Hezretî Îskender kîye?

Hz. Îskender’î Zelqirneyn kîye? Tarîh û dîroka wî dîyare an na?  KUR’AN jî bahsa Îskender dikê, lê gelek bi kurtî.  Kur’an bi berferehî na bêjê. Tiştê ku Kur an dibêjê min xwendîye ezê binivîsim. Dibêjê, Îskender li ava heyatê yanî eva jiyanê geraye ku bibînê û vexwê wê heta ku dinya hebê ew jî, wê sax bê li dinyayê.  
 
 
KUR’AN Î kerîm halo dibêjê”  Îskender î Zelqirneyn derkete seferê ji bo ava heyatê. Bi alyê roj hilat de meşî, heya ku gîha ciyê ku nû roj jê derdikevê. Miletin li wir dîtine ku ew gelê li wir şilfî tazî û bê xanî û bê sitar.  HZ. Îskender ji wan gela pirsî, ma çima hûn ji xwe re cîkî sitarekê çênakin?  “Emrê me ne hêjaye heta ku em emadekarîyê bikin û xanîya çêkin dinya lê ne hêjaye.”  
 
 
HZ. Îskender ji wir berê xwe daye roj ava meşîye heta ku gîhaye cîyê taristanê. Cîyê tim li wir şeve roj lê tune, tev herîreşk bû.  Îskender ji wir vegerîya bi şûnde hat, li herema Qefeqasya rasta qewmekî tê. Ew qewm dibêjine, Hz. Îskender “Qewmek li vir hene gelek pîsin xerabîyê dikin em ji destê wan debar nakin. Heger tu çarekê bikê nabeyna me û wan sedekê  dîwar  bikê ku nema karibin derbasî nav me bibin, tu çi  ji me bixwazê emê bidine te. 
 
 
Îskenderê Zelqirneyn gotîye:  “Ez tu tiştî ji we naxwazim ka hûn jî arî min bikin ezê nabeyna we sed bikim. Hesin û sifir baqir bi serhevde helandiye nabeyna du çiya girtîye. Ji wî qewmê re gotîye: “ Qewmê Yacûc û Macûc!  Kur an vê tenê dibêjê di heqê îskender de.  Lê belê Di derheqê Îskenderê Zelkirneyn de çîrokê Kurdî hene. 
 
 
Min didît ku çîrokvanê Kurd çîroka Îskender digotin. Bi vî şeweyî digotin: “Bavê Îskender û bavê Xocê Xizir hevçengê hev bûn, sibehekê diya xizir çû ku ji mala xwişka xwe dîya Îskender agir bînê li pişta derî hiskir ku hevjînê xwişka wê diaxivê. Dîya xidir li wan hisand,  ku bavê Îskender ji jine xwe re dibêjê, şevê din min xwen dît ku êvara şemîyê wê du sitêr derkevin yek nîvê şevê û adin berê sibeê du stêrê xerîbin hîn kesî ew stêr nedîtine.  
 
 
Wexta ku herdu stêr derkevin pîrek û zilam cimhî hev bibin ew zaroka ku çê bibê wê ava heyatê bibê qismetê wî û wê bibê meznê temamê dinyayê. Dibê diya Xidir xwe piçkî meşxûl kir heta ku axaftina xwe xilas kir çend xwileka dûvre li derî xist ket hundir, agir xwest agir danê û hat malê ji mêrê xwe re ev xwna bavê Îskender got! Ewî jî got:  “Temam emê jî wisa bikin” 
 
 
Êvara şemîyê helbeta Bavê Îskender û dîya wî jî man şiyar û dê û bavê Xidir jî man şiyar. Bav û  dîya Îskender man şiyar heya herdu stêra derketin,  îşê xwe qedandin. Bavê Xidir û diya wî jî şiyar man heya sibê wan jî îşê xwe qedandin.  Xweda wê şevê haveynê herdu malbata meyand. Ji herdu malbatan re heryek kurek, du kurik çêbûn mixaletyê hev bûn û herdu malbat jî tişkî li ser vê mijarê jev re nabêjin, awan didilê wande ye. 
 
 
Îskenderê Zelqerneyn mezin bû û bû qiralê temamê dinyayê, dinya tevî zeft kir kire bin desthiltdarîya xwede. Dîya Îskender  jêre got, lawo welle bavê te halo xwn dîtibû . Îşkender jî hîn piçûk bû bavê wî rahmet kiribû. Îskender got, madem bavê min wilo xwen dîtîye va xwena wî raste ez bûme meznê dinyayê, ava jiyanê jî wê bibê qismetê min ezê lê bigerim. Îskender kar û bara xwe kir ordîya giran sazker kir derket ji bo ava jiyanê bibînê û vexê heta hetayê sax bê li dinyayê berdewam bikê.  
 
