Di van demên dawî de niqaşeke berfireh li ser ziman û Kultura Kurdi destpêkiriye. Ev niqaş ne helwesteke nû ye lê di heman wextê de zelalbûneke netewî û siyasî ye jî dide der. Divê em div ê mijarê de gav bi gav di daxwazên xwe de şênber bibin, pirsa ziman û kultur ji propaganda û ajitasyonên vala dûrbixînin, weke pirseke netewî binirxînin û bi daxwazên maqûl derkevin pêşberî dewleta dagirker, saziyên navnetewî û netewa xwe jî. Ev pirsa man û nemanê ye, pirsa pêşeroja netewa Kurd e.
Ji ber vê sedemê, di vê mijarê de em nûha bi hevre hinekî jîmnastika fikrî bikin;
Daxwazên me ji civaka Kurdan;
-Bi zarokên xwe re Kurdi bi axivin, navê Kurdî li wana bikin, zarokan bi govend û stranên Kurdî perwerde bikin, Zarokan fêrî lîstikên Kurdi bikin, beriya ku zarok rakevin çirokên Kurdi ji wana re bejin, bixwînin.
- Di pêwendîyên rojanê, sohbet û civînan de Bi Kurdi gotubêjan bikin. Di kurdî axavtinê de bi baldarî tevbigerin.
-Xwe fêri qerf û henekên Kurdî bikin. Sohbetên qerf û henekan bikin.
-Weke kom, malbat, komel, rêxistin şûnwarê Kurdistanê ziyaret bikin. Eşîr, herem û devokên Kurdi bi şopînin. Kulturên heremî binasin.
- Pirtûkên Kurdi bixwînin. Niviskarên Kurdan nas bikin, wana bişopînin. Rûmetê bidin kedkarê zimanê Kurdi, pirtûkên Kurdi weke xelat bidin hevdû. Medya Kurdî bila bi nivîskar û rewşenbirên Kurdewar re bi berdewamî hevpêyvînan bikin. Fikir û ramanên wana niqaş bikin.
-Civîn, panel, komxebat û konferansên xwe bi Kurdi bikin. Bila Ajitasyon û propaganda we bi Kurdî be.
- Di hilbijartinên parlamento û şaredariyan de dengê xwe nedin namzetên ku bi Kurdî nizani bin. Di nava parti, rêxistin, sazî û komelan de divê serokên ku bi Kurdi zanibin werin hilbijartin, yê ku nizanibin wana peywirdar nekin. Bila pêşî ew zimanê xwe fêr bibin û dura werin nav cıvata Kurdan.
- Kurd di her warî de weke civak û siyaset li ziman, kultur û dîroka xwe vegerin. Nirxên xwe yên netewî aktualize bikin. Kurdî axavtin di nava Kurdan de bila bibe xeta sor.
-Rewşenbirên Kurd divê beriya herkesî zimanê xwe fêr bibe, yê ku zimanê xwe fêr nebûbe jî mirov wana şîyar bike, kemasîya wan bide rûwê wana. Taybetmendiya helî sereke ji bona rewşenbirên Kurdan divê bibe zimanê Kurdî. Çiqase zimanê biyanî zanibe jı, bê zimanê Kurdi rewşenbîriya wan dibin şıke de ye.
_Şarederiyên welêt divê eşkere ji xwe re orkestra, komên govendê, şêvên Kultura kurdî li dar bixin, helbestan, gotûbêjan û pêşbirkan organize bikin. Navê kom û çalakiyan divê Kurdi bin. Şaredarî bi berdewamî xelatan bidin berhemên Kurdî weke edebiyat, müzik, hunera desta, fotograf, helbest û rind nivîsandin û axavtina Kurdî. Di bajarê xwe de arşîveke edebiyat û dîroka devkî ava bikin. Di bajarê xwe de enventereke kultur û arkeolojiya Kurdan amade bikin.
- Di Meclisa Şaredariyan de biryareke fermi bidin ku Kurdi li meclis û li bajarê me ne qedexe ye.
-Di warê çapemeniyê de, weşangeriyê de, rojnamegeriyê de beşdarvanê komxebatê ku wê vê mehê lidar bikeve dikarin li ser hinek projêyên hevbeş niqaşên şênber bikin.
Mirov bi hevre çi dikare bike?
