─Di wextekî de sofyê herema Mêrdînê harbûbûn. Di wextê Şêx Ahmedê Xiznawîde bû. Sofyê gelekî har ê Dalînê û Nebilê û Xerabê Baba Miqrî û Sîtî û Bendermemo gelekî mekrohî dikirin. Bela xwe li xelkê dixistin, bi zorê rih bi xelkê di berdan, digotin, werin bibne sofîyê mala şêx. Seîdê mala Ahmed li newala Bûnisra girtin gotnê: Kuro wer Misilman bibe. Ewî got: Elhemdullah ez Misilmanim û hemjî Seyîdim. Gotnê: Kuro çi Seyîd û çi Misilmantî ka riha te? Ka tu ne sofyê mala Şêx Ahmedî. Bi qirika Seîdê Mala Ahmed girtin û serêwî ziwa qusandin û fatîhekik xwendin gotin, temam ev jî bû sofyê Şêx Ahmed. Seîd got: Kuro ne ev riha bi zorê ez herme malê, ez mûkikî pêve nahêlim, ezê wê qusênim, lawo ma riha bi zorê wê çawa berdewam bikê?
Van sofyê ku harbûbûn hemî bûne grup bi diha dighine hev û gund bi gund di gerin, bela xwe li xelkê dixin. Hemî cahîl û nexwendî weke Alîkê betê û Himedê Silêman bihtir zulim dikirin! Rojekê gruba alyê Omerya Xerababanî û Bêndermemo û wan gunda lev civîyan, ji hevre gotin: Kuro ev berazê Petrikê Dêrulzahferan boçî Misilman nabê? Bîst sîh heb gihane hevdû û berê xwe dana Dêrulzahveran, gihane cem Dêrê Keşa derket pêşya wan got: Gelî Sofya hûn bi xêr hatin. Ewan got: Çi xêre, wele ji tere ne xêre! Keşa got: Çima kirîv çi qewimye? Gotnê: Beraz çima tu Misilman nabê?�
Keşa di wan fikirî ku pişê wan xerabeye, got: Bira serçava ezê Misilman bibim, ez ji xwe Misilmanim, de ka werin, rûnin xwarinekê bixwin û îdî riya Şêx ji minre bêjin. Sofî rûniştin hema bilez Keşa çû hundurwê dî telefon da Walî Mêrdînê got: Welahî celebek çete hatine bi ser Dêrê de girtine. Hemen Walî ferman da Merkeza Jenderma ku, hemen herne Dêrulzahferan, çeta bi serde girtiye! Sofiya jî jevre gotin: Ev Keşa va ji xwe Misilmane ka heydê em herne vî gundê jêr binya Mêrdînê, Bi saloxa ew gund ne li mêj û ne Rojî li cem wan nîne, heydê em herin wan beraza Misilman bikin.
Hîn Askerî ne gihayî Dêrê ew rabûn derketin berê xwe dana wî gundê jêr. Askerî giha Dêrê pirsîn: Kanîn eşqiya? Keşe got: Wele aniha rabûn çûne vî gundê jêr. Askerî bi dû wande çû wî gundî, ku wa li gundin. Askerî yê gazî kir got: Teslîm bibin. Sofiya radihiştne boryê soba û devê xwe dikirne boriyê de di kû: Ya xews, bum bum. Ji Askerîyê were ku rûkêtin, li wan reşandin dudu kuştin heft birîndar kirin ê din jî girtin. Birne girtî giha Mêrdînê. Hevalekî wan hebû ew ne limal bû, ew hevalê wan ji Bêndermemo bû. Ew hevalê wan ji karwan hate malê, jêre gotin: Wele filan kes û filankes kuştin û ê bîrîndar jî jêre gotin êdin jî kirne hepsê de! Ewî got: Kuro ev kê wilo kir? Jêre gotin: Walî emir da Walî wilo kir.
Sofyê Bêndermemo got: Heger ez vî walî ne kujim ez ne sofyê mala Şêxbim, ma ezê vê heyfê ji Walîre hêlim. Hema sofî rahişte tivinga Elemanî û rextê xwe da pişta xwe û berê xwe da Mêrdînê. Tivinga wî bi milê wîve û di nava sûkêre di meşî, hingî bekçiyê gunda hebûn milet jî di ku belkî ev bekçîye, wilo serbest di sûkêre di meşî! Digha kêjî di got: Walî li kûwe? Wan jêre di gotin: Ha ha li Hükümet Qunaxîye. Ew jî çû giha Hükümet Sarayî. Li Mêrdînê berê li qatê ser Walîlik bû û di binde Amniyet bû. Sofyê Bêndermemo dem hijmêr diwazdeha giha devê amniyetê , amniyet Amirî jî navê wî Velî bû. Velî ji daîra xwe derket ku herê nan bixwê, sofî rasta velî hat, ji Velî pirsî ka Walî, velî li kuwe? Wexta ku tevlî hevkir rebenê Velî got: Velî ezim. Sofî got: Velî tuyî, weleh ezê di dadka tenim, ma tê xelasbê. Tivinga Elamanî kire nîvê zikê Velî de û lingê wê kişand, kir gu fasûlî û pirinc û qola hemî tevlî hev bûn, li erdê kire mend!
Hewar û gazî li Askerîyê daket gotin, welahî Amniyet Amrî kuştin, gidî kê kuşt? Gotin: Wela gawir sofo Velî öldürdü. Yani kuşt. Ji Tûxayê û temamê Askeriyê li dora Hukumet Qunaxî xwe pêçane. Lê belê Sofyê Bêndermemo ketiye hundurwê Sarayê de û nema zanê ku derkevê, bi ser devê derîve nabê. Lê tivinga Elamanî di dest deye, fîşek daye ber kesek nikarê baskîde herê. Sofî di hundurwê navberê de diçi û tê . Askerî di bêjê: Eman yeklaşmayin elinde tufek var. Dibêjin: Gidî nêzîk nebin di dest de tiving heye. Yekî bekçî polisi Kurd hebû hat li Sofî qelizî di şibaka cîdestavê re guhdarya wî kir heta ku Sofî hate derba şibakê, ê bekçî demançe berdayê de kuşt! Ji nûde hewar sekinî jevre gotin, gawir Sofo öldürdük. Kuştın. Bahwer bikin îrojî ê wekî sofyê bêdermemo hene, hem jî gelekin ne hindikin xwedî desthilatdarin. Hime himekê û fîre fîrekê dikin, bê pîvan. Ji Hovo yê Bohtî xerabtirin.