Min çi zanîbû ku li pêşyamin bê bextî
Çiqas meşîm rastî ji mir nebû serwextî
Her darek kevnare û bilûrek şikestî
Kanîn ew mirad û meqsed ku min dixwestî.
Ew xebat û keda pir gelek bi giranî
Ewqas xwendin û dengê fesîh bû nezanî
Bê siûdî geriya hat ser serê min danî
Ez mam li nîvê rê ne xwar û ne banî.
Ew xwortê pir ciwan û zeriyê ser bi zêr
Ewan mêrê baş xwedî soz û herî bi kêr
Birînê derman bikin hîn nebû penceşêr
Wê herin ew şev tarî bo werin roj bi xêr.
Hesreta wan edet û wê kultura zêrîn
Ew çem û kahnî çiya yê bilind dahlê şîn
Kengî emê bi bînin Alek hilday rengîn
Li çiyayê mava û bagok kelha mêrdîn.
Kî rabû ji xewê dikî hewar û gazî
Lê kesek nebû xwedî heq rastî û sazî
Bi dû xwede hiştin tev derd û belengazî
Gelek hebûn hêvî û hewar û daxwazî.
Kanî ew bihara rengîn gulê sor û zer
Ew xortê çeleng û jîr ew keçê bi cewher
Dane ber xwe şevê tarî reş ba û bager
Boçî ev daw û dozên me nabin çareser.
Hûn tev bi zanibin ku em hemî nebne yek
Ku em fêm nekin dinya dibê çerx û felek
Ku rastê me hindik xaînê me pir gelek
Çare nîne ku em bistînin bircabelek.