Kerê boz î bitrû têr gîha,
Natirsê ne ji va û ne ji wa.
Ew di mînê li çolê şeveder,
Tazî bê kurtana û bê kemer.
Ew nafikirê ji wî gurê gewr,
Ew dijminê xedar çavê wî zer.
Ew gur berçî li nêçîr di gerî,
Meyzand ku ew kerê boz diçêrî.
Gurî bi herdû çava lê nerî,
Xweş naskir kerê bitir hêşerî.
Lê qelizî her bi gav û bi lot,
Kerê boz herdû guh kirine cot,
Nav û dilê wî kirne gote got,
Herdû guh bel kir û ling kirin rot.
Gur qelizî hîn şev nebûye ro,
Ker çêrî got, o to ne ewe lo.
Hîn bêtir qelizî gurê cewrî,
Cardî kerboz dîsa xweş lê nerî.
Kerê got: Bavo ez dibê ewe,
Dîsa gur xwe parazt û di tewe.
Ewê guhê wî dirêj ew kere,
Ji xwer got, gur çidkê li van dere?
Diçêrî, jêr ne xem û ne xeyal,
Wî hey nîne ku qedimî zewal.
Heta ku gur qedimî ma heft gav,
Gurê şîn xweş li kerê kir silav.
Got, merheba ji ter, birakê ker,
Qet, merev ez qubana çavê zer.
Got, ox kerê gelek qelew û reş,
Goştê wî tevî sor û gelek xweş.
Wexta kerê dît gurê dev ji hev,
Ji kerê re nema ji xeynî rev.
Kerê ji nû got: Ewweeeee, eweeee,
Welleh ewweeeee, billeh eweeeee.
Em zanin ew zêrên a kerê meye,
Lê hewar û gazî bê fêdeye.