Hûn ne kor û ne kerin

Hûn ne kor û ne kerin

Kurdo îşê we ne wîswîs û berger e
Bikin xebat pirsgirêk û çareser e
Kuro ma hûn nabînin parîxwer e
Va şeref û rûmet nehiştin jimer e.

Her yek ciher li serî delav li bere
Şevû rojê hertim dixwin wekî kere
Kî mir kî ma, ji war ne xem û xebere
Ku bû fêde, li dera dibê ji  mere.

Evan Kurd ê reben û bê mical
Herîtim Ahmed û Mamed hersal
Li defa hewarê dixin bi kopal
Ban miletî dikin werin heval.

Wan dixapînin bi çend gale gal
Dikin bênder, dibêjin herne mal
Deynekin heta werê cardî sal
Leva kirin bênder hîle û fial.

Ev miletê reben tev bûne kom
Hemî her bi gazin û her bi lom
Li serê wan bû wekî cirm û com
Ku hesêbkî ev jî selat û som.

Hema tev bê fêdey ew nale nal
Ser wanre derbasbûne mih û sal
Parîxwer hemî bûna tirşik çî
Tirşik çî, hena li her war her cî.
 
Ji war ne şerm ne ayb û ne fedî
Wek sêwyê bê dêwbav û çav berçî
Leva kirin xwarin keda miletî
Ka milet çawa bi bînin azadî.

Neşev û ne roj, ji mer nîne xew
Em dibêjin çi, ew dibêjin tew
Vanê derwîn û diz û viroker
Ev daw û doz bi van qet naçê ser

Me riknek pir esasî eva kir
Va tirşikçi ya, tevî xera kir
Herî ezim Seyîdê Dilciwan
Bûme mêvanê kula û derdan.