Minak, ma hemû weşanxaneyên Kurdî bi hevre salê dikarin çend berhemên Kurdî hevbeş bi hevdû re biweşînin?
Minak; ma em nikarin Roja Zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê bi beşdari û amadekariyeke berfireh her sal bi hevre pîroz bikin?
Mînak; ma em nikarin Cejna Newrozê bi program û çalakiyên hevbeşi bi hevdû re pîroz kirin. Ji bona vê yeke gav di wextê maqûl de werin avêtin. Çalakiyên Newrozê bila nebin çalakiya parti û rêxistinan, bilse w ji hebin lê divê Newrozê gel bi xwe pîroz bike û rêxistin û partî jî piştgirtiya çalakiyan bikin.
Minak: salê çend caran bi mirovan navdar re li bajarê xwe derkevin sikak û kolanan, ji mirovên ku em pêrgî wana dibin, bibêjin; roj baş! Bi Kurdi belavoka belav bike û dubare bibêjin; Em Kurd in û zimanê me Kurdi ye.
Daxwazên me ji saziyên dewletê;
-Zimanê perwerde li bajarên Kurdan bibe Zimanê Kurdî, ji bona Kurdên metropolan jî di konaxên perwerdehîyê de Kurdî bibe dersek pêwist. Di rewşa aktüel de jî Kurd doza dersên Kurdî bikin, ji dibistanên serateyî heta zanîngehan zimanê Kurdi bixwazin, mijarên xwe yên tez, master û doktora li zanîngehan ji pirsen ziman, kultur û dîroka Kurdan hilbijêrin.
-Di demeke maqûl de kurdi bibe zimanê fermî.
-Weke Saziya Zimanê Tirkî, dewlet bi derfetên xwe Saziya Zimanê Kurdi jî ava bike.
-Wezerata Kultur û Perwerdehîyê li Tirkiyê ji bona hemû pirtûkxanan pirtûkên Kurdi bikirin. Di her pirtûkxanê de beşekî pirtûkên Kurdî hebe. Dewlet Saziyeke wergerê ji bona edebiyata Kurdi-Tırkî û Tirkî Kurdi ava bikin. Ji bona ku Tirk û Kurd edebiyat, ziman û kultura hevdu baş nasbikin, ew pêwistiyeke. Heke Kurd hemwelatı bin û bacê didin dewletê ev mafeke rewa ye.
-Di budça dewletê de divê hersal xalek ji bona piştgirtina ziman û kultura Kurdi li Parlamento bê pesend kirin.
-Wezerata Kultur piştgirtiya weşandina pirtûkên Kurdi û klasikan bike. Niviskarên Kurd bi xeletan fermî birûmet bike. Fonekî ji bona piştgirtiya ziman û kultura Kurdi ava bike.
-TRT Kurdi bibe kanaleke hemû Kurdan, giranî bide edebiyat, perwerde, muzîk, ziman, kultur, etnolojî û dîroka Kurdan. Divê TRT Kurdi xwe ji ajıtasyon û propaganda parti û desthilatdariyan rizgar bike û bêalî weşanan bike. Rê li ber hemû nirxên Kurdî weke.
-Dewlet pêşî li Diyarbekirê û dûra jî li hemû bajarên Kurdan pirtûkxane yên Kurdi ava bike. Arşivên dewletê ji hemû cûrê lêkolînan re werin amade kirin. Zanîngehên xurû Kurdî ava bibin.
_Balafirên ku bere wana li bajarê Kurdan e, divê anonsê xwe bi Kurdi jî bikin. Ûhw.
Tebinî; Bi wan daxwazan Platforma Zimanê Kurdî dikare nameyeke bi rêk û pêk ji Yekitiya Netewan re, Ji Yekitiya Ewrupa re, ji PEN a navnetewi re, jî Konseya Ewrupa re, Ji Konsulxanên Biyanî ku li Tirkiyê hene re bişinê. Heman name dikare ji Hikumeta Kurdistana Başûr re ji were şandin û alikarî ji bona zimanê Kurdî, tecrûbên perwerdehiyê li Kurdistanê ji wan were xwestin.
Ji bedêla ku mirov gazinca ji taritiyê bike, mirov mûmekê pêxe baştir e
Mirov dikare lista xwe hîna dirêjtir jî bike
Divê xebata li ser ziman hergav ji dîtin û pêşneyarên nu re vekirî be.