Kurdno hûn nizanin ku hûn şaşin,
Ji dijmin re palê xwirt û belaşin,
Hûn hinek Komûnîst, hinek Dahşin,
Bi piranî ji dijminre qeraşin.
Ev Kurdê reben û xwelî liser,
Hûn bi vî karî tu ber nabin ser,
We Kurdê esîl tevî kirne der.
We dijmin ji xwere kirne rêber.
Hûn bûne peyayê Ereb û Tûrkan,
We Welat kire kavil hişt wêran,
Ji ber w, revîn Ewrûpa û Elman,
Li Derya Sipî, xenikîn Alan.
Li perçê mezin Bakur Kurdîstan,
Ê man we berê wan dan nav Tirkan,
Gel tevî bûne Tirk tevî helan,
Ê bûn Tirk, êdî mane bê goman.
Ew hisêsîyê li ber dîwaran,
Tev bûn tajî, ji bonî neyaran,
Terqandin ew bilbilê nizaran,
Tev bûne çepikvan li bajaran.
Piştî ewqas xebat û ked lider,
Em bûn hevalê dêhn û akil ker,
Ku berjewendîbê zû têne ser,
Lê xwe şûnde digrin bo neçin şer.
Kurdê Şaş
Yayınlanma : 21 Mart 2016 08:11
- Şans nedir? 02 Mayıs 2022 07:32
- Hezretî Îskender kîye? 31 Ocak 2022 10:05
- Nisêbîn warek dewlemend û bê xwedî 20 Aralık 2021 09:29
- Vê demê ez êşandim 15 Kasım 2021 15:37
- Nanê dijmin liser kaba wîye! 17 Eylül 2018 07:14
- PELQÎZAN 08 Ağustos 2018 08:23
- Rewşa Kurda û sazumanê Akp wê çava bin? 06 Temmuz 2018 09:08
- Êl yeman Beg yeman? 05 Nisan 2018 13:47
- Siz Kürtseniz Kürt olun. Bu ne Muğlaklı? 15 Ocak 2018 08:38
- Ew xewa şîrîn 28 Aralık 2017 11:03