 
Îskender derkete seferê tabî mixaletyê wî jî pêre bû fermandar bû.  Dê û bavê xidir jî jêre gotibûn mesela xwna bavê Îskender. Îskender tevî ordîya xwe kete welatê taristanê. Xidir rasta eva heyatê hat vexwar lê ji mixaletiyê xwe re negot. Li wî welatê taristanê kevir hebûn di çirisandin Îskender gote eskerê xwe: “Ê ku van kevira werênê jî wê poşman bê û ê ku neyênê jî wê poşman bibê!  Ewan ekser û gelê ku pêre ku madem emê boşman bibin em nabin, ma çime emê xwe poşman bikin û kevira li nav milê xwe bikin bo çî?  Beşekî ji wan gela kevir nanîn. 
 
Lê beşê din jî gotin:  “Hema bela em poşman bibin bê ka ev çine emê yekî duduwan ji van kevira bibin. Ê yek û ê dudu sisê kevir kirin tûrkê xwede û hatin, gîhane cîyê ronî ku roj derket gelek meraq dikirin bê ma ew kevrê wan çawa ne. Roj derket hemîyan kevrê xwe ji tûrkê xwe derxistin û li wan nerîn ku tev yaqut û cewher pir bi nirx.  Hingî tev poşman bûn ê ku nanîn digotin, hema me yek anîba û ê ku anîbûn ew jî poşman bûn digo, po çî me gelek nanîn. HZ. Îskender bi rêde nexweş ket dextor û hekîmê wî pêre bûn lê mixabin çara nedîtin ku Îskender xelas kin. 
 
Îskender ban fermandar û yawer û elimê xwe kir ji wan re got:  “Wexta ez bimrim termê min bikin tabûtê de qulekê di tabûtêve bihêlin û destê min di wê qulê re derxin û gokikê bixne destê min û bela destê min bi hejê vî alî û wî alî, lîwek leşker li çepê minû lîwek li rastê min û yek li pêş û yek li paş min bi vî şiklî û vî şêweyî min bibin mal, lê ku hûn wisa nekin wê dîya min we teva bikujê. Tiştê Îskender ji wan re got qewêtîya wî tev bi cî kirin. Qasid şiyandin ji dîya wî re gotin: “Îskender jiyana xwe ji dest daye”  
 
Dibê dîya Îskender ku ez vê qet qebûl nakim. Kurê min çûye ku ava jiyanê vexwê wê hetahetayê bi mînê hûn bersiva mirinê ji min re tênin, hinekan ji we kurê min kuştiye ezê we tevan biqelînim.  Wexta termê Îskender gîha nêzikî sera wî dîya wî çû pêşîya wî û lê nerî ku herçar terefê wî leşkerin û destê wî di tabûtê re derketîye û gokek di destê wîde ye.  Diya wî bala wî kişand ku heger hineka kuştiba heta ku ew leşker tev nekuştiba nedighane kurê min. Ku ev çengê ji devre şîreta Îskendere. Got:  “Erê lawo welle dinya wilo diçê û wilo tê. 
 
Diya wî ferman da ku termê wî anîne hundurwê sera ya wî ku li vir deynin ma ezê çawa Îskenderê xwe bixme bin axê? Reh sipî û fermandar teva lê bûn kom gotinê, nabê bi vî şêweyî çiqas waaz û nesîhet lê kirin qanih nekirin. Aqildarekî gelek zane hebû got: “Heydê tev xwe bidin alî û nan jî bixin tûrekî bi zikê xanive daleqênin û derî bigrin. Wisa kirin û belabûn diya wî ma li ber tabûta wî sê roja bê nan û bê av berçî bû. Li dora xwe meyzand tûrê nan dît ku ser tabûta Îskender re daleqandî ye. Destê xwe dirêj kir ne gîhayê mecbûr ma ku derkete ser tabûta Kurê xwe û tûrê nan daxist xwar hişê wê hatin serê wê, ji nûka ban kir ku werin bibin veşêrin.  
 
Ev çîroka Îskender heye lê tu nivîskaran nenivîsye. Ji xeynî Kur’anê bi kurtî başqe kesekî di heqê Îskender de nehatiye nivîsandin ev nû yek car çîroke îskender dinivîsim!  
 
20.1 2022  Dilciwan