Kurdno hûn nizanin ku hûn şaşin,
Ji dijmin re palê xwirt û belaşin,
Hûn hinek Komûnîst, hinek Dahşin,
Bi piranî ji dijminre qeraşin.
Ev Kurdê reben û xwelî liser,
Hûn bi vî karî tu ber nabin ser,
We Kurdê esîl tevî kirne der.
We dijmin ji xwere kirne rêber.
Hûn bûne peyayê Ereb û Tûrkan,
We Welat kire kavil hişt wêran,
Ji ber w, revîn Ewrûpa û Elman,
Li Derya Sipî, xenikîn Alan.
Li perçê mezin Bakur Kurdîstan,
Ê man we berê wan dan nav Tirkan,
Gel tevî bûne Tirk tevî helan,
Ê bûn Tirk, êdî mane bê goman.
Ew hisêsîyê li ber dîwaran,
Tev bûn tajî, ji bonî neyaran,
Terqandin ew bilbilê nizaran,
Tev bûne çepikvan li bajaran.
Piştî ewqas xebat û ked lider,
Em bûn hevalê dêhn û akil ker,
Ku berjewendîbê zû têne ser,
Lê xwe şûnde digrin bo neçin şer.