Dewlemend e dewlemend î çîye? Gelek şikl û şêwe yê dewlemendî yê hene? Dewlemendê şeytanî ya Milet xapandinê û dizîyê fitnê ,hene û dewlemendê Îlim û Edebyat ê û felsefê, dîrok û nexşî , insanîyet û medenîyet ê , camêrtî û merdî û mêrxasî tîyê jî pêre heye. Wilo dewlemendî lê belê hinek hene dewlemendê pera û dolara tenê ne. Ji xeynî pera pêde ji binî dewlemendî ya wan nîn e. Ji dinya û axretê herdû wan bê parin. Xweda pere tenê dane wan ji her tiştê din mahrûm kir ne . Ji insaniyetê û medenîyetê mahrûm in, ji Îslam tabîetî û edalet û huqûqa, bê parin ji ilmmê nava civakê navbera Milet û siyasetê bê xeberin. Ji nîjad û esalet û şexsîyeta xwe fêm nakin kultur û urfû edet Rabirdû yî bavû kalê xwe nizanin, bi dûv van tiştan tevan de ka mere di heqê van de çi bi fikir ê û çi binivîs e?
Di bêjin dewlemend ê welatê me gelo ew dewlemend ê bi vî şêwey ew dewlemendi ya wan bi kêrî çi tê ? keftar jî dewlemend e keftar her tim qula xwe tije laşê mirî dike mirar pirin her dem têr goşte! Gelo ma zengîn tî eve . Divê ku dewlemendî ya insan a û a keftara jev cidwa bê. Zengîn tî nahmetek e “Xweda yî ye. “ lê belê ku hûn bi nirxê wê bi zanibin ku di ciyê wêde bi kar bînin heger hûn ji wî nahmetê ku “Xweda “ da te ji wê dewlemendî yê gelek rê û şax dirêj di bin lê mixabin ew çi dikin? Bi wî nahmetê Xweda , neku hema perê te hene tu qesra xwe heft tebeq bike ereba lukus bikî bin xwe herî seyragiha û di dor qûna jinkê xweşik re bifi tilê fêkyê dahlê bixwê , û her tim bi kevê ser goşt û birinc ê û tirşika fasûl ya, êvarî dibê fişe fişa wan weki gakî ji vanê xavûrî û Banga sibê narabin ferza Xweda jî nakin, siat dih yazdeh nû radibin ku sifrî emade ye duwazdeh teham li ser raxistîn e nabêjin Bîsmilla wekî wan golkê der male bi lekma dikevin ser dixwin.
Ezê di virde mînakê bêjim yeke balkêş hûn jî bala xwe binde vê wateyê
Wexta ku me dermale xwedî dikirin pir qelew dibûn dawya payizê me serjê dikirin sisê yan çar pez roja ku me di gurandin ser jê dikirin pêşî me yek Ji kozkê derdi xist tanî li nîvê hewşê û kêr dadanî ser qirika wî barên jê di hat û xwîna wî di pijiqî ew hersêkê din jî di kozikêde lê di nerîn lê nedi bala wande bû ku kêlyekê dûra wê dor werê ser wan jî aqîbeta wan jî bi wî şewey berû an ceh dixwarin dikirin bore bor xwe davêtin serhev boçi wisa ev heywan in şahwet heya lê aqil tuneye . Qismek ji van maldarên vi welati wisa ne ku taştê xwar radibê qerewate kê dixê stwê xwe de li eraba xwe siwar dibê derdikevê ne di tirsê û ne di pirsê, ka gelo cîranê wî têre an berçî ye ne xweşe an hineka bi şev bi serde girtin e dana ber kêra, mixabin evan tişta ne di xem û xeyala wîde ne eva bû çi çi ferqa wan der mala û vana. Belê ferq heye ew heywan bê gunehin lê belê ev insanê
Guneh giranin “Ev Keftarê insî gunehû sûcê wan girane hem li erd û li asîman. Şertê dewlemendî yê gelo çine? Ê pêşî çine bi fikire girîngî û pêwîstî wê çine?
A pêşî dînê xwe bi parêze parastina dîn jî ne ku hema tu limêj û rojî bigre ne ev tenê ne bi ber ferahî xalê wê hene ev yek, A duye mîn “Namûs û qewmîyeta xwe bi parêze” A siyemîn ew zimanê dayika tey pîroz û gelek bi rûmet hewqas “şêrîn û zelal wekî wî şîrê diya te sipî û helal, ew kultira bav û kala bi hezar sal , bi parêze û tucar ji bîr neke” bi dûra tu çi bazirganî yê dikê bike.
