DAHÎŞ Bû WAHÎŞ
Evê paqêwan dirêj û rih zer,
Ev cin û melûn, ji kû hatne der,
Ev hin Seûdî Îraq û Qeter,
Ev bûne gur û hirç hink jî bûn ker.
Evê ku ji war dibêjin: Dehaş,
Ev gelekî bûne ahmeq û wahş,
Ev dikin îşê lewitî çwt û şaş,
Ev bûn qatıl ê kirêkırî û fahş.
Ev kîne bûn kom,koma îblîsa?
Ev Afgan û Çeçan ji nav Rûsa,
Ev hemî ji wan ahlê filûsa,
Ev ê Îsane, gelo ê Mûsa.
Ev jî wek mirîdê Hesen Sabah,
Ev ji zûde hene ne îro, ne deh,
Ev dikujin û dibê, ya Allah,
Ev naberdin Misilman û Fillah.
Evin ku dibêjin, em Misilman,
Ev nizanin bûn eskerê Sifyan,
Ev li sifra Tucal bûne mêvan,
Ev eskerê Nemrûd û Dehaman.
Ev Dehaşê qebîh û xwîn tahlin,
Ev bi kiras derpî û desmalin,
Ev Ereb û Talîban hevalin,
Ev meznê van Cihû, dîn betalin.
Evin ku ji wanr dibêjin: Dehaş,
Evin ku têne kuştin pir belaş,
Ev nizanin ku ketin riya şaş,
Ev winda dibin bê birhan û laş.
Ev Dehaş cûrekî Haş haşîne,
Ev wekî beraza bê serîne,
Ev qatilê Huseyn û Alîne,
Ev hinjî bê hevsar, bê tirîne.
Ev Dehaş ji her kesî bê minet,
Ev dawî rûreşin li axîret,
Ev ne diyare ji kû digrin quwet,
Ev bê hesab bê hijmar bê edet.
Ev derketin dibêjin Misilman,
Ev gelek ji wan xort û hîn ciwan,
Ev fêmnakin ne dîn û ne îman,
Ev perwerdene, bo qetla Însan.
Ev Misilmana dilewitên in,
Ev cî û wara dişewitên in,
Ev jina difroşin dihetikên in,
Ev van xebîsa bi qewitên in.
Ev wahşin zalimin bê huzûrin,
Ev ji Alema Îslamê dûrin,
Ev Ola wan ne Încîl û Zebûrin,
Ev rayê wana gelekî kûrin.