Heger hûn di xwazin ji bonî çî,
Evana çawa bûna tirşik çî,
Herin cem wî seyîdê henek çî,
Ewê ji wer bêjê tev bi rastî.
Ma kî bûn evê bi tev û li hev?
Derwîn ziman dirêj û dev ji hev,
Berjewendî hebê hero her şev,
Di çinê bi dest û ling her bi dev.
Hineka ji van parî baş zeft kir,
Hinek jiwa man berçî wekî gur,
Vana ji nûde dest bi fitnê kir,
Kaya kevin û nû tevlî hev kir.
Hinek liwir man û hinek çûn mal,
Ê parî qenc girt ne xem ne xeyal,
Ê mirin ew çûn êman bûn heval,
Ê ji rê ket nîne xaltîk ne xal.
Hinek lîder û hin keftar û gur,
Hinek xeber çort û gelek bêcir,
Milet hatin wir ku rajin bivir,
Pê hisan parî revên muxubir.
Nema meşî wek berê berjewendî,
Ku çêkin nexşî û çand sermedî,
Gotin gel ku ev ji nû bû pêwendî,
Ev pir xweş rewa û hem lewendî.
Milet teva li hevdû kirin kom,
Ji wanra kirin bahsa firs û rom,
Ji bonî xapandin hêj bikî dom,
Fêlê genî haş û mandela gom.
Hingî min got î û min pir kelan,
Ev dil û ev cergê min tev helan,
Her evên ku dûr diçin ji xeman,
Ji bo parya tevî dan bin lingan.
Hûn teva bakin seydê dil ciwan,
ji wer bêjê va kul û va derdan.