Ev dem qet û bile, ne dema min e,
Tevlî hev bûye ne ser û ne bin e,
Dikin girik em bê çi “Te çij mine,
Li kolana pir qurre, lê ne tine?
Zarwê xwe tevî kirine hirç û hov,
Berdan nav bajara tev zîwan ew tov,
Tu çi bêjê ji wan re nabin mirov,
Xezeb û pîsîtîya wan tirs û xof.
Ma hûn ji van xeletîyan nebûn têr,
Werin bi şûnde vegerin bibin mêr,
Bikevin rîya rast wek piling û şêr,
Xortê bi şal û şap keçê ser bi zêr.
Em tev bixwînin çand û edepyatê,
Em terk bikin wê kîn û edewatê,
Bi hev re bibin wekî yek malbatê,
Bo netew û çandê bikin xebatê.
Bela herkes zanibin ku em hene,
Em hur û azadin, em ne kolene,
Em li çî warê bav û kalê xwe ne,
Berpirsyar û rêberê me jî hene.
Ku em tev bûn yek xwedî soz û biryar,
Nema karin êrîş bikin ew neyar,
Wê hebê leşkerek peya û siwar,
Hemî perwerde kirî û pir dijwar.
Em bidin ber xwe Cizîr heta Firat,
Em teva şîyar kin jin û mêr malbat,
Bêjin va azadî û edalet hat,
Li ser (Mûhemed Peyxember) selewat
6.11.2021. Dilciwan