Guleke min hebû bîn xweş û rengîn,
Boçî dil kire kul û derd tev birîn?
Li min kir reş û tarî xwar û banî,
Benda tema kengî bib ro û ronî.
Ma kengî ez te bibînim, bi çava?
Tu bûkek xemilandî li malbava !
Kengî em girêdin wan cil û bergan,
Alê bilind bikin, li çol û çiyan!
Emê bikin wekî hev gund û bajar,
Nemînin ew zulm û zor kotek û dar.
Xan û eywana bilind kin ser çiya,
Şewq û şemalek xwe berdê gelîya.
Emê tevî bikin govend û dîlan,
Bes werê bîrame, bûrîn ew dewran.
Emê xêzkin nexşîyeke berfereh,
Ku lê ferq tunebê êvar û sibah.
Ji Hemedanê heta bighê Afrîn,
Em bilind bi hejînin Alek rengîn.
Gulê Kurdîstanê sor û sipîne,
Kek Mesûd Ala rengîn dihejîne.
Nema di meşê ew kotekî û zor,
Ma qey çavê hineka jê bûne kor.
Ew xortê Kurda tevî wekî cewher,
Ew dijminê qebîh ji qadê kirin der.
Pêşmerge vane tên bi şal û şapin,
Ji bîna gulê welat ew têr nabin.
Pêşmerge tev gelekî lê hêjana,
Ji bonî welat tevî can fedana.
Gulê welat pişkivîn, reng vedana,
Koçer bi rêket wê herin zozana.
Ev welatê xweş wek şanek hingivîn,
Kurdno bi lez û bez xwe pêv bigihîn.
Di dinyayê de, heye yek Kurdîstan,
Werin li rûnin bi şeref û bi şan.
Bidne hevdû peyman, yek biryar û soz,
Welat xelaskin ji wahş û gurê boz.
Bikin her wext li Rojhilata Navîn,
Ji mer bihar, dijmin re çele havîn.
Welatê min Kurdîstanek pir şîrîn,
Çol û çiya tev ji gula xemilîn.
Tevî mêrg û kanî gul û gulîstan,
Bi gelekî xweştire ji Hindîstan.
Ku Gelê Kurd tev li Kurdîstan lîsan,
Bi tevahî spasîkê bidin Berzan.