Zimanê Kurdî bi her haweyî tije metafor in. Ango tije şibandin in. Şibandinên ku bi wate ne, bi fikir û xwedî tecrûbe ne.
Dewlemendiya zimanê Kurdî di wan metaforan de baş xwe dide der. Bêşik, ev metafor tije zanebûn, aqil û mînakên neqandî ne. Li hemû deverên Kurdistanê ev şibandin di kultura devkî de heta nûha hatine bikaranîn. Lê bi haweyekî berfireh, kûr û watedar Kurdan ev metafor transformeyî, hinardeyî nava kultura xwe ya nivîskî nekiri ne. Nivîskar, rojnamevan, hunermend, siyasetmedar û zanistên Kurdan têra xwe ev metafor derbasî nava tekstên nivîskî nekiribûn. Xemsarî û guhnedan di nava entelektulên Kurdan de bibû weke rewşeke patolojîk. Di pirsa ku emê çawa mirateya xwe ya kultur baş biparêzin de, Kurd heta nûha zêde ne biserketibûn. Em bibûn weke tiralê Bexdayê! Ev jî rastîyeke civaka me bû. Entelektuelên Kurdan gelek caran qîma xwe bi zimanekî çêkiri û formalist anîbûn. Ew zimanê çêkirî û formalist ji bona gelek mirovan dibû nîşaneya xebateke entelektuelî. Lê ev dîtin di qada kultur û zanîstê de gelekî şaş bû. Ji ber ku taybetmendîyên entelektuelîyê tucara bi zimanekî çêkirî û formalist re raserî hevdû ne dimeşîyan. Baş zelal bû ku pêwendîyeke yekalî û rasta rasta di nava bikaranîna zimanekî çêkirî - formalîst û karê entelektualî de tüne bû.Taybetmendiyên entelektuelî mirov tucara nikaribû tenê daxîstana qada bikaranîna zimanekî çêkirî – formalist. Baş dîyar e ku rewşênbirtiya me gav bi gav ji zimanê xwe yê organîk û xwezayî bi dûr diket û jî cewhera civaka me re biyanî dibû…
Baş tê zanîn ku li her devera welatê me û di hemû zaravên Kurdî de ev metafor di nava gelê me de hene û di çalakîyên siyasî, civakî û kulturî de hatine bikaranîn. Metaforên di zimanê me de ne tenê hebûn, ango ne tenê di dîrokê de mabûn, ew îro jî hebûn û di nava kuranîya zimanê me de veşartîbûn, tamorkirîbûn.
Metaforên zimanê me bi haweyekî zindî hergav di nava gotubêjên sosyalizasyona civaka Kurdan de jî hebûn. Bi gelek haweyan ew çalakbûn. Bi gelek haweyan wana xwe îfade dikirin. Ew di hîşê me de çalak bûn, dibin hişmendiya Kurdan de hebûn. Tê zanîn ku metaforên Kurdî ziman dewlemend dikirin, tesewirên mîrovên Kurd berfirehtir dikirin. Gava ku mirov van metaforan di cîh de bikartîne, ew di civaka Kurdan de di heman wextê de dibû nişaneya jêhatbûneke zimanê Kurdî jî. Belê. Di rast bikaranîna wan metaforan de mirovên Kurd di derbara zimanê xwe de dibû xwediyê hişmendiyeke zimanî û di pirsgirêkên zimanê xwe de jî dibûn serwext…
Mînak: Pisîka Motka yek ji wan metaforan bû ku min di zaroktî û xortanîya xwe de gelek caran bihistibû. Belê, Pisîka Motka her gav di nava pêwendiyên civakî û gotubêjên rojane de dihate gotin, dihate bikaranîn, çalakvanên civakê digotin; filankes weke Pisîka Motka ye. Ango filankes kirinên xerab dike. Tiştan xera dike, xwezaya tiştan diherimî ne. Pêvajoyên civakî û kulturî qût dike. Kurt û Kurmancî xerabiyê dike. Nahelê ku pêşketin li ser rêyeke rast pêş de biçe…
Min baş dizanibû ku metafora Pisîka Motka ji bona karên xerab dihate bikaranîn. Ez vê yekê, di wê wextê baş fêr bibûm: Dibin hişmendiya min a takekesî de vê metaforê ji xwe re cîhekî bi pirsgirêk avakiribû. Metafora Pisîka Motka her li gel min bû. Lê dîroka ku li pişt baxçeyê vê metaforê hebû, ji min re ne baş zelal bû. Di tekstên nivîskî de, di nava gotar, roman û çîrokan de, ez tucaran pêrgî metafora Pisîka Motka nebibûm. Min dûra li ser vê ne zelalîya hanê dabû dûv vegotina vê metafor e û xwestibû nirx, kirin û mînakên ku di vê metaforê de tamorkiribûn derxinim ber çavan. Ez di vê lêgerinê de pêrgî vê vegotinê hatibûm:
