. Divê ku mere mereva nasbikê, lê bi çi şêweyî ? Ku mere însana bi însanetî nasbikê, neku bi berjewendî û rûmeta hevalbendî. Ku wî însanî nasbike; li gorî camêrî û esaletawî nirx bidyê de. Li gorî zanebûn û rastîya wî pêwîrê bidyêde; ku her kes li gorî sîfat û zanebûn û ked û xebatê xwe cî girt, hingî her kesekî wê li gorî cilka xwe û bavê xwe, lingê xwe dirêj kê! Xebatê ku bê pergal û bê zagon bê destûr bin, bê rexne û bê pêşniyarbin; rexne tawanbar qedexebin, bê pirs û bê pirsyar bin, dibê wekî çi? Dibê qanûna Mîr Qendo, yanjî wekî Silo xesirî.
Gotinê pêşîyan, dibêjin xox nedare û keç neware, pilpizêk ne bihare, tiştê ne dîyar bê biryare, xeberê êvara sibeha dikevine qulê dîwara. Sulayman Demirel got: Dün dündü bu gün bu gündür. O zaman güvenca kalmadı, en tahlikeli budur! Bizde bu dereceye gelmişiz, söz ve itibar kalmadı.