PELQÎZAN

Keça Mîrê Çina ew Pelqîzan,
Bûye hevjîna Nebî Silêman
 
Spehî, bi bejin û bal pir delal,
Ew ji ser text nayê xwar her li mal.
 
Xwe kir nivîn neweş û pir bêhal,
Nebî Silêman ma pêve li mal.
 
Pelqîz kir bin çeng nanê şikeva,
Nema  axivî  bidev û lêva.
 
Xwe diqulpand rexek di ku, eman,
Dibin çenk de dibû reqreq a nan
 
Dikir e lav lav û gazî  biqest,
Di ku, hestî neman parsû şikest.
 
Silêman xwedî hêzeke dijwar,
Got:Tu jimin bixwaz e bi yek car.
 
Bijîjk û derman tev ji dil û can,
Lê hema ku tu bikê yek ferman.
 
Pelqîz got: Te xweş got  ya Silêman,
Lê tu çi bînî ji mir nab  derman.
 
Lê daxwazek min heye ew e yek,
Ji pirtkê niama çêke doşek.
 
Hingî tu bib dil xweş û bextîwar,
Ez bibim şehnaza te wek hecar.
 
Silêman gotî:Sersera gulnaz,
Ez di fermana tede,tu bixwaz.
 
Silêman ji teyrar got: Yek ferman,
Ku,  xwe bipirtikênin bê peyman.
 
Çilê bilez kir hewar û gazî,
Çû xwe pirtikand ma rût û tazî.
 
Teyr  tulûr bûn kom ji bajar û gund,
Bakirne baz û tevî  bûm û kund.
 
Gotin: Silêman bikê car û bar,
Qet nayê qebûlkirin ev biryar.
 
Kund got: Bidin pey min ji dil û can,
Ez we biparêzim cem Silêman.
 
Tulûra gotin, Kundê bi ceger,
Tu bide pêşîya me tu rêber.
 
Kund da pêşya teyr û tulûra tev,
Tev firîn hem bi roj û hem bi şev.
 
Bi qîje qîj, ji jorve xwe berdan,
Li dîwana Sultan tev  vehewan.
 
Kund rabû xwe dabû pêş wekî mêr,
Got: Daxwaz çiye Şahê serbizêr.?
 
Silêman got, çima tu nûka tê
Bêhnek e genî ji qûna te tê.
 
Kund got, Sultanê xwediyê zêra,
Şerme neke bahsa qûna mêra.
 
Ji vir heta ku bighê Hemedan,
Ba û tev baran, ancex em gîhan,
 
Silêman ku,  serê te wek gundor,
Bes van derewa bike hore hor.
 
Kund got,serê min serê mêraye,
Bin çengê Pelqîz nanê şkevaye.
 
Kund kir mêranî û gelek xebat,
Teyr û tulûr xilas kir  tev malbat.
 
Lê çîlê emrê Silêman bicî kir,
Malik li çêlîkê xwe xera kir.
 
Kesek napirsê li halê çilê,
Maye firar û mahkûmê qulê.
 
Evbû hal û  mesela pelqîzan,
Min ji we tevar got ji dil û can.