Lê belê tiştne dîjî hene wekî ferz û sineta ê ferz me gotin lê ne besin ji jîyan û berxwedan û nav civaka mileta re divê ku mere ji felsefê û îslam tabîatî fêm bikê. Ji insan yet û medenî ye tê fêm bikê ji nû here mizgeftê wê kîn û edewata nava xwe vala bike, wê wahşîyet û fitnê terk bike ji nûka here hecê wê beyta Xwedê Fêrî wêje bibe dîrok û nexşî û îlmê komî civakî siyaseta nav gel ji nû de her ne nava gela û cıvata û civîna biştexlin lê belê heta ku hun van rêz û tedbîr û edeba nestîn in bi wî şêweyê zir cahîl wan gotinê qure û qelew ne gindirênin wekî ku merevek herê raserî gunde kî û rizde kê bi ser gunde ser jêr bikê û ew rizde li nîvê bêrma gund kevê ew pejalûkê wê ava lewitî bi pijiqin bi ser çavên civakê de wan heraketê tawan bar û çewt nekin.
Belê we çar qurûş pere di binê berîka xwede dî tine hûn ji xwe mane ecêb may! Hûn xwe jî dixine rêza wan dewle medê Milet a û wekî xelkê dunya yê, lê hûn nedi wê rêzêde ne, hûn dibêjin bela miletê me ê feqîr rêza me bigrê bela pişkokê xwe li ber xwe bigrin ku em dîtin xwe bi tewînin û bên merheba yê bidne me. Lê we xwe ne anîye wê derecê û wî meqamî hûn nebûne laîqê wê rêz girtin ê ew dewlemendê kelkê ku gîhane wê rûmeta gelek bilind ma hûn zanin çi kir ne û çi nekir ne, ew dewlemendê û maldarê xelkê “Bi hezara Senay i û Fabrîqa çê kirine” bi hezara kar geh û nexeş xane çêkir ne, bi milyona karker di wan febrîqa de di xebit in nanê feqîr û fuqara ji wan pîroz gehê ku wan kar mend a çê kir ne xêra wan di bînin. Tiştê ku hê bi xêr û bêr tir jî çêkir ne “Dibîstan” çêkir ne bi sed hezara keç û xort
di wande dixwûnin hem wan xwedî jî dikin! Ew xwende kar dibine xwedî ilm û sîfat, xwedî saz û ewaz, bi rêxistin di bin dibine Leheng îcadê mezin kirine gelek tişt afirandine; ku fêda miletê dinya yê teva jê çê bûye. Nexweş xane çê kirıne feqîrê bê mical di wan Nexweş xanade belaş derman dibin bê hijmar tiştê ku ji tine yî çê kir ne, wekî elrtrîkê mekîne kîmya telefon bîlgî seyar înternet, bê hijmar û bê hesab elav û karêset çê kirne. Keştî û Tirên û Teyare çê kirne. Ez çiqas bêjim xelas nabin lê ka we çi kirye?
Çi fêda we daye miletê we wê ev gel ji çi xizmeta we fedî bikê heta ku ji were rêz bigrê.
Hûn Ê ku perê wan çê bûn sê çarek ban hevdû dikin berê we didine ya Entabê anjî sitenbolê yan wê fêda xwe binde wa elafê ereb an jî dine Çerkez û ar newîta na xwazin ku feqîrê wan jê kar bi bînin hûn xwedê jê sitandî ne. Lê gotin bê fêde ye “Şerîeta Mûhemed” s e w heq û edalet sekinî ne
Qad û meydan mane ji diz û keleşa re qanûnê pîsa û guneh kara ketine dewrê de. “Cegerxwîn” ku wa kurdê xaîn û jîr tu temaşeke li ci zîr kuro em teva kirin biyanî kero ma qey tu nizanî kuro tifkin rûwê wan pera bes xwe bifroşin wekî kera wan derewê gurover û qelew hawîr dor dikin lew lew
Hemî bûne rovyê çermik xwer na xwazin ku ti di wan bênê der hingî dujmin pera didê van kerê me hemî bûn bela serê me.