Ez gelekî mêr û merd im,
Boçî ez bi kul û derd im?
Êvar ketim xewa şîrîn,
Ez gerîyam xaka zêrîn.
Dihat axîn û nalenal,
Ew nizar û tevî newal.
Ez şiyar bûm ku va sihar,
Dil û cergê min tevî ar.
Ew jiyanek pir kûr û dûr,
Dibû êvar gur zûre - zûr.
Ew çeqmeqê diku, Muxtar,
Min rahiştiyê ji bonî ar.
Mi jend û jend wekî cewher,
Pêxist ew agir sor û zer.
Min radihişt pênûsek şîn,
Di nivîsim jan tev birîn!
Ew hewar û qîrîn ew deng,
Rojê giran û şer tev ceng.
Ew dil qijilî tev şewitî,
Ket teqanek pir lewitî.
Ger ez derkevim ji çirav,
Distênim hem rûmet û nav.
Ew bihar a tev reng û reng,
Belek tev lêlan şox û şeng.
Ez rajim bilûra sor û zer,
Lêxim ji bo wê gul dîlber
Dîsa derkevim cî û wara,
Werê barêna berx û kara.
Ev e Seyîdê dilciwan a,
Kesek nebêjin nezan a.