Wexta ku mirîşk xwe ji bona hêkê amade dike, ji xwe re li cîhekî rehet diğere û dike qaq qaq. Mirîşk, zengilê berhemdarîya xwe bi vî dengî radigîhîne. Dibêje; ez tijê me! Ha ji min bikin! Xwediyê malê vi dengê hanê weke wexta hatine hêkê fêm dike. Ji bona ku mirîşk neçe li deverên dûrî malê hêka xwe neke, xwedîyê malê hêkekê li cîhekî neqandi, li ber çavê mirîşkê, li cîhekî bistar û guncav datine. Ev hêk, hêka motka ye. Hêka destpêka berhemdarîya mirîşkê ye. Wê jîyanek û pêvajoyeke nû bi vê hêkê destpêbike. Mirişka ku bihêk bû jî wê li cihê vê motka ku xwediyê malê daniyê ber çavan hêka xwe bike. Wê hejmara hêkan roj bi roj zêde bibe. Piştî ku hejmara hêkan giha hejmareke dîyar, mirîşk diçe li ser hêkan kurk dikeve û heta ku çiçikên xwe derxistana jî ji ser motka xwe ranedibû. Plansazîya ku di pergala xwezayê û civakê de hebû, heta nûha wilo pêş de çûbû. Lê em hemû jî baş dizanin ku çerxa Dinyayê ne tenê li gorî armanca plansazkaran dimeş e. Heke bûyer tenê wilo bûna, wê hemû karên civakî û xwezayî bi hêsanî bi pêş de biçûna…
Lê di vê plansazîya xwezayî de xwediyê malê hesabe faktorekî din ku çalak bû nekiribû. Pisika malê berîya ku mirişk biçe ser motkê û hêka xwe bike, ew bidizîka diçe û motka ku xwediyê malê danîye rastê, dixwe. Mirişka ku li ber hêkê ye jî, sere wêna ji ber vê bûyerê tevlihevdû dibe û diçê hêka xwe li derveyî malê, li devereke ku kes nizanibe dike û derfeta ku mirîşk kurk bikeve û çîçîkan zêde bike jî ji holê radike. Ango Pisîka Motka bi kirina xwe ya xerab nahelê ku ew mirîşk kurk bikeve, berhemdarî zêde bibe û xwediyê malê sûd ji mirîşka xwe bigire. Kurt û kurmancî; Pisîka Motka bi kirina xwe rê li ber zêdebûna mirîşkan digire û zîyanan dide xwediyê malê! Pisika Motka eşkereye ku xerabîyeke bêhempa li xwediyê malê dike û rê li ber berhemdarîya tiştên baş dixitimîne…
De îca hûn jî, mirov in çêbin û metafora me derbasî nava xebatên siyasî, hevbeşbûni, ziman, edebîyat, kultur û doza Kurdan bikin. Ew kes û komikên ku weke Pisika Motkan dikevin pêşîya ku fikir, berhem û raman baş di nava civaka Kurdan de gêş bibin, berfireh bibin, kok vedin, bizrê xwe zêde bikin, gelo kî ne? Çima vî karî dikin? Çima bi kirinên xwe yên xerab nahêlin ku mirişka me kurk bikeve? Çima bi çalaki û ramanên xerabe hişmendiya Kurdan dagir dikin? Çîma rojeva Kurdan bêsebeb şelûlî dikin?
Heke Pisika Motka bi rastî dixwaze tenê zîkê xwe têr bike, ma derdora me ne tije mişkên bin û ser kewaran e! Mişkên nav erdan e! Mişkên nav kadîna ne! Pisîk dikare li van deveran zikê xwe têr bike! Ji xwe re nêçîrê bike! Pisîk ji hilbet heywaneke nava xwezayê ye. Mafê wêna jî heye ku zikê xwe têr bike! Lê gava ku pisîka navmalê çavê xwe berde motka me, wê çaxê divê mirov helwesteke tebût li himberî xerabîya Pisîka Motka bigire…
Ji bona civaka Kurdan, di vê mijarê de helwesteke tebût û exlaqî pêdivîyeke dîrokî ye. Divê baş were zanîn; em bi tevahî ne li himberî mafê jiyana pisîkan bi xwe ne, divê em li himberî Pisîka Motkan helwesta xwe ya exlaqî zelal bikin. Ji ber ku ya ku xerabiyê dike Pisîka Motka ye, mirovên ku weke Pisîka Motka ne! Mirov û komikên ku weke Pisika Motka dixwazin berhemdarî, hevbeşbûn û dewlemendıya civaka Kurdan xerab bibe, dijmantîya navxweyî gur bibe, enerjîya Kurdan bi tiştên berdayî tüne bikin, Kurdan ji hevdû perçe bike, ziman û zaravayên me ji hevdû dûr bixîne ûhw. Divê em kirinên wana yên xerabkar zelal raxin ber çavan û civaka Kurdan bi hemû haweyan hevbeş bikin. Enerjîya xwe bi rêbazên rasyonel bixin nava tevgera Kurdsn.
Ez bi dengekî bilind dibêjim; em Kurd barûya darekê ne, em pîvaza mişarekê ne. Mirov û komikên ku kirinên wana weke yê Pisîka Motka ne, di asta dawî de xerabiyê bi doza Kurdan ya hevbeş dikin. Dıjminatîyê bi xwe re, bi hevdû re dikin. Bila kes û komik kirinên xwe yên xerabe bi gotinên xemilandî seqa nekin! Vaye dar û vaye mişar!
Li himberî kirinên Pisika Motka fikir û têkoşîna sîyasî, kulturî û exlaqî karekî, helwestekî, erkekî netewî ye!